NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk stasyona ceyranê û noqteyên asayîşê yên Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Dewleta tirk ku di pevçûnên 12’ê çileyê yên li qada Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê gelek leşkerên xwe winda kir, êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk stasyona ceyranê û noqteya asayîşê ya li başûrê navçeyê bombebaran kir.
Têkildarî encamên bombebarana li dijî stasyona ceyranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.