ŞIRNEX - Li navenda bajarê Şirnexê nêzî hezar û 500 mamoste bi pirsgirêka hewînê re rû bi rû ne. Li gel vê hê jî "Mala Mamosteyan" ku bi milyoan pere lê hat xerckirin û di hat plankirin dê di sala 2022'yan de temam bibe, bi hinceta "nebûna alavan" hê jî neketiye meriyetê.
Bi destpêkirina serdema perwerdehiyê ya nû ya 2023-2024’an mamoste bi pirsgirêka hêwirandinê re rû bi rû man. Li Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an de, di dema qedexeyên derketina derve de, bi dehan avahî û sazî hatin hilweşandin. Yek ji van jî "Mala Mamosteyan" bû ku gelek zirar dîtibû. Piştî 5 salan di sala 2020'î de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji bo avakirina Mala Mamosteyan hin gav avêtin. Lê belê cihê Mala Mamosteyan a heyî pêşkêşî alîgiran hat kirin û dûrî navenda bajêr li taxa Gundogdûyê ji aliyê fîrmaya Uçkardeşler ve dest bi avakirina wê hat kirin. Mala Mamosteyan ku hatibû plankirin dê di sala 2022'yan de bê temamkirin, 39 mîlyon pere ji bo wê hatin xerckirin.
Avahiya Mala Mamosteyan bi giştî 6 qat (B+Z+4 qat) e. Avahî ji qadeke 9 hezar e û 400 metrekareyî pêk tê. Salona wê ya konferansê kapasîteya wê 220 kes e, 3 odeyên civînê hene, hewşeya xwarinê û baloyê ku kapasîteya wê 350 kes e, heye. Her wıha hewzeke wê ya soberîkirinê heye û li gel vê saûna, hemam, kuafor, restorant tê de hene û di gelek beşan de jî 7 ode û 14 odeyên standar hene. Bi giştî 63 ode tê de hene. Lê belê ji ber ku pirsgirêk û kêmasiyên mala mamosteyan nehatine çareserkirin, mal heya niha neketiye meriyetê. Ji ber vê li navenda bajêr hezar û 500 mamoste bi pirsgirêka hêwirandinê re rû bi rû ne.
Serokê Şaxa Egitim-Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram têkildarî mijarê axivî.
'XELAS BÛYE LÊ NAYÊ TESLÎMKIRIN'
Şenbayram diyar kir ku her çendî çêkirina mala mamosteyan bi dawî bûye jî dîsa neketiye meriyetê û ev tişt gotin: "Li Şirnexê di sala 2015-2016'an de gelek avahiyên heyî ji ber şer hilweşiyan. Di encama vî şerî de gelek dibistan, malên mamosteyan û saziyên dewletê hatin xerakirin û gelek avahiyên ku hatine hilweşandin jî cihên wan pêşkeşî aligiran hatin kirin. Mala Mamosteyan li qada Cumhûriyetê ya Şirnexê bû. Me gelek caran bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re der barê jinûveçêkirina Mala Mamosteyan de hevdîtin pêk anîn. Her tim ji me re dihat gotin ku dê li wir Mala Mamosteyan bê avakirin. Di encama hevdîtinên me de, di civînên me yên 2020’i de, mixabin hat gotin ku dê li qada Cumhüriyetê maleke mamosteyan neyê çêkirin, erda ku aîdî Midûriyeta Perwerdehiyê dan aligirên xwe û piştre jî erdek dûrî bajêr ji mala mamosteyan re hat veqetandin. Ciheke ku dûrî bajêr û çûnûhatina wê ne pir hêsan e. Pêvajoya çêkirina Mala Mamosteyan di sala 2020'i de dest pê kir. Ji me re gotin ku dê di nava sal û nîvekê de mala mamosteyan biqede. Lê belê wisa nebû û geleki dereng temam bû. Em dibêjin qediyaye, lê em nikarin bibêjin ku temam bûye."
'HEZAR Û 500 MAMOSTE BI PIRSGIRÊKA HEWÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE'
Şenbayram anî ziman ku li navenda bajêr pirsgirêkekeke cidî ya mamostayan a hewînê heye û wiha got: "Li bajêr pirsgirêkeke cidî ya xaniyan heye. Di demên dawî de bi taybetî şaredariya alîgirê hikûmetê erd nade. Lêbebê dide aligirên xwe. Ji ber vê yekê jî hewcedariya bi xaniyan zêde ye. Me digot heke ku mala mamosteyan bê çêkirin dê ev pirsgirêkê her çendî bi demkî be jî, çareser bike. Lê belê li tevî ku sal derbas bûne jî, ev pirsgirêka xaniyan berdewam dike û her çi qasî avakirina mala mamosteyan bi dawî bûye jî, radestî mamosteyan nayê kirin."
'EM WISA DIFIKIRIN KU DI YEKINIYA WAN DE PIRSGIRÊK HEYE'
Şenbayram da zanîn ku der barê budçeya wezaretê ji bo Mala Mamosteyan şandiye de gumanên wan hene û wiha domand: "Di demên dawî de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di nîqaşên budçeyê yên li parlamentoyê de wiha got,'Em ê bi rika we protokolên xwe yên bi terîqet û cemaatan re bidomînin.' Ev tê çi wateyê? Hema hema piraniya çavkaniyên welêt ji van rê tê veqetandin. Lê li cihekî weke Şirnexê jî mamoste nikarin bihewin. Li Tirkiyeyê ji bo malên mamosteyan budçe nayê veqetandin. Di hevdîtinên me yên bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya ji bo malên mamosteya ku di sala 2022'yan de kirî hat diyarkirin ku ji bo dizaynkirina mala mamosteyan budçeyek hat veqetandin û ev budçe hatiye şandin jî. Lê budçeya ku hatiye şandin li şûna ku ji bo mala mamosteyan were xerckirin ji bo çavkaniyên cuda û tiştên cuda hatiye xerckirin. Di perwerdehiya neteweyî de midûriyetên şaxan hene. Ew yekîneya piştevaniyê ku di buroyên şaxê de bi avahî û avahiyên wiha re mijûl dibe. Lê di vê yekeyê de guhertin çêbû. Em difikirin ku pirsgirêkek di vir de heye."
'BÛDÇEYA KU HATÎ ÇIMA JI MALA MAMOSTEYAN RE NEHAT XERCKIRIN?
Adnan Şenbayram bi lêv kir ku erka Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ew e ku xwedî li mamosteyên xwe derkeve û got: "Ji vir û pê ve em ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dipirsin, çima înşaeta Mala Mamosteyan a ku dihat plankirin di nava demeke kurt de neqediya û evqas dirêj bû? Li vî bajarî ew qas pirsgirêka hêwirandinê heye û bi sedan mamosteyên ku nû hatine tayînkirin hene û bê xanî ne. Tevî ku ev pirsgirêk tê zanîn jî çima di çêkirina mala mamosteyan de bi lez tevnegeriyan? Budçeya ku ji aliyê Wezaretê ve hatibû şandin ji bo malên mamosteyan çima ji bo malên mamosteyan nehat xerckirin?Em dizanin ku pirsgirêkên cidî hene. Çima guherîna yekîneya piştgiriyê ya Perwerdehiya Neteweyî pêk hat? Gelo ev yek bi mala vî mamosteyî ve girêdayî ye? Wezaret .ima nikare ji bo mamostayên xwe budçeyê veqetîne, lê ji cemaet û terîqatan re budçeyê veqetîne?"
MA / Zeynep Durgut