ENQERE - Serdozgeriya Dadgeha Bilind biryarên beraetê yên derbarê 10 kesên di sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kesan bi Mehmet Altûn dabûn ketilkirin, derveyî hiqûqê dît. Serdozgerî xwest ji nû ve lêkolîn were kirin û kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin.
Malbata Dedeogullari li navçeya Meram a Konyayê di 30’ê tîrmeha 2021’an de rastî êrişa nijadperest a malbatên Keleş û Çalik hatin. 7 ferdên malbata Dedegûllari di êrişa çekdarî ya bûrayê Lutfî Keleş Mehmet Altûn de hatin qetilkirin û avahiyê wan hate şewitandin.
4’emîn Dadgaha Cezayê Giran derbarê Mehmet Altûn ê qetlîam pêk aniye de bi îdiaya ‘bi hestên hovane bi plasazî û qesta kuştinê’ cazeyê muebeta 7 car girankirî da. Derbarê 10 bersûcan de jî biryara beraetê da. Biryar ji hêla Daîreya 1’em a Cazayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Konyayê ve hate erêkirin.
Serdozgeriya Dadgeya Bilind a Komarê dosye lêkolîn kir û diyar kir ku derbarê Mehmet Altûn û bersûcên din de cezayeke têr nehatiye dayîn, yên ku Altûn arasteyî sûc kirine baş nehatiye lêkolînkirin û xwest ku dosye were xerakirin ji nû ve were dîtin.
PERÊYÊN RAZANDINE HESABÊ, OTELÊN LUKS
Serdozgerî bal kişand êrişa nijadperest a 12’ê gulana 2021’an. Serdozgerî diyar kir ku pereyeke mezin ser hesaba Mehmet Altûn hatiye razandin û Altûn ev pere xerc kirine. Serdozgerî destnîşan kir ku Altûn piştî êrişê çûye li cem xwîşka xwe maye û ji bo ku kar peyda bike jî, navçeyê terikandiye. Dîsa Serdozger tespît kir ku Altûn li bajarên cuda di otelên girabiha de maye û mesrefên van otelan çawa hatine dayîn, nehatiye lêkolînkirin.
JI BO MALBATÊ KOM BIKE DIBÊJE EZ JI ŞAREDARIYÊ TÊM
Serdozgerî diyar kir ku Altûn di 20’ê tîrmehê de wesayîtek kirê kiriye û bi hema wesayitê vegeriyaye navçeya Meramê û da zanîn ku Altûn piştre amadehiyên qetlîamê kiriye. Serdozgerî pêkhatina bûyerê wiha anî ziman: “Altûn ji bo 2 rojan wesayîtekê kirê dike, ji stasyona benzînê bi vîdonê 5 lîtreyan benzînê distîne, bi du şarjorên 15 fîşek, di nava tûrikekê de 20 fîşekan ve berê xwe daye malbata Dedeogûllari û dema maktûl Sîbelê dibîne ji bo ku hemû malbatê kom bike cem hev ji wan re gotiye ku ew ji Şaredariya Meramê hatiye. Dema dizane ku birayê Sibelê ne li malê ye û dê demeke nêz de were malê, hinekê digere û şûnde dîsa di dora saet 18.19’an tê ber deriyê xaniyê maktûlan.”
JI BO KU KESÊ SAX NEHÊLE…
Serdozgerî diyar kir ku Altûn tevahiya endamên malbatê civandiye cem hev, meskeyê spî yê li ber rûyê xwe rakiriye, gule li 7 endamên malbatê barandiye, ji bo ku kesê sax nehêle, gule li Bariş û Metîn Dedeogûlarî yên li erdê dirêjkirî barandine, piştî 7 kesan kuştiye jî bi benzîna bi xwe re aniye, agir berda xaniyê malbatê.
Serdozgerî da zanîn ku dema Altûn di 4’ê tebaxê de hatiye girtin, çeka di qetlîamê de hatiye bikaranîn li ser bûye. Serdozgerî anî ziman ku li ser destê Alî Çalik û Velî Keleş şopa bikaranîna çekê hatiye tespîtkirin.
ÊRIŞÊ NIJADPEREST NEDÎT
Serdozgerî îdia kir ku êrişa derbarê malbata Dedeogûllari bi helwesteke nijadperst nahatiye kirin, ji ber vê yekê jî bûyer wek “qirkirin” an jî “sûcê li dijî mirovahiyê” nayê destgirtin. Serdozger ji ber tespîtên derbarê êrişê de jî cezayê ji Altûn re hatiye birîn erê kir.
BIRYARÊN BERAETÊ
Serdezgerî derbarê biryara beraetê ya Alî Çalik, Alî Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Alî Keleş, Velî Keleş, û Yahya Çalik de wiha got: “Divê telefonên bersûcan bikar anîne sînyalên wan baş werin tespîtkirin, were diyarkirin ku bê ka kesên navên wan derbas bûye, li cem bersûc Mehmet Altûn re mane yan ne, û xwest ji wê demê heya ku bûyer qewimiye ji cihê sînyala telefona wan bi krokiyê ji hêla endezyar û pisporan re were amadekirin.”
DIVÊ HEMÛ DÎMEN Û QEYD BI BALDARÎ WERIN LÊKOLÎNKIRIN
Serdozgerî diyar kir ku divê hemû dîmen û qeydên li dora cînayetê û malên derdorê werin tomarkirin û bi baldarî werin lêkolînkirin. Serdozgerî xwest ku ji hela gel û kesên nas jî derbarê delîlan de nêrînên xwe bînin ziman.
LÊKOLÎNA HURGİLÎ XWEST
Serdozgerî xwest ku bermayiyên bikaranîna çeke çawa û çima li ser destê Alî Çalik û Velî Keleş hatine dîtin bi rapora kesên zana were tespîtkirin. Herwiha Serdozgerî xwest were tespîtkirin ku bersûcê cînayetê Mehmet Altûn di kîjan otelan de maye û wiha pê de çû: “Divê Mehmet Altûn di kîjan otelan de maye, wesayîta kirê kiriye, di karê herî dawî de kengî ji kar derketiyê, dema xebitîna kar, mûçeya wî, sedema derketina ji kar, tezmînat jê re hatiye dayîn yan na, çiqas krediye ji bankayan kişandiye, texsîdên xwe razandiye yan na, ke texsîdên wî razadine, hemû liv û tevgerên hesaba wî ya bankayan lêkolînkirin hewce ye.”
BERAETÊN XERA KIR
Serdozgerî xwest ku bi raporekê krediyên Altûn kişandine, gelo bi hev re têkildar in yan na were diyarkirin û wiha domand: “Divê were tespîtkirin ku gelo kes alîkariya madî li Altûn kiriye yan na, heger kiribe kê çiqas kiriye, bila hemû wesayîtên ev kes kirê kirine agahiyên wan werin raporkirin, bila were diyarkirin bê ka ev kes bi bersûc Altûn re hatine cem hev yan na, eger hatibin cem hev bi saet û dîrokan divê were raporakirin û ji ber ev rewş baş nehatine lêkolînkirin, pêdivî bi xerakirina biryara beraetê çêbûye.
Dozgerî daxwaza xwe ji 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind re şand.
MA/Mehmet Arslan