AMED - Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Lîce ya Amedê ku di konteyniran de ne, diyar kirin ku AFAD'ê ji bo çêkirina xaniyan di navbera 1,5 û 4 milyon TL'yî de pere ji wan xwestiye.
Tevî ku 11 meh di ser erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê re derbas bûne jî, hê jî pirgsirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li Navçeya Çemê Elîkî û mezraya Şuktmayik a navçeya Lîce ya Amedê jî bandor ji erdhejê girtibûn. Di encamê de ziyanên canî çênebûn, lê ziyanek mezin gihaşt malên her du gundan. Li Taxa Çemê Elîkî ji 19 xaniyên biryara xerakirina 15 xaniyan û li gundê Şuktmayikê jî ji 15 xaniyên biryara xerakirina 13 xaniyan hat dayîn.
Mexdûrên erdhejê yên ku demeke dirêj di konan de man, piştre di konteyniran de hatin bicihkirin. Lê belê, jiyana di konteyniran de, bi taybetî ji bo zarok, kal û pîr û astengdaran dijwar e.
Mexdûrên erdhejê yên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, diyar kirin ku ji ber nebûna konteyniran bi derfetên xwe sitargeh, lawabo û serşok çêkirine. Mexdûrên erdhejê her çendî hewl didin şert û mercên jiyana xwe hêsantir bikin jî, xwestin ku ji bo wan rojek berî rojekê xanî bên çêkirin û diyar kirin ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ji bo xaniyan di navbera 1,5 û 4 mîlyon TL pere ji wan dixwaze.
MEH DERBAS BÛN, XANÎ TUNE NE
Mexdûra erdhejê Hayriye Benîce ya li Taxa Çemê Elîkî diyar kir ku der barê xaniyê wan de ku rayedaran gotiye 'em ê îro, sibe, vê mehê ava bikin' lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Benîşce ku got "Meh derbas bûn, xanî hîn jî tune ne" anî ziman ku ew neçar mane di konteyniran de bijîn.
Benîceyê got: "Konteynireke biçûk dan me. Ew jî dilopan dike. Em ji serma nikarin di hundirê konteyniran de îdare bikin. Nexweşiya min heye, ez ji çoka xwe emeliyat bûme. Bi rastî ev nexweşî hemû ji ber vê sermayê çêbûne. Ne tuwalet, ne metbex, ne serşok, ne tiştekî din heye."
Hayrî Benîce anî ziman ku AFAD'ê ji bo xanî milyon û 600 hezar TL ji wan xwestiye û wiha bertek nîşan da û got: "Eger me karibûya vi pereyi bıda em ê nêzî salekê di xaniyê xwe de bûna. Ez pîr û nexweş im. Lewma nikarim wekî din di konteyneran de bimînim." Benîceyê xwest rojek berî rokeê xaniyên wan bên çêkirin.
ÊDÎ BES E!
Hacîre Koksal a ku mala wê ya li gundê Şuktmeyîkê xisareke mezin dîtiye jî anî ziman ku konteynirên ku ew tê de ne sar in û bi zivistanê re her tim nexweş dikevin. Koksalê got: “Bila rojek berî rojekê xaniyên êe çêbikin. Em ji vê serma û berfê xilas bibin û herin malên xwe."
9 KES DI KONTEYNIREKÊ DI DIMÎNIN'
Cemîle Yakaci jî diyar kir ku 9 kes di konteynirekê de dimînin û got: “Pitikek min û extiyarên me hene. Pîrejin di nav nivînan de ye û nikare rabe. Em bi 2-3 kes em wê radikin û lazmatiyên wê dabîn dikin. EM serê wê dişon, wê dibin daşirê. Pir zehmet e. Ev salek e em perîşan bûne. Em heya niha di konaan de diman. PIştî cejnê konteyner hatin. Lê tuwalet, serşok tune ne. Gotin em ê heya adarê temelê xaniyan deynin. Em dixwazin rojek berî rojekê xaniyên me bên çêkirin."
'EM XANIYÊ XWE JIYANA XWE DIXWAZIN'
Ji ber erdhejê Remziye Yakaciya ku bi malbata xwe re di konteynerê de dimîne, serpêhatiyên xwe yên 11 mehên dawî wiha vegot: “Piştî erdhejê jiyana me bi rezaletî derbas dibe. Em rastî her cure pirsgirêkan tên, kes nayê guh li me nake. Em xaniyê xwe, jiyana xwe dixwazin."
Ji mexdûrên erdhejê Ayhan Benîce jî pirsgirêkên ku hatine jiyîn wiha vegot: “Ji ber ku metbex tune ye, piştî xwarinê firax li derve tên şûştin. Liv ê nefikirî ne. Ji bo serşokê, kabînek anîne, lê hemû jî cam e. Mirov wê çawa xwe bişo? Ji ber vê yekê her kes mexdr e."
MA / Rûkiye Adiguzel