Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin

  • rojane
  • 09:58 17 Çile 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê di her qadên jiyanê de derhiqûqtî di meriyetê de ne. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku li bajar qanûn nayên bicihanîn û wiha got: “Binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin.” 
 
Li Colemêrgê hema hema her roj bi ser malan de tê girtin, gelek kes tên binçavkirin û girtin, rastî îşkenceyê tên û tevahiya van binpêkirinan jî bi polîtîkaya “necezakirinê” biencam dibin. Bûyerên îşkence û miameleya xerab ên di nava 9 mehên dawî de li bajar rû dayîn jî nîşaneya vê rewşê ne. 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan
 
7 CIWAN HATIN DERBKIRIN
 
Di serdegirtinên malan ên di 29’ê gulana 2023’yan ên li Geverê de ciwanên bi navên D.K. (15), A.Y. (16), Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal, Ugur Şedal û Mûstafa Bor hatin binçavkirin. Ciwanên ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin. Di encama îşkenceyê de serê Mûstafa Bor şikest û li ser bedena wî şopên derbkirinê hebûn. Wêneyên wî jî bi raya giştî re hatin parvekirin. Tevahiya binçavkiriyan ên rastî îşkenceyê hatin piştre hatin berdan. 
 
ŞIVAN RASTÎ TUNDIYA LEŞKERAN HATIN 
 
Welatiyên bi navên Serhat T., Serkan T., Ercan O. û Selah T. ku li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê pezê xwe diçêrandin, di 25’ê tîrmeha 2023’yan de ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin û îşkenceyeke giran lê hate kirin. Her 4 welatî bi hinceta “muxalefeta li dijî pasaportê” hatin binçavkirin û dadgeriyê bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. 
 
POLÎSAN ESNAF DERB KIRIN
 
Di 20’ê îlona 2023’yan de li navçeya Şemzînanê polîs bi esnafekî re binîqaş çûn û bi qirika xwediyê kargehê girtin û gef lê xwarin. Li ser vê yekê esnaf û welatiyan bertek nîşandan. Polîsan gelek welatî û esnaf derb kirin û bi awayeke rasthatî gule li hewa reşandin. 
 
TAZÎ KIRIN Û PIŞTRE JÎ ÎŞKENCE KIRIN 
 
Di 7’ê cotmeha 2023’yan de li navçeya Geverê bi ser malan de hate girtin û 10 kes hatin binçavkirin. Her 10 welatî jî rastî tundiya polîsên tevgera taybet hatin. Ji welatiyan Vedat Ozeken ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, hate tazîkirin û derbkirin. Her wiha tevahiya cilên Bariş Ozçuk li ser hatin kirin, ava sar lê kirin û hate îşkencekirin. 
 
DERÎ Û PACÊN MALAN HATIN ŞIKANDIN 
 
Di hefteya ewil a sala 2024’an di 6’ê çileyê de li Taxa Baglara Jêr a Colemêrgê bi îdiaya “du kesên gumanbar hatine dîtin” tax hate dorpêçkirin. Polîsan bi ser malan de girtin, derî û pacên malan şikandin û alavên welatiyan belav kirin û zirar danê. 
 
MALBATA PIRSA ‘DESTÛRA LÊGERÎNÊ KIRIN’ HATIN DERBKIRIN 
 
Herî dawî jî di şeva 10’ê çileyê de polîsan li Taxa Nû ya Geverê bi ser mala malbata Kurt de girtin. Polîsên tevgera taybet deriyê malê şikandin û ferdên malbatê yên pirsa “destûra lêgerîn” kirin derb kirin. Di dema serdegirtinê de polîsan li hundirê malê gule reşandin. Îdrîs Kurt û Sitar Kurt ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê hatin berdan. Têkildarî îşkence û miameleya xerab welatiyan rapora derbê wergirtin û serlêdana sûc kirin lê berpirsyar hatin parastin. 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan têkildarî bûyerên îşkence û miameleya xerab ên li bajar ji hêla hêzên ewlekariyê ve tên kirin axivî. 
 
CANAN: BINPÊKIRINÊN MAFAN ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN 
 
Ergun Canan bal kişand ser tiştên di 10’ê çileyê de qewimîn û wiha got: “Ez bi xwe bûm şahid. Hêzên ewlekariyê bi çekan bi ser malê de girtin, derî û pace şikandin. Li dijî ferdên malbatê miameleyeke xerab hate kirin. Operasyonên bi vî rengî di demên dawî de li tevahiya bajar zêde dibin. Binpêkirinên li Colemêrgê her ku diçe zêdetir dibin. Îşkence û miameleya xerab li dijî destûra bingehîn, qanûn û hiqûqan e. Mimkin nîne ku em îşkence û miameleya xerab qebûl bikin. Tevî ku biryara lêgerînê nîne jî bi ser malê de tê girtin û ji zarokan heta kalan temamiya endamên malbatê tên derbkirin. Tu kes vê yekê qebûl anke. Bêguman em ê tevaiha binpêkirinên mafan bişopînin.” 
 
BANG LI RAYEDARAN KIR
 
Bi domdarî Canan got ku li herêma wan dewlet bi çi qanûnan nake û axaftina xwe wiha qedand: “Ev serdegirtin ne cara ewil e tên kirin. Wisa xuya dike ku dê yên dawî jî nebin. Em ê her tim li dijî van bûyeran bisekinin. Ji hêla hiqûqî ve dê tişta ji dest tê bikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku li dijî van binpêkirinên mafan, miameleya xerab û îşkenceya li bajar tên kirin bi berpirsyartî tevbigerin. Weke baro çi berpirsyartî bikeve ser milê me em amade ne ku peywira xwe bi cih bînin.” 
 

Sernavên din

19/01/2024
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
09:10 Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye
09:09 Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin
09:03 Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin
09:02 Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn