AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ku ji bo bi girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan e, bal kişand ser giringiya rola Abdullah Ocalan ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Ocalan rabe û aşitî pêk bê.
35 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên girtin ti agahî nayê girtin û hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerên ku di nav de 7 serokên baroyan hene û gelek saziyên maf û hiqûqê serî li Wezareta Dadê dan û bertek nîşanî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tê dayîn dan.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ku di nava hezar û 330 parêzerên serî li Wezareta Dadê dan de cih digire, têkildarî tecrîdê, serlêdana wan û encamên tecrîdê ji ajansa me (MA) re axivî.
‘TECRÎD BÛYE PIRSGIRÊKEKE ROJHILATA NAVÎN’
Çakmak, anî ziman ku tecrîd demeke dirêj e ji hiqûqê derketiye û diyar kir ku pênasekirina vê mijarê bi awayekî hiqûqî bêbersiv dimîne. Çakmak, diyar kir ku tecrîd bûye pirsgirêkeke Rojhilata Navîn û cîhanê û wiha got: “Ev yek ji ber yekbûna fikrên Birêz Abdullah Ocalan e ku di çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna vî welatî de aktorê sereke ye. Lewma demekê dewletê bi xwe jî ew muxatab girt û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Niha jî dixwazin bi vê kiryarê rê li ber fikrên Abdullah Ocalan ku civakan tîne ba hev bigirin.”
‘TIRKIYE DIZANE FIKRÊN OCALAN ÇIQASÎ BIBANDOR IN’
Çakmak, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê dizane ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo rola wî ya di siyaseta Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de çiqasî bibandor in. Çakmak, diyar kir ku mînaka herî şênber a vê yekê jî di analîza wî ya pêvajoya çareseriyê de tê dîtin. Çakmak, gotinên Abdullah Ocalan ên wê demê ji bo rayedarên dewletê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: "‘Heke hûn dev ji me berdin û dîsa bi Ergenekon û dewleta kûr re hevkariyê bikin, hûn ê vî welatî ji nû ve bikişînin nav tariyê û ew ê bikeve ser rêyek ku xilasbûna wê zehmet be.’ Nîqaşa ku ew ê bi hev re bimeşin jî îhtîmaleke pir dûr xuya dike. Abdullah Ocalan 10 sal li pêşiya xwe dibîne û ji ber ku dewlet vê yekê dizane, naxwaze Birêz Abdullah Ocalan bi civakê re, bi gelên li vî welatî dijîn re ji aliyê fikrî ve were cem hev. Ev tecrîta ku em dikarin weke rewşa nebûna mutleq a ragihandinê bi nav bikin, di şeklê xwe yê herî giran de tê meşandin. Armanca sereke ya dewletê bi vê mijarê ew e ku pêşî li belavbûna ramanan bigire.”
‘TU BINGEHEKÎ QANÛNÎ NÎNE’
Çakmak, anî ziman ku rewşa nebûna mutleq a ragihandinê têgeheke siyasî ye û destnîşan kir ku ev pêkanîn di Qanûna Înfazê de cih nagire. Çakmak, da zanîn ku di Qanûna Înfaza Cezayê de rêziknameyek heye ku mehkûmê cezayê dîsîplînê jê re tê birîn, her çiqas sûc û cezayê lê hatiye birîn hebe jî, ev ceza li pêşiya hevdîtina parêzeran astengî nîne. Çakmak, bi lêv kir ku li vir ev rewşa nebûna mutleq a ragihandinê di nava hiyerarşiyê de, ji karmendê herî jêr ê dewletê bigire heta Serokkomar di nava sîlsîleyekê de tê meşandin û tu bingeheke wê ya qanûnî nîne.Çakmak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em niha di nava dewletê de di rewşeke wisa de ne ku pratîka binpêkirina rêgezên qanûnê dibe ku di dawiyê de rewabûna dewletê bide nîqaşkirin. Ev rewş jî gelek normal tê dîtin.”
‘BICIHNEANÎNA BIRYARÊN DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BER BI NORMALBÛYÎNÊ VE DIÇE’
Çakmak, destnîşan kir ku yek ji xalên ku bêhiqûqiya ewil dest pê kiriye tecrîda li ser Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Çakmak, da zanîn ku bêhiqûqiya li wir dest pê kirî, li hemû qadên din ên welêt belav bûye. Çakmak, diyar kir ku îro ew gihiştine asteke wisa ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nayên bicihanîn û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ev rewş di nava civakê de ber bi normalbûnê ve diçe. Ji ber ku hêz di destê desthilata siyasî de ye, dikare vê normalbûyînê xurt bike û kontrol bike. Lê wek min got, bêhiqûqiyê ji Girtîgeha Girava Îmraliyê heta hemû qadên welêt dest bi belavbûnê kir. Piştî demekê her ku li gorî rêgezên dewleta hiqûqê tevnegerin, dê nîqaşa rewabûyîna dewletê dest pê bike. Bi cih neanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî vê rewşê ber bi asteke giran ve dibe."
‘DOZGERÎ BERSIVÊ NADE’
Bi domdarî Çakmak anî ziman ku wan ji dozgeriyê ku saziya muxatab e jî der barê rewşa agahînegirtinê de nekarîne nêrînê bigirin û bi bîr xist ku di dewleta hiqûqê de erka saziya pêwendîdar e ku bersivê bide serlêdanê. Çakmak, diyar kir ku heke di rêziknameyê de der barê qanûna înfazê de cezayê dîsîplînê hatibe dayîn, divê belgeyên di dosyaya têkildar de li ser esasê wekaletnameyê bên dayîn û rêyên hiqûqî yên îtîrazê bên vekirin. Çakmak, wiha berdewamî da axaftina xwe: "Li vir her çiqas parêzer daxwaz dikin jî cezayê dîsîplînê yê hatiye dayîn, nadin parêzeran. Tevî ku cezayê dîsîplînê hebe jî ti rêziknameya hiqûqî ya ku dîtîna parêzer asteng bike tune ye. Tevî vê yekê jî li Girtîgeha Girava Îmraliyê rewşek fîîlî, defakto hatiye afirandin. Em dizanin ku tu mînakên ku vê rewşa defakto li ser bingehên qanûnî rave bike tune ye.”
‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’
Di berdewamiyê de Çakmak wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pirsgirêka sereke ya ku rojeva vê meseleyê pêk tîne ew e ku muxatabê sereke yê pirsgirêkên Rojhilata Navîn birêz Abdullah Ocalan e. Û yekane sedema astengkirina mafê hevdîtinê ya kesekî di pozîsyoneke wiha girîng de, sedemên siyasî ne. Li vir muxatabê me ne wezîrê dadê ye, lê belê desthilata siyasî bi xwe ye. Heke çareseriyek li vir bê xwestin, divê erêkirina hêza siyasî jî bê wergirtin, da ku bersiva erênî ji Wezareta Dadê bê. Ev jî nîşan dide ku dewletek çiqas ji hiqûqê dûr ketiye."
‘ENFLASYON BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
Çakmak, diyar kir ku enflasyon û gelek pirsgirêkên li welêt bi tecrîdê ve girêdayî ne. Çakmak, bal kişand ser çarseriyê û diyar kir ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûnê çareser nabe. Çakmak bi bîr xist ku îro mafên nesereke jî bi dayîna berdêlan hatine bidestxistin û ev tişt anî ziman: “Mafdarbûyîna kesên ku demokratîkbûna vî welatî dixwazin encam nade û divê hewl bê dayîn. Wan bi hezar û 330 parêzerên endamên 35 baroyan re ev daxwaz kirine û dema em li tevahiya rêxistinên mafên mirovan dinêrin, ji vê hejmarê gelek zêdetir parêzer û akademîsyenên demokratîkbûna vî welatî dixwazin."
‘EM DIBÎNIN KU TEKOŞÎN ÇIQASÎ GIRÎNG E’
Di berdewamiya axaftina xwe de Çakmak diyar kir ku xwestina guhertinê bi êş e û ji bo guhertinê wêrektî û ketina pêvajoyeke bi êş hewce ye û wiha domand: “Ya ku mirov dixwest ew bû ku mafên kesên ku daxwazên demokratîkbûnê dikin hatibana dayîn. Heke ev yek bûya, îro kurd di derbarê pirsgirêka bingehîn a vî welatî de têkoşîneke hiqûqî û siyasî ya sedsalî nedida meşandin. Di vê demê de em dibînin ku têkoşîn çiqasî girîng e û em dibînin ku ne mimkûn e ku bê tekoşîn bigihijin mafên xwe."
BANG LI RÊXISTINÊN SIVÎL KIR
Çakmak, bang li rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke em bêjin divê em bi hev re vî welatî demokratîk bikin û mezin bikin, divê ev tecrîd bê rakirin. Heqîqeta vê axê aştî ye. Sedema sereke ya kevnariya Mezopotamyayê bi hev re jiyana gelan a aştiyane ye. Ji bo avakirina vê aştiyê divê tecrîda li ser aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd bê rakirin.”
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can