Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim

  • rojane
  • 14:17 12 Çile 2024
  • |
img
AMED - Dadgehê derbarê Halîse Aksoy a nêzîkî 9 meh in bi beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik girtiye de biryara berdewama girtina wê da. Aksoy, ji kesên ji bo piştevaniya wê li eywana danişînê bûn re wiha got: “Mereq nekin ez li ber xwe didim.”
 
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, ji ber beyanên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên “mala wê mala bibawer bû” nêzî 9 meh in girtî ye. Danişîna doza duyemîn a Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
ŞAHIH: EZ LI MALA AKSOYÊ NEMAM
 
Girtî Aksoy, parêzerên we Necat Çîçek û Zeynep Karayilan li danişînê amade bûn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Ceylan Akça, Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan şopand. Di danişînê de şahid Hatîp Guney ê tev li rêxistinê bûye û pişt re teslîm bûye hate guhdarkirin. Guney, îdiayên ku “mala Aksoyê weke mala biewle bikardianî” qebûl nekir. Guney, bi lêv kir ku Aksoy li HDP’a Amedê dîtiye û tu diyaloga wê pê re nîne. Guney, anî ziman ku Aksoy zêdetir li ser medyayê nas dikir û da zanîn ku li mala Aksoyê nema ye. 
 
Dozgerê piştî guhdarkirina şahid mutalaya xwe pêşkeş kir, xwest ku biryara berdewama girtina Aksoyê bê dayîn. 
 
Aksoy, a bi rêya tercuman têkildarî girtina xwe parastina bi kurdî kir, wiha got: “Ez daxwaza berdewama rewşa girtinê qebûl nakim. Bi awayekî neheqî li vir im. Bêbextî li min tê kirin. Ez dixwazim bêm berdan.”
 
‘DELÎLÊN ŞÊNBER NÎNIN’ 
 
Parêzer Necat Çîçek, anî ziman ku mutalaya dozger a têkildarî berdewama girtinê qebûl nakin û wiha axivî: “Tê gotin ku alîkariya xurek ji muwekîla me re hatiye kirin lê di navbera dîrokên ku alîkarî hatiye kirin de nakokî hene. Di navbera beyanên ku îtîrafkar Umît Akbiyik li miduriyeta polîsan û dozgeriyê dane de nakokî hene. Di îfadeyan de beyanên şênber nînin. Piştî ku îdianame teblîxî îtîrafkar Umît Akbiyik hatiye kirin beyanên nû hatine gotin. Li ser tiştên di îdianameyê de hatine gotin beyan hatine dayîn. Di dosyayê de tu delîl nînin.” Çîçek daxwaza berdana muwekîla xwe kir. 
 
‘BEYAN BINAKOK IN’ 
 
Parêzer Zeynep Karayilan jî bi bîr xist ku ji bo şahidê nepen were guhdarkirin danişîna beriya niha de biryar hate dayîn lê têkildarî guhdarkirina şahidê nepen ji cihên têkildar re nivîs nehatiye nivîsîn. Karayilan, xwest ku vê rewşê nekin sedema berdewama girtinê. Karayilan xwest ku heke şahidê nepen were guhdarkirin bila di danişîneke ku ew amade bin de were guhdarkirin. Karayilan, bi bîr xist ku îtîrafkar Umît Akbiyik di 3 rojan de li ser zêdetirî 600 kesan de îfade daye û wiha axivî: “Ne pêkane ku tişteke wiha hebe. Beyanên ku Umît Akbiyik dane binakok in û ne diyar e ku çawa hatine amade kirin. Îdiayên derbarê muwekîl de îdiayên razber in û ji ber temenê nexweşiyên wê jî hene. Dixwazim were berdan.”
 
‘BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ’ 
 
Şandeya Dadgehê ji ber gumana revînê, gumana sûcên bihêz û îdiayên derbarê wê de ji sûcên katalog in derbarê Aksoyê de biryara berdewama girtinê da û danişîn taloqî 19’ê nîsanê kir. 
 
AKSOY: MIN MEREQ NEKIN EZ LI BER XWE DIDIM 
 
Aksoy, ji biryara berdewama girtinê ya dadgehê re wiha got: “Bêbextiyên derbarê min de îspat bikin. Ez çima li vir têm ragirtin.” Li ser vê yekê kesên li danişîna eywanê bi çepik û tilîliyan rewş şermezar kir. Li ser gotina kesên li eywanê ya “Dayika Halîse mereq neke em bi te re ne” Aksoy li eywanê zivirî û ev bersiv da: “Min merek nekin ez li vir li ber xwe didim.”
 
PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN 
 
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parêzera Aksoyê Zeynep Karayilan qala pêvajoya dozê kir û spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin. Karayilan bang li hemû saziyên demokratîk kir ku di 19’ê nîsanê de xwedî li dozê derkevin. 
 
‘EV DOSYA DOSYAYEKE ÇÊKIRÎ YE’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha got: “Me ecêbiya hiqûqê temaşe kir. Bi dosyayeke derew dayika Halîse li girtîgehê tê ragirtin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika Halîse hene. Ev dosya dosyayeke çêkirî ye. Mûameleya neheq û bêhiqûqî ya li dijî dayika Halîse em hemû dizanin. Hestiyên lawê wê di qûtiyekê de danê. Em îro vê dozê weke dozeke tolhildanê ya li dijî dayikên kurd dibînin. Dayika Halîse dayika me hemûyan e, em li cem wê ne û em hatin ku li cem têkoşîna wê ya hiqûqê bin. Meseleya wijdanê ku mirov li cem wê bin.”
 
Girseyê piştî axaftinên hatin kirin, dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
 
 

Sernavên din

14/01/2024
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin