NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê kuştin û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe. Ji RJAK'ê Evîn Gulîzarê da zanîn ku piraniya kujerên jinan endamên partiya desthilatdar a siyasî ne û got: "Endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdarê de dibe sedem ku kujer neyên cezakirin. Nahêlin ku daraz û dadgeh xweser tevbigerin. Ji ber wê jî hikûmet hejmara rast a jinên qetilkirî vedişêre."
Tundî, zext û êrişên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Jinên ku li her deverê para xwe ji tundî û kuştinê digirin, di encama polîtîkayên desthilatdaran de her roj rastî tundî û qetilkirinê tên. Ji deverên ku binpêkirina mafan, kuştin û tundî zêde lê hene yek jê jî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Hikûmeta heyî, heta niha ji bo pêşîlêgirtina tundî, komkujî û tecawizê gavên girîng neavêtine. Li herêma ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin û her roj jin rastî tundiyê tên, tu tevdîr nayên girtin. Li Herêma Federe ya Kurdistanê ku di navbera salên 2016-2023'an de ji sedî 33’yê tundiya li ser jinan zêde bûye, li gorî daneyên fermî di sala 2022'yan de bi hezaran jin rastî tundiyê hatine û 75 jin hatin qetilkirin. Di sala 2023'yan de jî 64 jin hatin qetilkirin.
Li herêmê zext û tundiya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara kuştina jinan a biguman êdî hejmara cînayeta jinan derbas kiriye. Kuştin bi piranî wekî "xwekuştinê" tên nîşandan. Polîtîkayên hikûmetê û pergala darazê ya heyî ku hêz dide mêran li herêmê tundiyê birêxistin dike. Der barê tundî, zext û kuştina jinan a li herêmê de ji Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Evîn Gulîzar axivî.
'DI 2023'YAN DE 64 JIN HATIN KUŞTIN'
Gulîzarê diyar kir ku li herêmê tundî û kuştinên jinan sal bi sal zêdetir dibin û wiha axivî: "Başûrê Kurdistanê yek ji wan herêm an jî welatên Rojhilata Navînê ye ku jin bi awayekî zêde û berçav lê tên kuştin û rastî îşkenceyê tên. Lê tevî hemû rêxistin û saziyên jinan ê li Başûrê Kurdistanê jî roj bi roj û sal bi sal hejmara jinên ku tên qetlkirin û rastî tundiyê tên zêde dibe. Sedemên zêdebûnan jî nêzîkatiya şaş ya civakê, ku xwe di meseleya 'namûsê' de dibîne, rewa dike. Kuştinên jinan bi vî awayî meşrû dikin. Pergala desthilatdar a baviksalar rê li ber kuştina jinan vedike. Em zêde dûr neçin, di sala 2022'yan de bi hezaran jin rastî tundiyê hatin û tenê di salekê de 75 jin hatin qetilkirin. Di sala 2023'yan de jî tenê di 9 mehan de 64 jin bi rêbazên cuda hatin kuştin. Bi sedan jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve, wekî bav, bira, hezkirî û hevjînê xwe ve, hatin qetilkirin. Li vir jin ji derveyî malbata xwe jî rastî tundî û îşkenceyê tên. Ji ber wê pêwîst e ku saziyên mafên jinan karekî hevbeş û komxebatekê pêş bixin da ku karibin pêşî li vê tundiyê bigirin. Heke em xebateke hevpar nedin meşandin her roj dê yek ji me bê qetilkirin."
'SAZIYÊN JIN Û MAFÊN MIROVAN JÎ BI HIŞMENDIYA CIVAKÊ TEVDIGERIN'
Gulîzarê bi lêv kir ku li pişt mêrê kujer hişmendiya desthilatdar a hikûmetê heye û wiha got: "Hem ji aliyê hikûmetê ve hem jî ji aliyê malbat û pergala serdest ya eşîran ve rê li ber tundî û kuştinên jinan tê vekirin. Bi taybetî jî li dever û herêmên dûr jî navendên bajaran sazî û navendên mafê mirovan ê ku li dijî qetilkirina jinan in jî, bi hişmendiya civakê tevdigerin. Jin bi zehmetî dikarin xwe bigihînin wan sazî û navendan. Ev sazî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan gavekî navêjin û xwe bêdeng dikin. Bi diyarkirî di nava wan çend mehên borî yên îsal de tenê sê jinan serî li me dane. Piştî gengeşî û lêkolînên li ser pirsgirêkên wan bi mudexeleya parêzerên me em bi her du aliyan re civiyan û pirskirêkên wan hatîn çareserkirin. Lê ciheke ku pirsgirêka jinê ev qasî bi awayekî zelal tê dîtin tenê serlêdana sê jinan rewşa heyî radixe ber çavan. Jin bi her awayî tên bêdengkirin."
'PIRANIYA KUJERÊN JINAN ENDAMÊN PARTIYÊN SIYASÎ NE'
Gulîzarê anî ziman ku daraza herêmê jî bi hişmendiya mêrê desthilatdar tevdigere û got ku kujerên jinan jî piranî endamên partiyên siyasî ne û wiha domand: "Bêhelwestî û bêdengiya deshilatdariya heyî ya li hemberî kuştin û tundiya li dijî jinan bi serê xwe sedema zêdebûna wan kuştin û tundiyê ye. Pirî caran ji ber sedemên malbatî, civakî, serdestiya partiyên siyasî û endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdar de, dibe sedem ku kujer neyê cezakirin. Piranî kujerên jinan endamên partiyên siyasî ne. Nahêlin ku daraz û dadgeh bi xweserî tevbigerin. Ev daraz di bin siya hişmendiya mêr de tên birêvebirin. Di bin navê namûsê de daraz kuştina jinan mafdar dibîne û kujeran ceza nake. Qanûnên ku di destê hikûmetê de ne dibe sedemê zêdebûna qetilkirina jinan. Ji ber van sedeman jî saziyên jinan û komeleyên mafê mirovan nikarin ji bo mudaxelekirin û çareseriyê bi sanahî û bêtirs gav bavêjin. Tirsa van saziyan dibe sedemê kuştina jinan. "
'DARAZ BIRYARÊN EŞÎRAN PÊK TÎNE'
Gulîzarê da zanîn ku daraza li herêmê biryarên eşîran dixe meriyetiyê û ev tişt gotin: "Em dikarin bêjin ku îro di qetilkirina jinan de rola eşîr û darazê pir zêde heye. Daraz rola eşîran dilîze. Ev nezîkatî jî heman nezîkatî û sekna pergaleke wek pergala deshilatdar ya Tirkiyeyê ye.Zagoneke ku ji bo kujerê jinê darizîne tune ye.Ger ku kujer were cezakirin jî, piştî çend meh yan jî salekî serbest tê berdan û weke ku qet sûcek nekiribe wisa tê dîtin. Lê ji bo sûceke biçûk dikarin biryara darvekirinê bidin.Lê mixabin ji bo kujerên jinan cezayên biçûk, ku dibin sedemê zêdetirbuna tundiya li hemberî jinan û kuştina wan li gor salên berê."
'HIKÛMET HEJMARA RAST VEDIŞÊRE'
Gulîzarê got ku hikûmeta PDK'ê hejmara rast a qetilkirina jinan vedişêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta herî balkêş û bi êş jî ew e ku li dijî van kirinên li ser jinan tê kirin, bê helwestî û bêdengiya civakê bi giştî saziyên mafê mirovan û civakê ye. Dengê ku derdikeve jî ne helwesta ku tê xwestine. Bi dengeke nizm êrişên li dijî jinan nayê sekinandin. Em ê bi vî rengî nikarin vê komkujiyê bidin sekinandin. Her wiha hikûmet hejmara rast a kuştinan jinan vedişêre û hejmara sexte ya ku nerast bi raya giştî re parve dike. Lê ev hejmar ji aliyên hin saziyan ve derdikeve holê. Ji ber wê em jin li vir xwe birêxistin nekin û li dijî vê tundiya ku li ser me tê meşandin nesekînin her roj em ê bên kuştin. Li pişt vê hişmendiyê dewlet heye, daraz heye. Ji ber wê ji bo sekinandina tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan çareserî em bi xwe ne."
MA / Zeynep Durgut