Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin

  • cîhan
  • 10:57 4 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Rojnamegerê lubnanî Sarkis Kassargian bandora şerê Îsraîl-Filistînê ya li ser Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Tirkiye demekî dirêje li dijî herêmê hemleyan dike lê tu hemleyên wê bi ser neketin.” 
 
Hamasê di 7’ê cotmeha 2023’yan de êrişî Îsraîlê kir û piştre jî Îsraîlê dest bi êrişan kir. Pevçûnên di vê çarçoveyê de hêj berdewam in. Êriş niha jî li Lubnanê belav bûn û car bi car jî li dijî Sûriye û Îranê êriş tên kirin. Piştî hedefgirtina rayedarên payebilind ên Hîzbullahê, Îranê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Berpirsyarê Nûçeyên Tirkiyeyê yê Rojnameya An-Naharê ku li Lubnanê weşanê dike Sarkis Kassargian têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘ÎSRAÎLÊ HINEK DESTKEFTÎ BI DEST XIST’
 
Kassargian, diyar kir ku di nava salekê de berê şerê Filistîn-Îsraîlê ketiye Lubnanê û wiha got: “Êrişên dijmirovî yên Îsraîlê yên piştî êrişên Hamasê, careke din nîşan da bê ka pirsgirêka Filistînê li herêmê xwedî xetereyeke çawa ye. Me careke din dît ku heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin, îstîqrar û aştiya herêmê xerab dibe. Hevsengiya di şerê Îsraîl-Filistînê de hinek xerab bû û Îsraîl gavekê pêş ket. Armanceke sereke ya Îsraîlê ew e ku Hamas û Hîzbullahê tune bike. Mirov dikare bibêje ku di vê mijarê de bi ser neketin. Lê dema mirov ji hêla din vê lê dinêre; van êrişan bandora Hamasê û Hîzbullahê kêm kir û hevsengiyeke nû ya hêzê ava kir. Vê jî nexşeyeke nû derxist pêşiya me. Li Filistînê Hamas, li Lubnanê jî Hîzbullah êdî mîna berê nikare teoriya ‘hevsendiya hêzê’ raber bike. Li vir mirov dikare ji bo her du rêxistinan tenê qala planên parastinê bike. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje Îsraîlê li vir destkeftî bi dest xist.” 
 
Rojnamegerê lubnanî Sarkis Kassargian 
 
ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI DIJÎ LUBNANÊ
 
Kassargian, bi bîr xist ku çirûska êrişên li dijî Lubnanê bi êrişa sîberê ya Îsraîlê ya li dijî endamên Hîzbullahê hatiye vêxistin û ev tişt anî ziman: “Piştre jî başûrê Lubnanê û rayedarên payebilind ên Hîzbullahê hedef girt. Di êrişan de yekser sivîl hedef tên girtin. Hêzên Îsraîlê di 1’ê cotmehê de xwestin ji hêla bejahî ve bikevin xaka Lubnanê. Lê piştî bersivên Hîzbullahê, paşve vekişiyan. Lê belê ez nebawerim ew jî bikarin xwe zêde li ber bigirin. Ji ber ku hakimiyeta Îsraîlê ya hewayî pir li pêş e. Di vê hevkêşiyê de Hîzbullah dêderbên giran bixwe.” 
 
REWŞA ÎRANÊ
 
Kassargian, da zanîn ku Îsraîlê bi taybet jî bi êrişên li dijî Hîzbullahê re li dijî Îranê 2 hedefên xwe pêk aniye û wiha got: “Bêbandorkirina Hîzbullah û Hamasê ku Îran wan weke pirekî bi kar tîne, tê wateya kêmkirina bandora Îranê ya li ser herêmê ye. Ji ber ku siyaseta Îranê ya li herêmê û îdeolojiya wê ya Şoreşa Îslamî, Îsraîlê her tim weke dijmin pênae dike û soza derxistina wê ya ji herêmê dide. Lewma hilweşîna hêzên li eniyên pêş ên Îranê, tê wateya qeslbûna vê îdeolojiyê Ev yek jî yekser ji bo Îranê gef e. Ev gef ne tenê li derve, li hundir jî xetereyeke mezin e. Ji ber ku li Îranê gelek netewe û mezhebên cuda hene. Îran niha li dijî Îsraîlê bêçare ye û ev jî ji bo hundirê Îranê xetereyeke mezin e. Ya duyemîn jî, baweriya hêzên di nava ‘xeta berxwedanê’ de cih digirin ya li hemberî Îranê tune dike. Ev yek jî ji bo bandora Îranê ya li herêmê gefeke mezin e. Anku Îsraîl hem ji hêla leşkerî hem jî ji hêla psîkolojîk ve derbekî giran li Îranê da. Lewma Îran niha di nava rewşekî giran de ye. Îran dizane ku hilbijartinên DYA’yê nêz in û heke li dijî welatên rojavayî bikeve nava şer, dê bedelekî giran bide. Her wiha dê fatûreya pêşîlêgirtina vî şerî jî ji bo Îranê giran be. Ji ber ku Îsraîl li dijî wê hemleyên hêza wê têk dibe û navê wê biçûk dixe pêş dixe.” 
 
JI BO SÛRIYEYÊ GEFEKE MEZIN E
 
Kassargian, anî ziman ku Sûriye hem yekser hem jî neyekser ji pevçûnên heyî bibandor dibe û ev nirxandin kr: “Pevçûnên heyî gefeke mezin li er ewlehiya neteweyî ya Sûriyeyê çêdikin. Sûriye, ji bo Hîzbullahê xeteke parastinê ya pêş e. Lê di rewşa heyî de ev xeta parastinê gelek qels bûye. Ev xet hêj neketiye lê li dijî Sûriyeyê gefeke mezin e. Yek ji tiştên din a ku Sûriye dê yekser jê bandor bibe jî ev e; Sûriye di navbera Îran û Hîzbullahê de mîna pirekê ye. Heke êrişên berfireh ên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê bidomin û veguhêzin Sûriyeyê, dê aborî û binesaziya Sûriyeyê yekser jê bandor bibe û gefeke mezin li ser çêbibe.” 
 
‘PIRSGIRÊKEKE CIDÎ YA BAWERIYÊ HEYE’
 
Bi domdarî Kassargian bal kişand ser bandora êriş û pevçûnan ên li ser Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye ji bo bandora xwe ya li Rojhilata Navîn careke din xurt bike, gelek hemle kir. Ev hemleye jî li xeta Xezeyê bi Hamasê re, li welatên Kendavê û bi welatên îslamî re weke biryara yekbûyî bû. Lê tu ji van bi ser neketin. Hemleya Tirkiyeyê ya îro ew e ku li gel Lubnan û Sûriyeyê pêşî li ber gefa Îsraîlê bigire. Ya ku Tirkiye dixwaze bike ew e ku ji rewşa bêbandor a Îranê ya heyî sûd bigire û xwe weke ‘Mezinê îslamê’ nîşanî herêmê bide. Ne bawerim ev siyaset di nav xwe de hevgirtî be. Ji ber ku di navbera welatên li herêmê û Tirkiyeyê de pirsgirêkeke mezin a baweriyê heye. Dema mijara behsa xeberê dibe Sûriye, ne tenê bawerî her wiha feraset û fikr jî berevajî hev in. Lewma jî li gorî min Tirkiye dê ji hêla siyasî ve ber bi Sûriyeyê ve çendek hemleyan bike. Dê rewşa Sûriyeyê jî girêdayî hevsengiyên li herêmê be. Anku dema Şam bêhtir hate tengijandin, dibe ku dîsa xwe nêzî Tirkiyeyê bike. Heke em bên ser rewşa Tirkiyeyê ya li herêmê dikarin vê bibêjin; dê Tirkiye hewl bide statûkoya heyî biparêze. Ji ber ku dê nexwaze di navbera Îran û Îsraîlê yan jî DYA û Rûsyayê de bimîne.” 
 
DI HEVKÊŞEYÊ DE KURD
 
Rojnameger Kassarggian anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê ji şerê heyî bi awayekî neyekser bandor bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Xetereyeke wiha heye. Dema em dibêjin kurd, em qala girseyeke berfireh dikin. Dema em li vê girseyê dinêrin, em dibînin ku di navbera wan de nakokî hene ku carnan rê li ber pevçûnan vedikin. Em nikarin bibêjin ku kurd li Rojhilata Navîn faktoreke bibandor in. Ji ber ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hewlêrê de pirsgirêkên cidî hene. Her wiha di navbera Hewlêr û Silêmaniyeyê de jî pirsgirêkên cidî hene. Lewma mirov nikare qala destkeftiyên kurdan ên girseyî bike. Li gorî min ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û aramiyê, hewcehî bi îstîqrar û aramiya herêmê heye. Dê çareseriya pirsgirêka kurd bandoreke mezin li ser aştî, îstîqrar û aramiya herêmê jî bike. Dema ji vî alî ve mirov lê dinêre; her du jî hev xweyî dikin. Lewma divê mirov di nava van şert û mercan de nîqaş bike. Girîng e ku bi hêz û hikûmetên herêmî re rêyên guftûgoyê bên avakirin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

06/10/2024
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’