Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’

img
NAVENDA NUÇEYAN- Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. 
 
Çalakiya girtiyên siyasî ya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” didome. Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û di 4’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykoktkirina hevdîtinên rû bi rû, yên li ser telefonê û derketina dadgehan kirin. Di demeke ku çalakiya girtiyan didome de xizmên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin. Xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehên Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê dest bi çalakiya “Deng bide azadiyê” kirin. 
 
AMED 
 
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Kampusê ya Amedê hatin ba hev. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hiqûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Xizmên girtiyan beriya daxuyaniyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema çalakiyê de rojnameger jî hatin astengikrin. Xizmên girtiyan çalakiya xwe bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” didomînin. 
 
STENBOL
 
Çalakî li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat lidarxistin. Xizmên girtiyan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevberdevkê Bajar ê HDK’ê Alî Bal, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz û Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Ayhan Yildiz jî tev li bûn. 
 
 
Di çalakiyê de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan destûr nedan girse derbasî pêşiya girtîgehê bibe û dorpêç kirin. Li ser vê yekê girseyê jî di dorpêçê de çalakiya rûniştinê li dar xist. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Girseya ku hatî dorpêçkirin, bi xistina fîrikê dorpêç protesto kir. Polîsan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin û piştre jî nasnameyên kesên di dorpêçê de kotrol kirin. Çalakvanan dorpêç protesto kir û piştre jî ji cihê çalakiyê çû. 
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, rêveberiyên bajar û navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Maf, hiqûq, edalet” û “Bila zindan bên hilweşandin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 
 
 
Ji rêveberên EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz daxuyanî xwend û got ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û tu cihê vê di hiqûqê de nîne. Bi domdarî Kaygisiz çalakiya girtiyên siyasî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Li derve jî tevî malbatan ji bo em bibin dengê wan li vir in. Heta hiqûq û edalet pêk tê em ê çalakiya xwe bidomînin. Banga me li tevahiya raya giştî û saziyên civaka sivîl ew e ku piştgiriyê bidin me.” 
 
'ÊDÎ BES E’
 
Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş jî di çalakiyê de wiha got: “Êdî bes e ji vê zilma we re! Bila êdî ciwan neyên kuştin. Ev heqê tu dewletan nîne. Ma ev zilm dê heta kengî bidome? Ma dê ev şer heta kengî bidome? Êdî vî şerî bidin sekinandin. We li her derê girtîgeh ava kirine, hemû çiya bûne girtîgeh. Ma hûn dê heta kengî girtîgehan ava bikin?” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xistin. Di vê navberê de kesên tev li çalakiyê bûn û xizmên girtiyan bi lêdana fîrikê tecrîd protesto kirin û çalakî bi dawî bû. 
 
 
EDENE
 
 
Çalakî li pêşiya Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê hat lidarxistin. Xizmên girtiyan, DEM Partî, DBP, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER), rêveberên HDK’ê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, TJA û parastvanên mafan tev li çalakiyê bûn. 
 
 
Polîsan beriya çalakiyê rêyên ber bi girtîgehê ve diçûn girtin û nehiştin tu kes bi meşê derbas bibe. Li ser vê yekê komê 100 metreyan nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe paya bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Deng bide azadiyê”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kir. 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALIYE’
 
Parlamenter Serhat Eren di daxuyaniyê de çalakiya girtiyên siyasî bi bîr xist û wiha got: “Tekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Di serî de pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê rê li ber giranbûna hemû pirsgirêkan vedike. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran çalakiyên rûniştinê û dengderxistinê li dar xistin. 

Sernavên din

08/05/2024
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin