Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir

  • rojane
  • 19:46 4 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN- Di bernameyên bîranînê de yên ji bo rojnamevan Nagihan Akarselê de wiha hat gotin: "Nagihan bihêz bû, pênûsa wê hebû û bi vê kesayetiya xwe pêşengiya bi milyonan dikir."

Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin de, li gelek bajaran hat bibîranîn.
 
WAN
 
Bi Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin bernameya bîranînê li Wanê pêk hat. Bername li  DEM Partî ya Riya Armûşê pêk hat û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), rêveberên DEM partîyê, DBP’ê, TUHAY-DER’ê, MEBYA-DER’ê, hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Uçar û Pervîn Buldan tevli bûn. 
 
Endama MKG’ê Onur Deger di bernameyê de axivî û da zanîn ku Nagîhan du sal berê hatiye qetilkirin û wiha got: “Dema em li sekn, keseayet, perspektîfa ‘jin jiyan azadî’ ya hevala Nagîhan dinêrin em dibînin ku çima hatiye qetilkirin. Hevala Nagîhan jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiyê.  Bi pênûsa xwe bi dilê xwe zîhniyeta xwe dest da her kesî. Hem hevala Nagîhan bibîr tînin, mîrateya wê ya pîroz ya ji me re hiştiye careke din fêm dikin.”
 
Parlamentera DEM partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî axivî û daxuyakirin ku Nagîhanê bi sê nasnameyan jiyana xwe domandiye û ev nasname ya rojnamegerî, ya akademîsyenî û ya jinbûnê ne. Bûldanê wiha dirêjî dayê: “Em wek jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Nagîhê mezin bûne. Wê tu carê têkoşîna wê neyê jibîrkirin. Bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene.”
 
AMED
 
Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kovara Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel  ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qeitlkirin bernameya bîranînê pêk hat. Bîranîn li Navenda Çanda Dîcle Firat pêk hat û geleksaziyên jina, parlamenterên DEM Partiyê, meclîsajinan a DBP’ê, nivîskarên jin, dayikên aştiyê, hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol tevli bûn. Beriya bîranînê bernameya îmzekirina pirtûka ‘bîhna kozê’ ya ku Nagîhan Akarsel nivîsî bû  hat kirin. Bîranînê de bê navber dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hat berzkirin.
 
Piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Di sînevîzyonê de hevalên Nagîhanê ew vegotin. Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin.
 
Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî û da zanîn ku Nagîhan jinek jîr bû û xebatê pir bi nirx meşandiye. Rozayê wiha domand: “Nagîhanê di qada rojnamegerî û jîneolojiyê de xebatên pir giran li pey xwe hişt. Her tim azadiya jinan dixwest. Ji bo yekitiya civakê, azadya jinan û tunebûna zîhniyeta mêr xebat meşan.Jiber vê bû hedef. Nagîhan ji ber wê bû hedef. Hat girtin. Lê li wir jî serî netewand. Nagîhanê di her qada jiyanê de cih girt. Yên ew qetil kirin berê jî jinek qetil kiribû. Yên jinan qetil dikin nayên cezakirin. Tên berdan. Yên Nagîhan qetil kirin nehatin darizandin. Ji ber nehatin darizandin Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn jî hat qetilkirin. Polîtîka bêcezahiştinê pêşî li komkujiyan vedike. Têkoşîna me wê li dijî zîhniyeta serdset ya mêr her tim bidome.”
 
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku Nagîhanê bi pênûsa xwe di her qada jiyanê de bi terza jiyana xwe têkoşîna jinê daye û got: “Ji bo wê mijara herî girîng ev bû berxwedana jinê nîşanê cîhanê bide. Pênûsa xwe kiribû alava wê. Wek wê jî got berxwerdana jinan berxwedana gelane. Dewlet ji xeyalên jinan ditirsin. Yên Nagîhan qetilkirin di esasê de fikriyata Abdullah Ocalan hedef girtin. Ji ber vê jî ya dikeve ser milê me belavkiirina jîneolojiyê ye û xwendine.”
 
Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.
 

Sernavên din

06/10/2024
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’