Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin

  • rojane
  • 12:48 27 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û got ku dê li dijî êrişan destkeftiyên gel biparêzin. Rêveberiya Xweser, got: “Dewleta tirk di 4 rojan de hezar û 31 caran êriş kir, 17 kes hatin qetilkirin û 65 kes jî birîndar bûn.” 
 
Ji şeva 23’yê cotmehê heta niha dewleta tirk bênavber êrişî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişan daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên kurdî û erebî hate dayîn. 
 
ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN
 
Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyaniya bi kurdî xwend. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat bibîrxistin ku di nava 4 rojan de dewleta tirk li Cizîrê, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê êrişên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Hat gotin ku komên wê yên paramîlîter jî êrişên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.
 
‘ARMANCA ÊRIŞAN PÊŞÎLEGIRTINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ YE’ 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrişên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û wiha hate gotin: “Dixwazin bi vê yekê planên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend sal in em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin. Ev êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrişan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”
 
ENCAMÊN XETERNAK ÊN ÊRIŞAN HATIN RÊZKIRIN
 
Bi domdarî hate gotin ku heke êriş bidomin dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:
 
“* Derxistina karesteke mirovî û aborî.
 
* Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê.
 
* Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.
 
* Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike.
 
* Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike
 
* Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”
 
BANGA JI BO KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ
 
Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrişan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.
 
BANGA YEKITIYÊ LI GELÊN HERÊMÊ KIRIN
 
Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin, yekitî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.
 
ENCAMÊN ÊRIŞAN
 
Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin: “Bi balafirên keşfê 118 caran, bi balafirên şer 20 caran, bi topên hawanan 893 caran û bi giştî hezar û 31 caran êriş hatin kirin. Di êrişan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn. Stasyonên ceyranê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji ceyranê bêpar man. Ji ber qutbûna ceyranê ava stasyonên avê qut bûye. Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”
 

Sernavên din

15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir