ŞIRNEX - Piştî kuştina leşkerên di şerê li herêma Zapê de Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê.
Li gorî Wezareta Parastinê ya dewleta tirk di şerê duh li herêma Zapê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe derketî de 9 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Piştî kuştina leşkeran Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hate Şirnexê. Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û fermandarên hêzê jî pê re hatin.
Wezîr û fermandarên pê re Walî Cevdet Atay, parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar û rayedarên leşkerî li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin.
Tê payîn ku Wezîr Guler û fermandarên pê re yekîneyên li ser sînor lêkolîn bikin.