Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir

STENBOL- Ji xizmên girtiyan ku Nobeda Edaletê didomînin Fînce Akmanê diyar kir ku gava li girtîgehê bi kurê xwe Yakup Akman re hevdîtin kiriye rastî ferzkirina "bi tirkî biaxive" ya gardiyanan hatiye û li kurê wê jî cezayê dîsîplînê hatiye birîn. 
 
Greva birçîbûnê ku di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li seranserê cîhanê hat destpêkirin de, ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan didome. Di vê heyamê de binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de roj bi roj zêde bûn. Ji xizmên girtiyan Fînce Akman di 14'ê Adarê de li Girtîgeha Marmarayê bi kurê xwe Yakûp Akman re hevdîtin kir. Akmanê diyar kir ku cil û berg û pereyên ku ji kurê xwe re şandine nehatine dayîn û ji ber hincetên keyfî ew xistine hucreya yekkesî.
 
Akmanê anî ziman ku kurê wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber vê yekê rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye û wiha got: “Eşya û pereyên ku em ji wan re dişînin bi mehan nadin wan. Dema ez diçim hevdîtinê, rêveberiya girtîgehê me neçar dike ku em 'tirkî biaxivin'. Ev sûc e. 3 sal in tu xeberek ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne parêzer û ne jî malbata wî nikarin bi tu awayî têkiliyê deynin. Zarokên me dibêjin 'Abdullah Ocalan vîna me ye û heta xeberê ji rêberê xwe negirin em dest ji greva birçîbûnê bernadin.' Li vir em careke din daxwaza xwe nû dikin. Heta Rêbertî azad girtî dest ji greva birçîbûnê bernadin." 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN'
 
Akman polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li hemberî gelê kurd rexne kir û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan, ji ber ku doza statu û nasnameya gelê kurd dike tê tecrîdkirin. Abdullah Ocalan dibêje, 'Em ne dîlê tu kesî ne û me tu carî dîlîtiyê qebûl nekir.' Em 50-60 milyon in. Divê dewlet vê bibîne. Li qadên Newrozê yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kesî doza azadiya Abdullah Ocalan kirin û dilsoziya xwe ya bi wî re careke din anîn ziman. Em baş dizanin ku kurdek tenê jî li dînyayê bimîne, wê xwedî li vê doza mafdar û rewa derkeve." 
 
Akmanê anî ziman ku heya daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û ew ê li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek ji me ji ber ku beşdarî nobeda edaletê bûne doz li wan hatine vekirin. Em naxwazin kes bimire, em zirarê nadin mal û milkê kesî. Em dixwazin bi awayekî mirovî bijîn, em dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bi dawî bibe. Cîhan û saziyên navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng in. Ger sibe zarokên me li van girtîgehan bimirin wê kî hesabê vê yekê bipirse? Em ê tu carî vê rewşê qebûl nekin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Ger hewce bike em ê li ber girtîgehan, li her derê dakevin kolanan û dest ji vê têkoşînê bernedin."
 
 

Sernavên din

31/03/2024
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin
18:09 Ji namzetên DEM Partiyê banga ewlehiya hilbijartinê
16:56 Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî
16:43 Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e
16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN