WAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wanê diyar kirin ku ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk bê, tekane rê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ne.
Polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd a dewleta tirk, welêt ji hêla siyasî, aborî û civakî ve xistiye nava krîzeke mezin. Yek ji aktorên ku dikare aştiyê pêk bîne û vê rewşê biguherîne jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Nûnerên hinek rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê têkildarî tecrîdê û rewşa welêt ji ajansa me re axivîn û gotin ku ji bo bidawîkirina şer û aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.
ATABAY: TECRID NAHÊLE KU OCALAN ROLA XWE BILÎZE
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku ev demekî dirêj e li ser girtîgehan polîtîkaya tecrîdê di meriyetê de ye û girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Atabay, da zanîn ku bi taybet jî Abdullah Ocalan demekî dirêj e nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê, bi taybet jî di demên dawî de dijwarbûna şer û polîtîkayên şer êdî weke tiştekî asayî tê dîtin. Ev rewş û polîtîkaya tecrîdê heman tişt e. Ev şer û tecrîd nahêle birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze.”
‘DIVÊ CIVAKA SIVÎL BIHESTIYAR NÊZ BIBE’
Atabay, da zanîn ku taloqkirina tehliyeyên girtiyan û gelek pirsgsirêkên din ên li girtîgehan bi xwe re aloziyên mezin tînin û wiha pê de çû: “Li dijî kesên demekî dirêj di girtîgehê de man, bi polîtîkayên tecrîdê dîsa rêbaza cezakirinê dixin meriyetê. Ji ber vê jî li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye. Di demên berê de jî grevên birçîbûnê hatibûn lidarxistin û mixabin encamên neyînî jê derketibûn. Rêbaza herî dawî ya ku girtî ji bo mafên xwe dixin meriyetê, grevên birçîbûnê ne. Divê îktîdar û saziyên girêdayî wê ku tecrîd û îşkenceyê weke polîtîka xistine meriyetê, ji bo greva birçîbûnê veneguhere greva birçîbûnê ya nedorveger li gorî hiqûqa gavan biavêjin. Ji bo ev çalakî bigihijin armanca xwe, divê rêxistinên civaka sivîl berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Divê teqez bi rola xwe rabin. Hewceye tevahiya civakê jî di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.”
SAYYÎGÎT: DIVÊ EV BÊEDALETIYE BI DAWÎ BIBE
Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Wanê Tîmûr Sayyîgît jî anî ziman ku di serî de li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan sepanên tecrîdê di meriyetê de ne û bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin heye.
Sayyîgît, got ku Nobeta Edaletê ya ku malbatan daye destpêkirin jî ji bo jiholêrakirina vê derhiqûqtiyê hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Divê ev berxwedan bigihije armanca xwe. Ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin, divê her kes xwedî li vê çalakiyê derkeve. Di çalakiyên berê de cenaze ji girtîgehan derketibûn. Ji bo ku cenaze dernekevin, divê tavilê tecrîd bê rakirin. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd, bêedaletî û bêhiqûqtî ye. Di serî de birêz Ocalan, divê tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin. Domandina tecrîdê dê bi xwe re ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin bîne. Divê ev bêedaletî bi dawî bibe.”
ATÎK: HEKE TECRÎD RABE DÊ REWŞA WELAT BIGUHERE
Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê Mîhaîl Atîk jî anî ziman ku li welêt pergaleke heye ku pirsgirêkan çareser nake. Atîk, got ku di bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê de tecrîd heye û axaftina xwe wiha qedand: “Di şexsê birêz Ocalan de tevahiya girtîgehan tecrîd dikin û ev yek pirsgirêkeke mezin e. Di heman demê de tecrîdeke di şexsê gelê kurd de heye. Hemû kes baş pê dizane ku heke tecrîd bi dawî bibe, heke hevdîtin bên kirin dê rewşa welat pir biguhere û tu pirsgirêk namînin.”