ENQERE - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak a di Doza Kobanê de îfadeya xwe domand, diyar kir ku têkoşîna aştiyê li gorî atmosfera siyasî nayê guhertin û wiha got: “Heta ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê çareser nebe, ya li Sûriyeyê jî çareser nabe. Ya ku vî welatî xelas bike aştî ye, çareserî ye. Deriyên Îmraliyê vekin.”
Doza Kobanê bi parastina siyasetmedara girtî Gultan Kişanak a têkildarî esasê berdewam kir. Kişanak, dema navberê bi siyasetmedarên girtî yên li eywanê re sohbet kir, destnîşanî “Bijî berxwedana zindanan” kir.
‘EM BERSÛC NÎNIN DOZDAR IN’
Kişanak a pişt re parastina xwe domand, wiha axivî: “Ev ne parastineke. Ez û hevalên xwe ne bersûc in, dozdar in. Em li dijî kesên li dijî mafên mirovan û mafên jinan şer îlankirine ne. Em ji kesên me bi salan e weke rehîneyên siyasî digirin dozdar in. Min di vê pêvajoya rehînetiya siyasiyî de bav, kek, jinbira, birazî, xwişk, mam, xal û meta xwe winda kirin. Min nekarî bi kesê re jî xatire xwe bixwazim û di kêliyên wan ên dawî de li cem wan bin.
EZ Ê PARASTINA XWE BI SÊ SERENAVAN PÊK BÎNIM
Ez ê parastina xwe di bin banê sê serenavan de pêk bînim. Ez ê ewilî bi mijara ‘Têkoşîna Azadiyê ya Jinan” nirxandinê bikim. Jin jiyan bi xwe ye. Hûn nikarin ji bo ku ez femînîst im an jî bi têkoşîna jinan re me min sûcdar bikin. Ez we sûcdar dikim. Ez kesên bi hişê dewleta mêr ve dewlet ber bi kendalê ve birin sûcdar dikim. Endamên darazê yên darbekar sûcdar dikim. Yên sûcdar hûn in. Têkoşîna aştiyê ya jinan ne sûcdar e. Têkoşîna wekheviyê ya jinan ne sûc e.
HÛN ÇIMA DI DARIZÎNIN?
Sedemê darizandina di Doza Kobanê de vekirî ye. DAIŞ’ê li Kobanê pêkanînên derveyî mirovî kirin. Hêj jî li Tirkiyeyê jinên êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve tên firotin. Ji bo ku DAIŞ sibê li Şengalê heman tiştî neke min kir. Di ANF’ê de nûçeya bi navê ‘Dibe ku sibê dereng be, em çi bikin divê niha bikin, bila Kobanê jî weke Şengalê neyê, em DAIŞ’ê bisekinînin’. Kî dera vê sûc e? Sûcekî wiha dibe? Ez ji desthilatê re dibêjim; bila gotinên me yên di vê mijarê de bişopînin û deynin pêşiya kesên fermana vê dozê dane. Ka li vî welatî cihekarî li kurdan nedihate kirin? Ka hemwelatîbûna wekhev… Di mûtalayê de dibêje ‘fikrên siyasî yên kesan, nijad, zayend û zimanê mirov ne mijara dozê ye’. Gotinên ‘Divê DAIŞ’ê bisekinînin’ , ‘DAIŞ li dijî jinên kurd sûcên zayendî dike’ , ‘komkujiyan dike’ ne fikrên min ên siyasî ne? Hûn çima di darizînin? Bersiva vê di mutalayê de heye.
JI ŞANDEYA DADGEHÊ RE: DI DESTÊ WE DE YE KU HÛN JI VÊ ŞERMÊ XELAS BIBIN
Banga ji bo rawestandina DAIŞ’ê hate kirin peywîra mirovahiyê bû. Ji bo ku min ev kir hûn min sûcdar dikin? Heta ku ev tişt bibin mijara sûcdariyê ev doz nîşan dide bê kî bi DAIŞ’ê re ye û kî li dijî wê ye. Dê wiha derbasî dîrokê bibe. Heke helwesteke we ya têkildarî nirxên exlakî û namûsê hebe; hûn ê van mijarên sûcdariyê bêxin. Sebahat, Selahattîn, Gultan, Fîgen, Sebahat… Ev nebûn sedemê kuştina mirovan. Dîrok dê bibêje ‘Ev şandeya dadgehê li cem DAIŞ’ê sekinî’. Ez bang li desthilatê dikim; hûn ji serê sibê heta êvarî dibêjin ‘bila DAIŞ’ xelas bibe. Ji bo ku min DAIŞ rawestand ez têm darizandin.
Di destê we de ye ku hûn ji vê şermê xelas bibin. Em bi şandeyeke tayînkirî re rûbirû ne, tu tişt li gorî hiqûqê nehate kirin, Selahattîn başkan di beyannameya xwe de bi hûrgiliyên wê pêşkeş kirin, beriya we biryar hatin dayîn. Herkes dê xwe xelas bike lê ji bo ku we ev biryar îmze kiriye hûn ê nikarin xwe xelas bikin.
DI NAVBERA BIRÊZ OCALAN Û DEWLETÊ DE HEVDÎTIN DEST PÊ KIRIBÛN
Di navbera PKK’ê û hikumetê de hevdîtin dest pê kiribûn. Di navbera birêz Ocalan û dewletê de hevdîtin hatin destpêkirin. Di vê pêvajoyê de jin di bin têkoşîna azadiya jinan de tev li pêvajoya çareseriyê bibin hatin bahev. Ez kesên pêvajoya çareseriyê xera kirin sûcdar dikim. Ez ji kesên ku mase wergerandin dozdar im, ez ji kesên beriya rojekê Mûtabakata Dolmabahçeyê aşkere kirin û pişt re gotin haya min jê nebûn dozdar im.
DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN
Ey hikumet di sala 2013’an de Hakan Fîdan ê niha Wezîrê Karên Derve ye, nameya birêz Ocalan anî. Sirri Sureyya Onder jî li Amedê xwend. Ev daxwazên rewa, demokratîk û aştiyane bûn. Niha dîsa ji bo ku deriyên Îmraliyê bên vekirin çalakiya greva birçîbûnê heye. Di sala 2012’an de jî daxwaza civakî zêde bûbû. Sadûllah Ergîn li min geriya got ku ‘Ji Ocalan name hat, me da birayê wî. Van çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bikin.’ Têkoşîna aştiyê li gorî atmosfera siyasî nikare were guhertin. Ji bo jinan mijareke rêgezî ye. Li gorî konjonktura siyasî ‘dilê min xwest ez ê Kişanakê bigirim, qeyûm tayîn bikim’. Nabe! Ez di sala 2013’an de li kîjan noxteyê bim niha jî di heman noxteyê de me.
DU ASTÊN VÊ PIRSGIRÊKÊ HENE
Du astên vê pirsgirêkê hene. Dewlet jî dizane ku di asta yekemîn a têkildarî şerê çekdarî di mijara sekinandina xwîna tê rijandin de hêza Ocalan heye. Ji bo ku xwîna tê rijandin bisekine deriyên Îmraliyê vekin. Ji bo zarokên vî welatî em dikarin bi siyasetê çareser bikin. Bernameyên di mijara çareseriyê de Ocalan pêşkeşî hikumetê kirine hene.
KÊ ÇI ÇAWA XELET KIR?
Kê çi çawa xelet kir? Bila MÎT arşîva xwe veke, belgeyên xwe pêşkeş bike. Li Îmraliyê çi hate axaftin? Li Qendîlê çi hate axaftin? Bi me re çi hate axaftin? Hemû arşîv li wir e. Ez weke jineke temenê wê bi xwendin, nivîsîn û têkoşînê derbas bûyî dibêjim ku ‘Heta ku pirsgirêka kur li Tirkiyeyê neyê çareser kirin, ya Sûriyeyê jî nayê çareserkirin.’ Em dikarin pira aştiyê ava bikin. Dema emperyalîstan dagirkeriya klasîk berdan û ji vê erdnîgariyê derketin, pirsgirêka kurd kirin perçe û li vê erdnîgariyê weke belayekê hiştin û çûn. Heke Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike dê li Iraqê jî li Sûriyeyê jî were çareserkirin. Ji ber ku em nikarin pirsgirêkên li vê derê çareser bikin em wir jî weke gefekê dibînin. Tişa ku vî welatî xelas bike aştî ye û çareserî ye. Dema ku ev yek li vî welatî pêk hat wê demê hûn ê bibînin ku cihê jeopolîtîk çawa veduguhere avantajekê. Bila rêya me vekirî be, bila rêya me aştî be.”
Parastina Kişanakê dê sibê saet di 10.00’an de berdewam bike.