Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve

  • rojane
  • 12:37 3 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku CPT di mijara tecrîda li Îmraliyê de ji berpirsyartiyê direve. 
 
Şandeya DEM Partiyê û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo beşdarî civînên di navbera 30'ê Îlonê û 4'ê Cotmeha 2024'an de bibin li bajarê Strasbourg ê Fransayê ne, hin hevdîtin pêk anîn.
 
Di hevdîtinan de binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, kiryarên antî demokratîk û pirsgirêkên li qada hiqûqê yên li Tirkiyeyê hatin nirxandin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez ku bi CPT’yê re hevdîtin kir, têkildarî sîstema tecrîd, îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dosyayek radestî rayedaran kir.
 
Di roja dawî ya hevdîtinê de li Konseya Ewropayê bi sernavê "Rewşa girtiyên siyasî ya li girtîgehên Tirkiyeyê" civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Koma Yekîtiya Çep Dr. Deepa Govindarajan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk weke axaftvan beşdar bûn.
 
Pitşî ku Berdan Ozturk sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan nirxand, parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî.
 
Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku girtîgeh û rewşa girtiyên siyasî birîneke Tirkiyeyê ye ku xwîn jê tê û diyar kir ku girtiyên 30 salan ragirtî ne li gel ku divê bi şert bêne berdan, nayên berdan.
 
Îbrahîm Bîlmez wiha got: "Hîn gelek pirsgirêk hene, lê belê cihê ku ev hemû gihiştine asta herî bilind Girtîgeha Îmraliyê ye. 43 meh in em nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin. Bifikirin, li welatekî endamê Konseya Ewropayê, li bajarekî vî welatî girtîgeh heye; mînak li Strasbourg, Parîs an jî Munchenê û 43 mehan kes nikaribe bikeve vê girtîgehê, nikaribe agahiyê ji çar kesên li girtîgehê ragirtî werbigirin. Ne parêzer, ne malbat, ne siyasetmedar, ne jî rêxistinên civakî yên sivîl dikarin biçin. Bi telefonê jî derfetên axaftinê nîne. Em nameyan dişînin, bersiv ji me re nayê dayin.” Bîlmez, anî ziman ku CPT di mijara tecrîda li Îmraliyê de ji berpirsyartiyê direve. 
 
‘CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA HETAYÊ WEKE DARVEKIRINÊ YE’ 
 
Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî û wiha domand: "Li Tirkiyeyê cezayekî bi vî rengî tine bû. Birêz Ocalan hate darizandin û cezayê darvekirinê lê birîn. Lê belê ji bo Tirkiye li DMME'yê neyê darizandin cezayê darvekirinê rakirin. Lê belê hemû pisporên hiqûqê tev li vê nêrîna me dibin, ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî cezayekî mîna yê darvekirinê ye. Cezayê darvekirinê yê ku li demê hatiye belavkirin. Ji ber ku bi vî cezayî re hêviya berdanê nîne. Ji xwe wan jî dema ku ev ceza li Birêz Ocalan birîn bi vê armancê birîn. Gotin, 'Em ê wî bi demê re hêdî hêdî bikujin'. Ev mesele edî ne tenê Birêz Ocalan eleqedar dike. Îro li hezaran mirovan ev ceza hatiye birîn. Li gel ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dipirse jî Tirkiye hejmara vê eşkere nake."
 
KOMÎTEYA WEZÎRAN RÊ DIDE TIRKIYEYÊ
 
Parêzer Îbrahîm Bîlmez ragihand ku di sala 2014'an de dema ku bi navê Ocalan serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin, DMME'yê ji bo cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî gotibû li dijî xala 3'yemîn a peymana mafên mirovan e û ev ceza weke 'îşkenceyê' pênase kiribû. Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku 10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de guhertinek nekiriye û ev tişt got "DMME'yê piştre di dosyayên cuda de jî biryarên bi heman rengî dan. Mixabin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME'yê berpirsyar e, di vê mijarê de wezîfeya xwe bi têrkerî bi cih neanî. Tirkiye pirsgirêkan timî li demê belav dike. Vê yekê weke polîtîka û rêbazekê dike. Di mijara cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî de jî heman tiştî dike. Mixabin Komîteya Wezîran jî di vê mijarê de rê dide Tirkiyeyê."
 
‘ASTENGIYA LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ NEÇARESERKIRINA MESELEYA KURD Û TECRÎD E’ 
 
Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku herî dawî di civîna hefteya dawî de têkildarî cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Statuya birêz Ocalan ne tenê ji ber muwekîlê me ye. Di heman demê de sekneke wî ya polîtîk heye. Mirovekî wisa ye ku têkildarî meseleya kurd xwedî gotin e. Di meseleya kurd de ji aliyê Tirkiyeyê ve muxatab hatiye dîtin. Lewma nêzîkatiya dewletê ya li Îmraliyê, tecrîda li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina meseleya kurd. Ev yek ji her alî ve bi Tirkiyeyê dide windakirin. Dibe ku haya ewropiyan ji vê girîngiyê nebe. Lê belê bi rastî jî yek ji astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd û tecrîda li Îmraliyê ye."
 
‘DIVÊ SAZIYÊN EWROPAYÊ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN’ 
 
Dr. Deepa Govindarajan jî anî ziman ku di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de tiliya gelek dewletan hebû û got: “Maseya çareseriyê ya beriya niha di navbera dewleta tirk û kurdan de hate danîn ji aliyê dewleta tirk ve hate têkbirin.” Dr. Deepa Govindarajan diyar kir ku dewleta tirk neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji xwe re esas digire.
 
Dr. Deepa Govindarajan bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan dewam dike û got: “Saziyên Ewropayê di çarçoveya serweriya mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê de divê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
 

Sernavên din

06/10/2024
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’