ENQERE - Gultan Kişanak a di Doza Kobanê de beyanên xwe domandin wiha got: “Ez bang li civaka Tirkiyeyê dikim; Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne. Heke em li dijî dozên komployê bêdeng bimînin dê li dijî dozên din ên komployê nikaribin dengê xwe derxînin. Niha dema wêrekiyê ye.”
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Danişîn bi parastina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak berdewam dike.
Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê, Sebahat Tûncel, Nazmî Gur û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn, qismekî siyasetmedaran bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê Gultan Kişanak jî ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan danişîn temaşe kir.
Danişîn bi parastina Kişanakê dest pê kir. Kişanak ê dest diyar kir ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) bi pêkanîna pêwistiyeke girîng a demokrasiyê ket pêşhilbijartinê û destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî wê bibe hilbijartinên aşkerakirina dozên komployê û gel wê wezîfeya xwe bi cih bîne. Kişanak diyar kir ku gel Doza Komployê ya Kobanê qebûl nake û di hemû hilbijartinên pişt re hatin kirin de vîna xwe danîn holê.
PIŞTÎ KU HATE GIRTIN 11 ROJAN ÎDÎANAME HATE AMADEKIRIN
Kişanakê qala sûcdariyên li dijî kesên di çarçoveya dozê de tên darizandin kir û wiha berdewam kir: “Ev doz dozeke siyasî ye, hemû îdîayên ku di vê dozê de li min û hevalên me yên din tên kirin çalakiyên siyasî, daxuyaniyên çapemeniyê, axaftinên mitîngê û hevpeyvîn in. Bila raya giştî vê bi zelalî bizanibe, ji bilî fikrên me yên siyasî û xebatên me yên siyasî tu mijarên sûcdariyê nînin. Ev doz dozeke komployê ye, girtina min a sala 2016’an û lêpirsîna ku weke sedema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin hate bikaranîn hemû komplo ne. Ji bo şaredariyê bi dest bixin komployek kirin. Li Enqereyê kesê bi navê Nûman, hin belgeyên ji çopî dîtine anîne radestî dozger kirine. Piştî ez hatime girtin 11 rojan îdianame hatiye amadekirin. Komployeke taybet hebû, vê desthilatê dixwest dest deyne ser şaredariya bajarê mezin. Kîjan dozger di 11 rojan de dikare îdianameyê amade bike? Yek belgeya di wê îdianameyê de nîne, girtekên polîsan ên girêdayî derewên darbekaran e.”
WE KOMPLO LI SIYASETA DEMOKRATÎK KIRIN
Kişanak, axaftina xwe wiha domand: “We komploya duyemîn jî li vir kir. Ji bo ku min li Doza Komployê ya Kobanê zêde bikin we ez li vir girtim. Ahmet Altûn binê teşxîskaran destnîşan kir û ez li vê komployê zêde kirim. Ez bi beyanên îtîrafkaran hatim girtim. Piştî ku we ez 3 salan girt im, bêyî ku şerm bikin we got beyanên îtîrafkaran beriya girtinê hatine wergirtin. Bêyî ku ez bibim wekîl di sala 2007’an de komploger ketine dewrê û dosyayeke lêpirsînê ya derew çêkirine. Tevî ku tu eleqeya me bi wê dosyayê nebû jî parlamenterên DTP’ê ketin şopandina teknîkî û dest bi komployê kirin. Li dijî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd a bi rêya Meclisê li dijî me komplo kirin. Dosyaya em pê re rûbirû mane ne îdianameyeke ku dozgerî nivîsandiye, belgeyên ku polîsan û komplogeran nivîsandine û çop in.
ABORÎ TÊK ÇÛ, ŞER HEYE, PEVÇÛN HEYE
Ji 7 salan zêdetir e bi komloyên siyasî li girtîgehê tên ragirtin, gelo di vê pêvajoyê de li der ve çi bû? Aborî têk çû, şer û pevçûn hene, têkiliya welat a bi cîranên wê re nema, destûra bingehîn têk çû. Biryarên têkildarî me li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) disekinin hene lê ji ber biryarên siyasî nikarin biryarekê bidin.
Serlêdanên têkildarî girtina dem dirêj ji sala 2018’an ve hatine kirin hene. 6 sal in li wir tên sekinandin. Nikare bersivê bide, çima nikare bide? Dê bibêjin ‘tu terorîstan diparêzî’. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Demîrtaş de heye lê nikarin pêk bînin, ji ber ku di bin gefan de ne. Pergala destûra bingehîn têk çûye. Li Tirkiyeyê pergala civaka demokratîk nemaye.
EM BÊDENG BIMÎNIN DÊ SIBÊ ZEMÎNEKE AXAFTINÊ NEMÎNE
Hûn nikarin azadiya me ya fikran û ramanan ji destê me bigirin, hûn nikarin vê weke sûc nîşan bidin. Ji bo ku em weke desthilatê nafikirin hûn nikarin darizînin. Em teslimî vê împaratoriya tirsê nabin. Yekane rêya têkbirina vê wêrektî ye. Ez bang li civaka Tirkiyeyê dikim; Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne. Heke em li dijî dozên komployê bêdeng bimînin dê li dijî dozên din ên komployê nikaribin dengê xwe derxînin. Niha dema wêrekiyê ye. Dibe ku sibê gelek dereng bibe, em çi bikin divê îro bikin. Divê em rastiyê bi rêxistin bikin, em mafên xwe yên demokratîk jinûve bi dest bixin.
EM DIKARIN DI 10 XALAN DE ÇARESERIYÊ DEYNIN HOLÊ
Em dibêjin werin em ji cihekî dest pê bikin. Avakirina aştiyê pêvajoyeke. Ne tişteke ku di cih de çêbibe, lê em ji cihekî dest pê bikin. Ew cihê jê were destpêkirin jî rakirina astengiyên li pêş demokrasiyê ye û rakirina dozên komployê ye. Tiştekî ku em nikaribin çareser bikin nîne, bes em ji dil bin. Em dikarin deynin pêşiya xwe ku pirsgirêka kurd çawa di 10 xalan de çareser dibe û ew îrade jî heye. Di sala 2015’an de di pêvajoya xweseriya cewherî de me hemûyan hewl da, heke xwestibûna wê pirsgirêkê çareser bikin, ev pirsgirêk wiha berdewam nedikir. Mirovên ku fuzeyên wan hebûn nebûn li wir, heke siyasetê giranahiya xwe nîşan dabûya, desthilatê bi me re hevdîtin kiribûna me dikarî wê rewşê xelas bikin. Ne hewce bû ku ev bajarên me bên hilweşandin. Ne tesaduf e ku fermandar darbekar in. Bi dilxwazî û zanebûn bûyer mezin kirin. Heke em bi desthilat û muxalefetê re li cihekî saxlem sekinîbûna lê me nekarî. Ji ber ku me bi gotina desthilatê ya ‘ez dixwazim çareser bikim’ bawer kir, tên darizandin, parêzbendiya parlamenteran gelê kurd naparêze, azadiya îfade û ramanê jî me naparêze. Em ne hemwelatiyên vî welatî ne? Bêjin ‘hûn ne hemwelatî ne, mafê we yê rêxistinkirinê nîne, mafê we yê bibin şaredar û parlamenter nîne’.”