ENQERE – Parêzerên siyasetmedar Gultan Kişanakê ku di Doza Kobanê de sûcên li hemberî muwekîla xwe yeko yeko pûç kirin, dozê wekî "Rediyeya çareserkirina meseleya kurd" pênase kirin.
Danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar pê tên darizandin, li hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Girtîgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê dewam kir.
Siyasetmedar Gultan Kişanak ku duh parastina xwe temam kir, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî danişînê şopand.
Parêzerên siyasetmedar Gultan Kişanakê Gul Altay, Zîlan Aydin û Destîna Yildiz di danişînê de sûcên li hemberî muwekîla xwe yeko yeko pûç kirin. Parêzeran Doza Kobanê wekî "Rediyeya çareserkirina meseleya kurd" pênase kirin.
Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê danişînê heya sibê saet 10'ê serê sibehê taloq kir.