WAN - Rêveberê Şaxa ÎHD’a Wanê parêzer Heval Sînan Aras, diyar kir ku li welat gava ewil a demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 34 meh in agahî nayên girtin. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li dijî tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê di asta navnetewî de tê meşandin de ji çar aliyê cîhanê çalakî û aktîvîte didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 48’an de berdewam dike.
Endamê Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê parêzer Heval Sînan Aras, pergala tecrîdê ya li dijî Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike nirxand.
Prz. Heval Sînan Aras, diyar kir ku dewlet û desthilatê bi tecrîdê hemû hiqûq binpêkirine û tecrîd wiha penase kir: “Di serdemeke ku darizandin polîtîke de pêkanîneke ku dewlet ji qanûnan serbixwe pêk tîne ye. Cezakirina bi tenêhiştina kes û îzole kirine.”
Prz. Heval Sînan Aras
‘BI MEWZÛATA QANÛNÎ RE NIKARE BIGIRIN DEST’
Aras, bi lêv kir ku weke gelek serokê tevgerên siyasî yên li cîhanê bi heman awayî li dijî Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin jî tecrîd tê pêkanîn û wiha got: “Di kesayeta Ocalan de Tirkiye hiqûqa xwe bi xwe ya înfazê, hiqûqa cezayî pêk naîne. Ocalan 34 meh in bi parêzer û malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Ev rewş ne tenê rewşeke ku bi mewzûata qanûnî re bigirin dest e. Tişta ku bi pergala tecrîdê dixwazin ji me re vebêjin, astengiya li pêş çareseriya bi rêbazên adil û aştiyane ya pirsgirêka kurd a demokratîk e.”
‘BIRÊZ OCALAN NAVEKÎ SEMBOLÎK E’
Aras, bi lêv kir ku bi pergala tecrîdê tê xwestin ku bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û daxwazên demokratîk kêm bikin û îşaret bi çalakiyên li çar aliyê cîhanê li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tên kirin kir. Aras, axaftina xwe wiha domand: “Li 74 navendên cîhanê bi awayekî hemwext kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger dan destpêkirin. Birêz Ocalan navekî sembolîk e, ne rast e ku mirov weke tecrîdeke li kesekî ji rêzê tê pêkanîn binirxîne. Ev pergala tecrîdê ya li dijî Ocalan polîtîkayeke gelekî bi berfireh e. Daxwaza bingehîn a çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e.”
POLÎTÎKAYÊN TENÊHIŞTINÊ TÊN SEPANDIN’
Aras, diyar kir ku li girtîgehan gelemperî binpêkirinên mafan diqewimin lê girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mafan ên cuda tên û wiha got: “Pergala tecrîdê ne polîtîkayeke li dijî birêz Ocalan tê sepandin e. Pergala tecrîdê li hemû girtîgehan belav bûye. Bi taybetî girtîgehên dawî hatine çêkirin li gorî pergala tecrîdê hatine çêkirin. Girtiyên di qawişên yek kesî de tên ragirtin, bi polîtîkaya tenêhiştinê re rûbirû mane.”
Prz. Aras da zanîn ku tecrîda li dijî girtiyên siyasî bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re hatiye kûrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî ji hevalên xwe yên qawişê cuda tên ragirtin û bi qawişên din re têkiliya wî qût dikin. Gelek pêkanînên bi awayekî keyfî tên pêkanîn hene. Em van dikin rapor. Di serlêdanên têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ji me re tên de tê gotin ku kontrolên tenduristiyê yên girtiyan baş nayê kirin, dermanên pêwîst nayên dayîn, daxwazên wan ên di warê îaşeyan de baş nayên pêşwazîkirin. Ji bo ku ji çalakiya greva birçîbûnê encam neyê wergirtin vîtamînan nadin girtiyan. Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bi ragirtina hucreyên yek kesî de tên tecrîdkirin û cezayê dîsiplînê didin wan.”
‘DIVÊ TECRÎD DI ROJEVA HERKESÊ DE BE’
Aras, destnîşan kir ku divê pergala tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin di rojeva herkesê de be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtîgeh reng û vehûna welatekî didin nîşandan. Nêzîkatiya li dijî girtiyên siyasî, cewhera pergala ceza ya li wî welatî diyar dike. Ji ber vê yekê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkanîna rêgezên cezayê ya hemdem divê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din bê rakirin. Ev ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî ye, ev ji aliyê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî ye pêşaniyeke. Heke bi rastî jî di mijara şoreşa demokratîk an jî pêşketina vî welatî de gaveke bi tendurist were avêtin, beriya her tiştî divê dawî li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê were anîn û ji girtîgehan dest pê bike.”