STENBOL - Bi ser qetilkirina Hrant Dînk re 17 sal derbas bûn. Edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan got: “Gotina ‘tiliya FETO’yiyan, Ergenekoniyan tê de hebû’ berevajîkirina cînayetê ye. Ev, cînayeteke dewletê bû û xwedî li kujerên xwe derket.”
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li pêşiya avahiya rojnameyê ya li ser Cadeya Halaskar Gazî ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Dînk re 17 sal derbas bûn. Amadekariyên ji bo qetilkirina Dînk, piştî nivîsa bi ser navê “Riza Sabîha Xatunê” hatin kirin ku di 6’ê sibata 2004’an de hate weşandin û qala Sabîha Gokçen a di Komkujiya Dêrsimê de cih girtî dikir. Serfermandariya Giştî ya Artêşê di 22’yê sibata 2004’an de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ji bo nivîsê got; “Ji hêla yekitî û hevgirtina neteweyî û nirxan ve xetere ye.”
Dînk, piştî daxuyaniya behsa xeberê di 24’ê de li Walîtiya Stenbolê hate vexwendin. Li gorî îdiayan, Cîgirê Walî Ergun Gungor û du kesên pê re gef li Dînk xwarin. Rojek piştre jî kesekê bi navê Mehmet Soykan giliyê Dînk kir û Dozgeriya Komarê ya Şîşliyê jî bi îdiaya “biçûkxistina tirktiyê” doz li Dînk vekir.
OCAXÊN ULKUYÊ GEF XWARIN
Piştî tawanbariya “heqareta li tirktiyê”, lînca li dijî Hrant Dînk her ku çû mezintir bû. Komeke ku xwe weke endamên Ocaxên Ulkuyê pênase dikir, di 26’ê sibatê de hate pêşiya Rojnameya Agosê û pankartên “Biaqil be”, “Dê hesab were pirsîn” û “Dê dest bên şikandin” vekirin û dirûşm berz kirin. Bi van rûdanan re Dînk bi awayeke eşkere kirin hedef. Di 19’ê çileya 2007’an de dema Dînk ku ji bankaya nêzî Rojnameya Agosê derdiket, ji hêla tetîkkêşê bi “kumikê spî” ve hate qetilkirin. Tetîkkêşê ku li ser cadeya qelebalix ji piştve gule li serê Dînk da, demekî kin piştre dîmenên wî li ser televîzyonan hatin parvekirin û derket holê ku kesê bi navê Ogun Samast e.
Têkildarî qetilkirina Dînk doz hate vekirin û 14 sal piştre biryar hate dayîn. Di dozê de 76 bersûc hebûn, du cezayên muebbeta giran, du cezayên muebbetê û bi rêjeyên cuda cezayên hefsê hatin dayîn. Bi giştî ji bo 26 bersûcan biryara girtinê hate dayîn. Dosyaya 13 firariyan ku Fethullah Gulen jî di nav de, ji dosyayê hate cudakirin. Parêzer û malbata Dînk li dijî vê biryarê îtîraz kirin û gotin ku bi vê biryarê re hemû aliyên cînayeta Dînk nehatine zelalkirin û derheqê hemû berpirsyaran de hukm nehatiye dayîn.
KUJER HATE TEHLIYEKIRIN
Tetîkkêş Ogun Samast piştî 16 sal û 10 mehan bi sedema rapora rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ya “halbaş e” hate berdan.
Ji hevalên nêz ên Hrant Dînk edîtorê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan têkildarî pêvajoya 17 salan kir.
'HEWL DIDIN ALIYÊ SOSYALÎST Ê HRANT BINIXUMÎNIN’
Estukyan, da zanîn ku wî û Dînk di sala 1974’an de hev nas kirine û wiha got: “Fikrên me nêzî hev bûn lewma em gelek caran li cihên hevpar hatin gel hev. Hrant, ji hêla derdorê ve weke kesekî ‘bikelecan, çalak, gotinên xwe dike’ dihat naskirin. Ji nasnameya xwe ya ermenbûnê zêdetir, bi çavekî sosyalîst li civakê dinihêrt. Îro li Tirkiyeyê her tişt jirêzê tê dîtin. Lewma Hrant weke ‘milîtanekî ermen’ tê danasîn. Erê rast e, Hrant li dijî zîhniyeta dijminatiya ermenan dike têkoşiya lewma dê Hrant xwedî li ermenan derketa. Lê ev yek ne ji ber nasnameya wî ya ermenîbûnê bû. Hrant bi heman awayî xwedî li kurdan derket. Li cem hemû bindestan cih girt. Di esasê xwe de hewl didin nasnameya sosyalîst a Hrant xuya neke.”
'ZAROKÊ GELÊ HATIBÛ QIRKIRIN BÛ’
Estukyan, diya kir ku Dînk di dema avakirina Rojnameya Agosê de bi derdora xwe re şêwiriye û wiha domand: “Ez jî yek ji wan bûm. Rojnameya ermenan bû lê weşana xwe bi zimanê tirkî dikir. Ji bo civaka Tirkiyeyê jî ji neheqiyên li dijî ermenan haydar be bi tirkî weşan kir. Tu pirsgirêkên wî bi tirkan re nebû. Zarokê gelê hatibû qirkirin bû. Malbata wî bi xwe jî hatibû qirkirin. Li rexekî hesab ji qirkirinê dipirsiya û li rexa din jî nedikat xefika neteweperestî û nîjadperestiyê. Ev yek jî li kesayetiya wî ya sosyalîst dihat. Lê qirkirina ermenan li Tirkiyeyê tabûyeke. Her ku mijarê vedikolî, digihijî cihê ku Mehmet Agar digot; ‘tu kevirekî bikişînî dê dîwar hilweşe.’ Tişta li vir qala wê dike, dîwarê bingehîn ê Komara Tirkiyeyê ye. Mixabin ew dîwar li ser qirkirina ermenan hate avakirin. Dibûya ku gotinên Hrant ev mijar li nîqaşê vekira. Ev jî dihat wateya hejandina wî dîwarî.”
'DEWLET HÎNÎ ERMENÊ BÊDENG BÛBÛ’
Bi domdarî Estukyan bi lêv kir ku pêngava Dînk dewlet xist nava tirs û xofê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dewlet hînî ermenê bêdeng bûbû. Nêzikatiyeke ‘li serê ermen bixe û nanê wî jê bistîne’ serwer bû. Lê di şexsê Hrant de cara ewil rastî berteka ‘tu çima li serê min dixî, tu kî yî, çi heqê te heye’ hat. Ev pir watedar bû. Di pêvajoyên piştre de Hrant bi destê dewletê bi awayekî plankirî hedef hate girtin. Nivîsa têkildarî Sabîha Gokçenê de weke sedema herî girîng a hedefgirtina Hrant tê nîşandan. Lê li gorî min ev nîne. Helwesta Hrant a di bernameyên televîzyonan de, pêbaweriya wî û sekna wî ew veguherand ‘kesekî xetere.’ Nivîsa têkildarî Sabîha Gokçenê tenê bû nîşaneya îşaretê. Em tevek bi wan kitekitan dizanin. Vexwendin Walîtiya Stenbolê, li wir 2 endamên MÎT’ê gefa ‘li xwe hişyar be, heke tu nivîsên wiha binivîsî em ê nekin te biparêzin’ lê xwarin.”
'DIKARIYA BI REHETÎ BIÇE WELATÊN EWROPAYÊ’
Di berdewamê de Estukyan got; “Li dijî vê yekê yan dê Hrant li welêt mabûya yan jî ji ber ewlehiya xwe dê biçûya welatekî Ewropayê” û wiha pê de çû: “Du vebijêrkên wiha li pêşiya wî hebûn. Bi taybet jî ji bo biçe Belçîkayê, li ser hevjîna wî piştgiriyeke mezin a xizmên wî hebû. Ew bi xwe jî wê demê rojnamegerekî naskirî bû. Anku pir bi rehetî dikariya li wir jiyaneke nû ava bike. Lê Hrant berevajî vê, li dijî van gefan nivîsek nivîsand û got; ‘Em ne ji wan kesan in ku dest danin ser bihûşta ku kesên din bi xwîn, xweh û hêsiran avakirin. Em ji wan kes in ku hewl didin dojeha tê de dijî veguherîne bihûştê.’ Ev gotin, gotineke pir watedar e ku Hrant vedibêje.”
'EV CÎNAYETEKE DEWLETÊ YE’
Estukyan, da zanîn ku qetilkirina Dînk cînayetekî jirêzê nîne û wiha got: “Berevajî vê, her gava cînayetê yek bi yek hate amadekirin. Anku Ogun Samast ji ber xwe ve hêrs nebû û ev cînayet kir. Ji bo vê cînayetê hate teşwîqkirin. Jixwe piştre got; ‘min ew nas nedikir. Min bihîst ku zarokên wî hene, zewicî ye. Min ev yek qet nedizanî.’ Kesên ew araste kirin jê re gotin; ‘tu dê karekî neteweyî bikî, dê ji bo neteweya me bikî. Ev kes dijminê gelê me ye. Kuştina vî karekî bişeref e.’ Birastî jî cînayetekî plankirî bû. Lewma gotinên weke ‘tiliya FETO’iyan, Ergenekoniyan tê de heye’ tenê ji bo berevajîkirina vê cînayeta biorganîzekirî ye. Ev, cînayetekî dewletê bû. Û dewlet xwedî li kujerên xwe derket.”
Estukyan, axaftina xwe wiha qedand: “Xwestin bi qetilkirina Hrant peyamekî bidin gelê ermen û hemû civakê. Tehliyekirina tetîkkêş Samast em şaş nekir. A girîng ew e ku kesên fermana 'bikuje' dayîn nehatin darizandin. Ogun Samast tenê weke amûrekî hat bikaranîn. Weke mînak, rola Velî Kuçuk a di cînayetê de di dema darizandinê de qet nebû rojev. Parêzerên Hrant ev yek daxwaz kirin lê nebû rojev. Her wiha teşkîlata ciwanan a Partiya Yekitiya Mezin (BBP) û Ocaxên Alperenê qet nehatin nîqaşkirin. Ev kes ne ji bo qehwexaneya taxê hatibûn ba hev. Ya ku me aciz dike jî ev e. Pergaleke ku kesên li ser navê Tirkiyeyê cînayetan dikin diparêze heye. Di esasê xwe de dema em qala edaleta ji bo Hrant dikin, em ji bo welêt edaletê dixwazin. Ji bo vê jî têkoşîn divê. Yek ji eniyekî herî girîng ê wê têkoşînê jî Hrant Dînk bi xwe û têkoşîna wî bû. Em ê xwedî li bîranîna wê têkoşînê derkevin.”