NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Herema Kurdistana Federe hilbijartinên parlamentoyê yên hatin taloqkirin dê di 30’ê gulanê de bên kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Kurdistana Federe dê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî biryarnameyek weşandibû ku hilbijartinên parlamentoyê di 25’ê sibata 2024’an de bên kirin. Lê li ser giliye li dijî Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoya Herêmê amadekariyên hilbijartinê yên komîsyonê hatibûn rawestandin.