Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê

  • rojane
  • 17:49 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin, rastî eleqeyeke zêde tê.  
 
Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin, îro jî berdewam kirin.
 
AMED 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam kir. Dayikên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û bi stranên gotin destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.
 
Çalakî bi serdanên piştevaniyê heya êvarê dom kir. 
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
‘HEYA AZADÎ TÊ EM Ê BIDOMÎNIN’
 
Ji çalakvanên nobetê Reşahat Ada di çalakiyê de wiha axivî: “Ev 47 roj in em di Nobeta Edaletê de ne. Ev nobet nobeteke pîroz e. Hemû jin, dayik werin bi me re, di nobetê de cihê xwe bigirin. Bila ji girtîgehan cenazeyên zarokên me dernekevin. Heya ku ev tecrîd bi dawî dibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Heya ku edaletê ji zîndanan û birêz Ocalan re tê, em ê nobetê bidomînin. Zarokên me di riyeke pîroz de ne. Zarokên me ji bo nasname û axa xwe têkoşiyan. Dizî nekirin. Bila demildest têkevin liv û tevgerê da ku em cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehan dernexînin.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA NOBETÊ
 
Halîme Tapûz jî bang li sazî û rayedarên dewletê kir û got: “Bila demildest biçin li gel Rêberê gelê kurd re hevdîtinê bikin. Bila zarokên me ji vê zilmê xelas bibin. Bila tecrîda li ser tevahiya gel were rakirin. Ji dayikan jî ricayeke min heye. Bila xwedî li vê nobetê derbikevin. Mafê me û zarokên me hene.”
 
Ji çalakvanan Kûdret Aslan jî wiha axivî: “Ez silavên xwe dişinîm Rêberê me. Bila hemû dayik piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Her kes li gorî derfetên xwe bila çend rojan piştgiriyê bide vê çalakiyê. Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin ji girtîgehan cenaze dernekevin.” 
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Tûşbayê, bernamzetên şaredariyê yên di hilbijartina gel de hatine hilbirjartin, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Di serdana çalakiyê de Fatma Balkan destnîşan kir ku ew di saya têkoşeran de li wê derê ne û wiha pê de çû: “Di serî de ez birêz Ocalan, ez hemû girtiyên rastî tecrîdê tên silav dikim. Ev tecrîda paşverû dê tenê bi yekitiya kurdan were rakirin. Em ê bi yekitî û hevkariyê vê tecrîdê ji holê rakin.”
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 48’an de berdewam dike. Rêveberên navend û navçeyên DEM Partiyê yên Edeneyê serdana nobetê kirin. Yek ji Dayika Aştiyê Turkan Şîmşek, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan di çalakiyê de ne û anî ziman ku ew bi xwe jî dayika girtî ye. Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo li welat polîtîkayên tecrîdê bî dawî bibin divê Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Tevahiya rojê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 48’an de li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên komeleyê tev li çalakiyê bûn. Dengbêjên li bajêr jî piştgirî dan nobetê û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha rêveberên Şaxa DAD’a Mêrsînê Hulya Ayhan Keskîn û Guler Cirlaz serdana nobetê kirin. Beşdarvanan destnîşan kir ku ji bo demildest aştî were vî welatî divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Meryem Erbey a di çalakiyê de axivî jî li dijî tecrîdê banga yekitiyê kir û ji bo aştiyê herkes vexwend têkoşînê.
 
Çalakiyê bi kilamên dengbêjan berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê jî li avahiya DBP’ê berdewam dike. Komeke ciwanan û welaityan îro serdana Nobeta Edaletê kirin. Ciwanên bi tembûrên xwe ve hatin bi kesên di nobetê de stran gotin. Dengbêj Hacerê jî bi klamên xwe piştgirî da nobetê. 
 
Dayika Aştiyê Fatma Guneş a têkildarî Nobeta Edaletê axivî, diyar kir ku bi salan e têdikoşin û anî ziman ku kesên têdikoşin silav dike. Guneş, bi lêv kir ku dixwazin Ocalan azad bibe û wiha got: “Divê demildest tecrîd bê rakirin û demildest azad bibe û were nava me. Em ji zextên li ser girtiyan û derketina darbestan a ji girtîgehan re dibêjin bes e.”
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan û gelek beşdarvanên nobetê yên jin pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û stranên kurdî gotin.
 
Endam û rêveberên DBP’ê, GOÇÎZDER’ê, ANYAKAY-DER’ê û DEM Partiya Maltepe û Umraniyeyê serdana nobetê kirin.  
 
‘DAYIK BÛN SEMBOLA AŞTIYÊ’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Umraniyeyê Halîs Yakût ê sibê nobetê dewr bigire, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li dijî Abdullah Ocalan li dijî hemû gelê kurd tên kirin. Yakût, da zanîn ku bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê civaka Tirkiyeyê xizan bûye û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li civakê belav bûye. Em li derve di bin zext û tecrîdê de ne. Bi astengkirina azadiya îfadeyê, bi xespkirina mafê perwerdehiyê û weke aborî em di bin tecrîdeke mezin de ne. Tevî hemû polîtîkayên tecrîdê jî gelê me xwedî vîn û baweriyeke mezin e. Bi salane li Kurdistanê li dijî şerên diqewimin weke sembola aştiyê kevokên spî tên firandin, îro jî dayik bûn sembola aştiyê. Ez hemû dayikan ji ber sekna wan pîroz dikim û diyar dikim ku her tim li cem wan e.”
 
Dayikan pişt re bi klaman çalakiya îro bi dawî kirin.  
 
 

Sernavên din

22/01/2024
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir