Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da

  • rojane
  • 10:25 4 Cotmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Kekê Abdulkadîr Kûday ê tevî ku ATK’ê 3 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dayê jî nehate berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da Salîh Kûday, diyar kir ku kekê wî tu caran bêrûmetî qebûl nekir û wiha got: “Tevî ku li ser sedyeyê bû jî her tim moral dida me. Digot ‘kî têbikoşe û li ber xwe bide ew dê serbikeve.”
 
Girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê dema li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabûyê tevî ji bo li nexweşxaneyeke baş were dermankirin bangên berdanê hatin kirin jî nehate berdan. Kûday ê nehate dermankirin, di 2’yê cotmehê de li nexweşxaneya lê dihate ragirtin jiyana xwe ji dest da. 
 
Bûyera ku bû sedem 2 caran cezayê hefsê yê girankirî li Kûday were birîn bû kuştina 2 kesên dema di protestoyên Kobanê de. Di dema çalakiyên 6-8’ê cotmeha 2014’an de têkildarî kuştina 2 kesên ku hate îdiakirin endamên DAIŞ’ê ne û yek ji Erebîstana Siûdî yek jî ji Sûriyeyê ye Kûday jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin û 20 jê hatin girtin. Di pêvajoya darizandinê de bi qeydên telefonê derket holê ku Kûday ji cihê bûyer lê qewimî 20 kîlometreyan dûr e. Şahidên bûyerê jî teqez kirin ku Kûday di dema bûyerê de bi malbata xwe re li şînê bûye. Lê Kûdayê tevî vê yekê nehate berdan ji ber îfadeyên şahidekî li gel Yavûz Akar û Mehmet Gultekîn du caran cezayê hefsê yê muebeda giran lê hate birîn. Derbarê 17 kesên ku di dosyayê de hatin darizandin de jî biryara beraetê hate dayîn. Biryara ji aliyê dadgehê ve hate dayîn pişt re ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û biryara jinûve darizandinê hate dayîn. Lê biryara derbarê Kûday û hevalên wî de nehate guhertin. 
 
Salîh Kûday
 
4 SALAN NEBIRIN REVÎRÊ JÎ, FELC MA
 
Kûday, ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, pişt re jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Abdûlkadîr Kûday, tevî nexweşiyên xwe jî ji sala 2017’an heta sala 2021’an 4 salan dernexist revîrê. Di encama zexta raya giştî ya zêde de Kûday di sala 2021’an de sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Ewilî teşhîsa fitika piştê danîn pişt re ji ber janên wî zêde bûn hate fêmkirin ku teşhîsa xelet hatiye danîn. 
 
Kûdayê hate diyarkirin ku bi nexweşiya Amyotrofîk Lateral Skleroz (ALS) ketiye, ji ber tedawiya dereng mayî felc bû û kete nav nivînan. Kûday ji ber her roja ku diçû nexweşiya wî giran dibû kîloyeke zêde da. Derbarê Kûday de di sala 2021’an de ji aliyê Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê ve rapora “nikare li girtîgehê bimîne” hate dayîn lê dîsa jî nehate berdan. 
 
BI GOTINA DIBE KU BIBE ‘BOMBEYA ZINDÎ’ BERNEDAN
 
Kûday, ê piştî nexweşiya wî giran bû di 12’ê çileya 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê bû derbarê wî de du caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hate dayîn. Lê vê carê jî bi îdiaya “ji bo ewlehiya civakê dibe ku bibe gefek” berdana wî hate taloqkirin. Ji hewldanên parêzeran ên ji bo berdana Kûday re bersiva “heke were berdan dê bibe bombeya zindî” hate dayîn. 
 
Piştî ku rewşa Kûday giran bû di 20’ê tebaxa 2024’an de sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûra ya Başakşehîrê hate kirin lê vê carê jî ji ber pêk anînên derveyî mirovahiyê yên lê hatin kirin tedawî qebûl nekir. Di 2’yê cotmehê de ji malbata Kûday ê dîsa birin girtîgehê re gotin ku wî jiyana xwe ji dest daye. 
 
TECRÎD QEBÛL NEKIR
 
Abdûlkadîr Kûday tevî nexweşiyên xwe jî ji çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di salên 2018-2019’an de pêk hatin paş ve nema. 
 
‘CUREYEKÎ CUDA YÊ DARVEKIRINÊ DI DEWRÊ DE YE’ 
 
Salîh Kûday, anî ziman ku birayê wî li Qoserê dikandarekî jê dihate hezkirin bû û bi lêv kir ku ji destpêkê ve birayê wî qurban hate hilbijartin. Kûday, bi lêv kir ku birayê wî nebirin revîrê dihate tecrîdkirin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ji parêzerên wî re got ‘gelekî girêdayî rêxistinê ye, îhtîmala wî ya ku bibe bombeya zindî heye’. Difikirin ku mirovekî di nav nivînan de bibe bombeya zindî, ez fêm nakim bi rastî. Lê em dizanin ku dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin. Îro dibe ku di destûra bingehîn de cezayê darvekirinê nîne lê cureyekî darvekirinê yê din xistine dewrê. Gelek girtiyên nexweş heman rewş jiyan. Emsalên van yekan hene.”
 
‘GOTIBÛ EM Ê BI BERXWEDANÊ SERBIKEVIN’ 
 
Kûday, da zanîn ku temamê tiştên qewimîn bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkildar e û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê weke laboratuarê hate destpêkirin, ewilî li hemû girtîgehan pişt re jî li hemû civakê hate belavkirin. 
 
Kûday, anî ziman ku gelek dîtin ku Abdûlkadîr Kûday li cem malbata xwe jiyana xwe ji dest bide û bi bîr xist ku birayê wî di hevpeyvînekê de wiha gotibû: “Tecrîd çiqas giran bibe bila bibe, zext û bêhiqûqî çiqas zêde bibin bila bibe wê berxwedan jî ewqas zêde bibe. Kesên ku di encama vê berxwedanê de serbikevin em in. Em ê ji ber vê yekê li ber xwe bidin.” Kûday, anî ziman ku kekê wî bêrûmetî qet qebûl nekir û sekneke li gorî wê nîşanda û got: “Min jî gelek caran pê re hevdîtin kir ku tedawiyê qebûl bike. Ji min re gotibû ‘Bêrûmetiyê li min ferz neke, ev tiştên li dijî min û li dijî fikrên min tên kirin qebûl nakim’.”
 
‘HER ÇIQAS JIYANA XWE JI DEST DABE JÎ YÊ BI SERKEFT ABDÛLKADÎR E’ 
 
Kûday, diyar kir ku birayê wî ji wan re ragihandibû ku her dem bihêvî ye û bawer dike ku dê di encama berxwedanê de serbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim wî moral dida me. Tevî ku li ser sedyeyê bû jî her tim moral dida me. Digot ku ‘Kî têbikoşe, kî li ber xwe bide ew dê serbikeve’. Bi rastî jî dibe ku îro jiyana xwe ji dest dabe lê yek ji kesê ku desthilata AKP’ê û MHP’ê mehkûm kir jî Abdûlkadîr Kûday e. Em jî dê şopdarên rêya wî bin. Em ê rêya wî, xeyalên wî, hêviya wî ew perspektîfa ku wî nîşanî me dayî bişopînin. Dibe ku em layiqî wî û hevalên wî nebûn, dibe ku me nekarî tecrîdê rakin. Lê em bang li gelê xwe dikin; Bêyî ku ji girtîgehan darbestek derkeve em xwedî li girtîgehan derkevin, em ji dengê wan ê di nava çar dîwaran de nayê bihîstin re bibin deng. Em bibin ziman, guh û çavên wan. Em ji herkesê re vebêjin ku çawa li ber xwe dan. Em vebêjin ku çi zilm û pirsgirêk hene û li dijî van zextan çawa li ber xwe dane. Ez bawer dikim ku dê ev berxwedana wan serbikeve.”
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

06/10/2024
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’