Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:44 19 Çile 2024
  • |

STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 17'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ber avahiya rojnameyê ya ku lê hatibû qetilkirin hat bîranîn. Di bîranînê de ev peyam hat dayîn: "Em tevî kesên ku hewl didin me ji hev cuda bikin û bikin dijminên hev jî, her sal wekî îro li vir tên cem hev û bi hev re diqîrin, dibêjim 'ji eksa faşîzmê re tu birayê min î Hrant.'" 

 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'an de li ber avahiya rojnameyê ji aliyê kujer Ogûn Samast ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. Di 17'emîn salvegera qetilkirinê de pankarta bi wêneyê Dînk û nivîsa "Cinayet 17 salî ye" li avahiya berê ya rojnameyê hat daliqandin. Di bîranînê de li ser peyarêya ku Dînk lê hatibû gulebarankirin hinar, qurnefîl û rojnameya Agosê hatin danîn. Malbata Dînk, hevalên wî û parlementer jî di nav de, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û nivîskar beşdarî bîranînê bûn.
 
Beriya bîranînê qada di navbera Xaçerêya Osmanbey û Muzeya Harbiyeyê de ji aliyê polîsan ve ji bo çûnhatinê hat girtin û qada ku bîranîn lê pêk hat jî hat dorpêçkirin. Kesên ku xwestin beşdarî bîranînê bibin rastî lêgerîna polîsan hatin. Beriya bîranînê li cihê ku Hrant Dînk lê hat qetilkirin pankarta "Ji bo Hrant edalet" û "Ji bo Hrant dad" hat vekirin û qurnefîl û mûmên sor hatin danîn. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne", "Ji eksa faşîzmê tu birayê min î Hrant", "Yê kujeran diparêze hevkarê kuştinê ye", "Bijî biratiya gelan" dest pê kir. 
 
Di bîranînê de nameya Çîgdem Mater a ku ji ber Doza Geziyê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtiye ji aliyê keça Fehmî Tosûn ê di girtîgehê de hat windakirin Besna Tosun ve hat xwendin. Piştre axaftinên berê yên Dînk hatin guhdarîkirin.
 
Piştre metna bîranînê ya îsal, ji aliyê rojnamevan û nivîskar Oya Baydar ve hat xwendin. Baydar ku li qada bîranînê bi silavkirina girseya gel dest bi axaftina xwe kir, got: “Bira, heval, dost û hevalên Hrant ên hêja, mirovên aştîxwaz, xwedî wijdan ku îro nikaribûn li vir bin, lê dilê wan bi me re dişewite. Bi gotinên jibîrnekirî yên hêja Rakel Dînk, 17 sal berê li vir, li ber vî deriyî hat qetilkirin. Belê Hrant hem hilgirê derd û kulên vî welatî bû û hem jî derman û wijdanê gelê mezlûm bû."
 
Baydarê di berdewama axaftina xwe de got: "Tu wijdanê me yî Ahparîg. Dibe ku her tişt û her kes bê kuştin, lê wijdan nayê kuştin. Lewma tu her sal, di 19'ê Çileyê de ji bo me ji nû ve vedijî. 19'ê Çileyê wijdanê vî welatî û biratiya vî welatî ye. Divê wiha bê pîrozkirin. Silav ji bo kesên xwedî heman nirxan. Silav ji bo wan kesan ku bi wêrekî ji bo van nirxand sond xwarine. Silav ji bo wan kesan ku ji ber van nirxand di zindanan de ne."
 
Piştî ku Baydar got "Em li vir in Ahparîg" girsyeê bi yek dengî dirûşmeyên "Heya em nebêjin qediyaye dê ev doz bidome" û "Bijî biratiya gelan" berz kir. 
 

Sernavên din

22/01/2024
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir