Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e

  • rojane
  • 13:04 6 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di “Konferansa Polîtîkayên Perwerdehiyê” de axivî û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne xêr e, ew mafek bingehîn e. Bi milyonan zarokên kurd ji perwredehiya zimanê xwe bêpar mane.” 

 
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê li otelek Enqereyê “Konfernasa Polîtîkayên Perwerdehiyê” li dar xist. Hevseroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê Ayfer Koçak û rêveberên Navenda Giştî ya Egîtîm Senê û gelek akademîsyen tev li bûn. 
 
Konferansê bi axaftinên Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê Samî Evren û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dest pê kir. 
 
‘POLÎTÎKA LI SER YEKPERESTIYÊ YE’ 
 
Samî Evren ewilî axivî û diyar kir ku perwedehî di sere meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê de tê û ew dikarin bi nîqaşan bigihîjin hilberîna çareseriyê. Evren da zanîn ku seranserî dîroka komarê nasname, çand û ziman û baweriyên cuda hatine înkarkirin û got ku ev pirsgirêka cihêkariyê di serdema AKP-MHP’ê de zêdetir bûye. Evren destnîşan kir ku heta ku feraseta “yek milet” û “yek mezheb” neye guhertin wê cihêkarî jî bidome. 
                                       
‘DI SERDEMA 22 SALÊN AKP’Ê DE 9 WEZÎR GUHERÎN’ 
 
Piştre Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê ti carî li gorî pêdiviyên civakê nebûye û wiha got: “Gelo îro guherînek heye? Belê, guhertineke mezin heye, lê mixabin ev guhertin li gor hewcedariyên civakê û temenê nîne. Di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de 9 wezîrên perwerdehiyê hatin guhertin û bi giştî ji du salan û nîv carek wezîrê perwerdehiyê diguhere. Her kesê ku hat pergala berê red kir û bi xwe pêvajo da destpêkirin. Di Wezareta Perwerdehiyê de kadro girtin. Di vî warî de pergala perwerdehiyê veguheriye tabloya puzzle. Erdogan got, 'Em di warê perwerdeyê de ne serkeftî ne.' Ji ber ku guh nadin perwerdehiyê ne serkeftî ne. Ji ber ku armanceke wan nîne ku li vî welatî pergala perwerdehiyê li gorî hewcedariyên civakê pêş bixin.”
 
‘PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ XÊR NÎNE MAF E’ 
 
Koçyîgît diyar kir ku di xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn de perwerdehiya bi zimanên din ji bilî tirkî qedexe ye û wiha got: “Em dizanin ku bi milyonan zarok ji ber ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin û wek hev nînin, ji perwerdeyê qut bûne. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e, ne xêr e. Çi heyf e ku hîna jî perwerdeya bi zimanê dayikê nehatiye kirin. Bi milyonan zarokên kurd ên li vî welatî dijîn, her wiha zarokên gelên din, ji ber ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin, li derveyî pêvajoya perwerdeyê mane û mehkûmî têkçûnê ne. Em dizanin ku îhtirazên li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ji ber van sedeman nehatine rakirin. Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê kursên gelek saziyên ku bi kurdî weşanê dikirni û xebatên zimanê kurdî dikirin hatin girtin. Dersên bijarte yên kurdî di pratîkê de tên astengkirin, mamosteyên ku dersa kurdî didin nayên tayînkirin û bi tayînkirina salekê yek-du mamosteyan, pêvajo tê girtin. Em weke Partiya DEM'ê di nava xebatên me de ye ku ji bo vê feraseta perwerdehiyê ya yekperest hîn zêdetir têkoşînê mezin bikin û sîstemeke perwerdehiyê ya ku gel û bawerî tê de bikarin xwe bi azadî îfade bikin ava bikin."
 
Piştî axaftinên destpêkê rûniştinên konferansê hatin lidarxistin. 
 

Sernavên din

09/10/2024
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene