STENBOL - Welatiya bi navê Ayşe Koçak li navçeya Sûltangaziyê ji hêla birayê xwe Harûn Koçak ve hate qetilkirin.
Kesê bi navê Harûn Koçak ê 35 salî duh di saetên şevê de li Taxa Zubeyde Hanim a navçeya Sûltangazî ya Stenbolê xwişka xwe Ayşe Koçak qetil kir. Ayşe Koçak li pêş çavên kurê xwe yê 8 salî hate qetilkirin. Faîl Harûn Koçak hate binçavkirin.