Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin

img

ENQERE - DEM Partiytê encamnameya civîna PM’ê eşkere kir û diyar kir ku ji bo aştî û çareserî bibin vebijêrkeke rasteqîn, divê ji ewil tecrîd were rakirin û şert û mercên ewlehî û xebateke azad ên Abdullah Ocalan bên avakirin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) eşkere kir. Di encamnameyê de hate gotin ku di civînê de bûyerên li herêmê û cîhanê yên aborî, civakî û siyasî hatin nirxandin û li gorî tespîtên hatin kirin, armancên rêxistinî û polîtîk hatin diyarkirin, li ser bernameya têkoşînê biryar hatin wergirtin.
 
Di encamnameyê de bal kişand ser şerê li Filistîn û Lubnanê, her wiha rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê û wiha hate gotin: “Tirkiye û Kurdistan di navberan vê cografya û hevsengiya piralî de ye.”
 
PM’a DEM Partiyê wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi salan e hewl dide destketiyên gelan ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, li herêmên dagirkirî çete bi cih kir. Niha jî tesfiyekirina van çeteyan di rojevê de ye. Polîtîkayên xwe yên dagirkerî û îlhaqê yên li başûrê Kurdistanê jî bi rengekî cidî xitimî ne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi polîtîkayên xwe yên dagirker û mêtinger li Rojhilata Navîn li derveyî hevsengiyan maye, gelên Tirkiyeyê bi polîtîkayeke metirsîdar re rû bi rû hiştiye. Polîtîkayên şer, rant û talanê metirsiya rizandin û hilweşînê bi xwe re aniye.”
 
PÊVAJOYA ‘ASAYÎBÛNÊ’ 
 
Bi domdarî di encamnameyê de îşaret bi gotinên “asayîbûnê” hate kirin ku ji nû ve ketiye rojevê û ev nirxandin hate kirin: “Partiya me ku bi salan e berdêlên giran dide û hewl dide di nava her şert û mercî de eniya li dijî şer mezin bike, daxwaza aştiyê civakî bike, wê rê nede ku gotinên asayîbûnê ji bo nixumandina pirsgirêkên heyî bêne bikaranîn. Erênî ye ku nîqaşên li ser çareseriyê ji nû ve ketiye rojevê, lê belê ji nû ve bilêvkirina gotinên 'teslîmrgirtinê' wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê neke.
 
Partiya me muxatab û aliyên çareseriya pirsgirêkên civakî girîng dibîne, lê belê avakirina pêvajoyeke rêxistinî ya bi beşdariya karker, kedkar, bindest û hemû gelên Tirkiyeyê weke çareseriya esasî dibîne, ji bo vê jî bi salan e têdikoşe. Weke DEM Partî em alîgirê çareseriyeke li ser bingeha wekheviya gelan, demokratîk û wekheviyê ne; em dixwazin destûreke bingehîn a demokratîk, komareke demokratîk û azad bê avakirin. Li ser vê bingehê, heke li Tirkiyeyê wê çareseriyek pêk were divê daxwaza aştî û demokrasiyê ya civakê bê birêxistinkirin, bi hemû dînamîkên xwe bikeve nava liv û tevgerê û bi înîsiyatîf rabe. Aştî tenê di navbera partiyên siyasî û aliyan de nabe; xwedîderketineke civakî divê. Ji ber vê jî em bi têkoşîn û îradeya hevpar a gelan çareseriyeke mayinde ava bikin.
 
DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Ji bo aştî û çareserî bibe rêya rasteqîn, weke gava destpêkê û herî girîng divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin ku pratîka hiqûqa şerê taybet e. Rola krîtîk û diyarker a Ocalan di pêvajoyên çareseriyê de li ber çavan e û ne cihê nîqaşê ye. Hevdîtina dawî ya piştî tecrîda mutleq a 43 mehan girîng û erênî ye, lê tecrîd hîn jî dewam dike. Weke ku wî bi xwe got, 'Heke şert û merc bêne afirandin ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim' di serî de azadiya wî ya fîzîkî divê şert û mercên ji bo karkirinê ya azad, ewlekarî û tenduristiyê bêne afirandin ku ev yek ji bo vekirina rêya aştiya civakî gelekî girîng e. Zemîna danûstandin û diyalogê, tenê di çarçoveya şert û mercên azad û wekhev de dikare rasteqîn û mayinde be.”
 

Sernavên din

14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê sulha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye