Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike

  • rojane
  • 09:10 8 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser encamên hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku dikarin hevsengiyên siyasî yên li hemû Kurdistanê biguherînin û got ku ji ber pêwendiyên PDK'ê bi Tirkiyê re hene, gel ji PDK'ê aciz in û ev jî dibe sedem ku PDK têk biçe.

Ji bo hilbijartina li Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20'ê Cotmeha 2024'an de bê lidarxistin, çend roj man. Hilbijartina ku di serdemeke ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û xebatên avakirina baregehan didomin de bên lidarxistin, beriya niha bi hincetên cuda hatibû taloqkirin. Li herêma ku PDK lê desthilatdar e, ji ber qeyrana aborî, gendelî û hêrsa kombûyî ya gel a li hemberî hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê, tê payîn ku ji hilbijartinê encamên cuda derkevin holê.
 
Rojnameger-Nivîskar Îkram Balekanî li ser rewşa heyî ya Herêma Kurdistana Federe û hilbijartinên pêşwext axivî.
 
BAWERIYA GEL ŞIKIYA
 
Balekanî îşaret bi wê yekê kir ku tu hilbijartinên berê li herêmê di dema xwe de nehatine kirin û tekez kir ku hilbijartinên sala 2022'yan 4 caran hatine paşxistin. Balekanî got: "Bi destwerdana Dadgeha Federal a Iraqê re hat gotin ku 'Gava li welêt şer an jî karesatek tune be, taloqkirina hilbijartinan kêfî ye' û daxuyaniyên wekî divê demildest hilbijartin bên kirin. Vê rewşê nezelaliyeke mezin di nav gel de çêkir û dadgehê jî mafê lidarxistina hilbijartina li Herêma Kurdistanê bi dest xist. Nelirêtî û sextekariyên di hilbijartinên borî de, baweriya gel a bi hilbijartinan şikand. Bi taybetî zext û rêbazên sextekarî yên komîsyona hilbijartinê ya di bin kontrola PDK’ê de li dijî partiyên muxalefetê pêk anî, xwesteka gel a ji bo çûna ser sindoqan kêm kir. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina baweriya dengdaran divê gavên cidî bên avêtin."
 
RÊJEYA BEŞDARIYA LI HILBIJARTINÊ Û EWLEHÎ
 
Balekanî bi bîr xist ku di hilbijartinên dawî yên li Iraqê de ji sedî 70 zêdetir gel neçûye ser sindoqan û bal kişand ser wê yekê ku ev rewş tirsên PDK'ê zêdetir kiriye. Balekanî têkildarî tedbîrên ku der barê beşdarbûn û ewlehiya hilbijartinê de hatine girtin jî ev tişt anîn ziman: “Heya niha zêdetirî milyonek kes karta hilbijartinê wernegirtiye û navê xwe tomar nekiriye. Em dikarin bibêjin ku partiyên siyasî girîngiya beşdariya gel fêm kirine. Pispor balê dikişînin ser girîngiya beşdarbûna hilbijartinan û tekez dikin ku vê carê gel li guhertinan digere. Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku wan 60 hezar kes li ser dengdanê perwerde kiriye, lê hilbijartin dê di bin çavdêriya 9 welat û 8 rêxistinên navdewletî de were kirin. Hilbijartin wê bi rêbazên biyometrîk û klasîk bên kirin û tedbîrên ewlehiyê bên zêdekirin. Di roja hilbijartinê de dê kamerayên ewlehiyê li salonên dengdanê bên danîn û karbidestên sindoqan dê di bin kontroleke zêde de kar bikin."
 
PEYAMÊN YNK'Ê Û STRATEJIYA WÊ YA HILBIJARTINÊ
 
Balekanî bal kişand ser wê yekê ku YNK li ser pirsgirêkên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê peyamên xurt daye û got ku êrişên Tirkiyeyê û helwesta wê ya li hemberî wan di nava raya giştî de rastî bersiveke erênî hat. Balekanî got: “Serokê YNK’ê Bafil Talebanî projeyên ku dê bala ciwanan bikişîne pêşniyaz dike. Projeyên wê bi taybetî ji bo ciwanan û peyamên wê yên li ser beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de cihê YNK’ê di nava civakê de xurt dike. Her wiha bi dirûşmeyên xwe yên ku li ser medyaya civakî deng vedide, balê dikişîne. Kampanyayên ji bo kişandina bala ciwanan piştgirî didin hewlên YNK'ê yên ji bo berfirehkirina binkeya dengdêran. Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re di nava raya giştî de fikaran çêdike. Dagirkirina gund û zeviyên çandiniyê yên Behdînaniyan kir ku eşîr hêrs bibin. Dengên ku Barzanî berê li Behdînanê stendin, vê carê ji ber ku haya raya giştî ji diziyê heye, di bin metirsiyê de ne. PDK ji bo xelasiya ji vê rewşê hewl dide zêdetir propagandayê bike. Lêbelê, eşkere ye ku wê di çavê raya giştî de pêbaweriya xwe winda kiriye."
 
‘YNK, HÊVIYÊ DIDE'
 
Balekanî diyar kir ku di van hilbijartinan de nakokiyên di navbera PDK û YNK'ê de di rojevê de ne û YNK'ê bi serkeftinên dawî yên li Kerkûk û Mûsilê baweriya bi xwe zêde kiriye. Balekanî got: “YNK’ê hêvî dike ku PDK’ê têk bibe û hikûmetê bi dest bixe. Bi taybetî hilbijartina sala 2024’an wekî firsendeke ji bo pirskirina hêza PDK’ê tê dîtin. PDK, niha di pozîsyona parastin û pasîf de ye. Nakokiyên di nava wê de lawaziya PDK’ê derdixe holê. Bi taybetî jî derketina Şêx Edem Barzanî ji PDK'ê vê rewşê hîn geremolî kir. Nêzîkatiya Nêçîrvan Barzanî ya li hemberî vê veqetînê, şerê desthilatdariyê di nava PDK'ê de zêde dike. Qelsbûna desthilatdariya PDK’ê motîvasyona partiyên din jî zêde kir. Di demeke ku YNK bi serketinên Kerkûk û Mûsilê baweriya bi xwe zêde kir de, bi eşkerekirina sextekariya hilbijartinên berê yên PDK’ê hewl dide piştevaniya raya giştî bi dest bixe. Stratejiyên YNK’ê, di vê hilbijartinê de li ser têkbirina PDK’ê hatine avakirin." 
 
‘PDK TÊ LÊPIRSÎNKIRIN'
 
Balekanî ku der barê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistana Federe de jî agahî dan, got: “Tevgera Goran ji ber nakokiyên navxweyî qels bûye û nezelaliya wan a der barê beşdariyê de berdewam e. Ji ber ku di hilbijartinên berê de nekarî baweriya gel bi dest bixe, di şert û mercên niha de Tevgera Goran dê çi helwestê nîşan bide, nediyar e. Ji aliyê din ve Partiya Nifşê Nû ji ber ku di hilbijartinên berê de nekarî bi awayekî xurt ji raya giştî re xwe bide der, bi rewşeke zehmet re rû bi rû ye. Tê fikirîn ku YNK jî bi peyamên Bafil Talebanî yên kurdî bandorê li dengên Goran û Yenî Nesîlê bike. Tê payin ku li herêma Behdînan hejmareke zêde ya parlamenteran derkeve holê. Wekî namzet nîşandanan çalakgerên li girtîgehan nîşan dide ku dibe ku atmosfera siyasî ya li herêmê biguhere. Ev rewş her çend di nava raya giştî de bersiveke erênî dibîne, di heman demê de dibe sedema lêpirsîna pêkhateyên kevneşopî yên di bin kontrola PDK’ê de. Çalakiya siyasî ya li Behdînanê jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku gelek dengdêr li alternatîfeke nû digerin."
 
BANDORA WÊ
 
Balekanî diyar kir ku têkçûna PDK'ê di hilbijartinan de wê ne surprîz be û got ku dînamîkên siyasî yên li herêmê desthilatdariya PDK'ê zehmet dikin. Balekanî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev hilbijartin dê ne tenê bandorê li têkiliyên Kurdistana Federe bike, her wiha wê li têkiliyên navbera Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê jî bike. Gavên ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd tên avêtin dibe ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê biguherînin. Di pêvajoya piştî hilbijartinê de wê çawa hevsengiya hêzê ya li herêmê û lêgerîna yekîtiya neteweyî çêbibe, wê ji bo pêşeroja gelê kurd xwedî girîngiyeke krîtîk be. Ev nediyarî û gengeşe wê di hilbijartinên 20’ê Cotmehê de zelal bibin û wê serdemeke nû ya siyasî dest pê bike."
 
MA / Delal Akyuz 

Sernavên din

09/10/2024
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene