Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye

  • rojane
  • 09:12 18 Çile 2024
  • |
img
AMED - Delegeyên ku beşdarî pêşhilbijartina li navçeya Farqînê bûn diyar kirin ku DEM Partî bi îradeya gel namzetên hevserokatiyê hildibijêre. Veysî Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de maye pêşhilbijartinê wekî "şahiya demokrasiyê" pênase kir û got: "Ev ji bo min gava yekem e, demek pir girîng û dîrokî ye."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ji bo hilbijartinên xwecıhi yên 31'ê Adarê pêşhilbijartinan li dar dixe. Tûra yekemîn a hilbijartinên li Amedê ku li 17 navçeyên Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Li gelek cihan ji ber ku namzet ji sedî 50 + 1 derbas nekirin, pêşhilbijartina ji bo diyarkirina namzetan ma tûra duyan. 
 
Hilbijartinên li Farqînê ku ji bo 5 namzetên jin û 8 namzetên mêr hat kirin, ma tura duyan. Di dengdayînê de Kadrî Esen 326 deng, Mehmet Kaydû 278 deng, Naşîde Toprak 334 deng û Sevîm Bîçîci jî 319 deng wergirtin û man tura duyan. 
 
Delegeyên ku li Farqînê dengê xwe bi kar anîn,  pêşhilbijartinê nirxandin.
 
‘KÊLIYEKE DÎROKÎ YE'
 
Ji gelek beşên civakê welatî beşdarî pêşhilbijartinên DEM Partiyê bûn. Ji van kesan yek jê jî Veysî Bîçen e ku 30 salan di girtîgehê de maye. Biçen piştî 30 salên girtîgehê xwe cara ewil deng da.
 
Bîçen ku pêşhilbijartinaba wekî "şahiya demokrasiyê" bi nav kir got: "Ggelek welatên li cîhanê 'di warê demokrasiyê de pêşketî' vê pergalê pêk neanîn, lê tevgera me pergaleke wiha ava kir ku piraniya gel beşdarî wê bû. Ez jî gelê me yê ku beşdarî vê şahiya demokrasiyê bû û hemû kesên ked dan pîroz dikim. Ez serketinê dixwazim û dikarim bibêjim ku ez vê wekî gaveke pir girîng dibînim. Ew ê ji bo min bibe yekem, ez pir bi heyecan im. Ev kêliyeke dîrokî ye."
 
Remziye Sarilî anî ziman ku ew xwedî li biryara "pêşhilbijartinê"  derdıkevın û ji bo çanda demokrasiyê ava bikin hatine dengdanê û got: "Ji bo ku ev pergal bi ser bikeve ez hatim vir. Ez îro ji bo aştiyê û ji bo rewşa aboriyê hatim vir. Çi dibe bila bibe, bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin. Em ê aştiyê jî bînin. Kurd bi inyad in, em ê li ser piyan bisekinin. Em dibêjin 'Berxwedan Jiyan e.'"
 
EDALET Û WEKHEVÎ
 
Layhe Arşîmet jî wiha got: “Em bi pergala hilbijartinê ya bû re bi DEM Partiyê re hatin cem hev. Ez dixwazim aştî, biratî û hevgirtin pêk were. Yê ku bê hilbijartin bila ne ji bo rantê, ne ji bo eşîrparêziyê were. Em para xwe ya ji edalet û wekheviyê dixwazin."
 
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'
 
Sureyya Donmuş kêfxweşiya xwe ji bo pêşhilbijartinananî ziman û got: “Em bang li her kesî dikin ku qeyûman bişînin. Em dibêjin êdî bes e."
 
Welatiyê bi navê Ahmet Tabancî jî wiha got: “Partiya me partiyeke sosyalîst e, em ji vê helwesta partiya xwe kêfxweş in. Em bi wan kêfxweş û serbilind in, bi hêviya ku em bi ser bikevin."
 
‘DÊ BIRYAR YA GEL BE'
 
Sadiye Çîçek anî ziman ku wan bi DEM Partiyê re strata serdemeke nû daye destpêkirin û got: “Li vir gelê Farqînê kesên ku dê 5 salan wan bi rê ve bibe tayin dike. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Farqînê wê ji bo edaletê têbikoşe û xwe û vîna xwe biparêze. Em serkeftinê ji Farqînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin."
 
Abdulkadîr Dulkadîr anî ziman ku DEM Partî bi hilbijartinê re ji bo demokrasiyê kedeke mezin daye û got: "Ez dixwazim kesê ku dê ji vî gelî re bikêr be û xizmeta rast bike bê hilbijartin. J tevkariyên girîng ên DEM Partiyê yên ji bo  vî gelî yek jê jî ev e. Delege berendamên xwe hildibijêrin. Tu kes dê giliyê vê pergala wekheviyê nake."
 
Şenol Çapan jî diyar kir ku DEM Partî berevajî partiyên sîstemê îro bi îradeya gel ber bi hilbijartinê ve diçe û got: "Li vir gel çi bêje dê ew be. Ez di wê baweriyê de me ku partiya me jî dê vê pergalê bidomîne". 
 
MA / Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

19/01/2024
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
09:10 Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye
09:09 Ava Mûglayê tehsîsî santralên termîkê hatin kirin
09:03 Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin
09:02 Ji Andirînê gelek kes wekî hilbijêr li ser Xelfetiyê hatine qeydkirin
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn