NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wiha got: “Birêz Ocalan gotiye ku di siyasetê li şûna şer, ruhê muzakereyan mezin bikin û li gorî vê tevbigerin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka kurd û hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî.
Bakirhan, anî ziman ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê sereke ye û wiha got: “Her kesên ji nêz ve dişopînin dizanin ku li Rojhilata Navîn xwedî bandoreke şênber e û fikrên wî rê nîşanî hemû gelên Tirkiyeyê dide. Dewlet bi xwe jî vê qebûl dike. Di çarçoveya tecrûbeyên xwe yên berê de em ê daxwaza aştiyê civakî bikin û ji bo dewlet û îktîdarê neçarî çareseriyê bikin dê têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje ku dê pirsgirêkê ji zemîna pevçûn û tundiyê veguhêze ser zemîneke hiqûqî û siyasî. Ev formul, jixwe tam jî rola me pênase dike.”
Bakirhan, got ku divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re û bi rêbazên muzakereyên demokratîk were çareserkirin. Bakirhan, wiha domand: “Nêzikatiyên konjonkturel û taktîkî dê Tirkiyeyê dîsa bixe nava hevkêşeyên xetere. Peyama me ev e; di sedsala duyemîn a komarê de divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û Tirkiye demokratîk bibe. Ev yek hem ji îktîdarê hem jî ji şexsan wêdetir e. Em ji bo muzakereyan jî ji bo têkoşînê jî amade ne.”
'MAFÊ HÊVIYÊ NABE MIJARA BAZARIYÊ’
Têkildarî gotinên Devlet Bahçelî yên derheqê “Mafê hêviyê” de jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Em dibêjin ku Mafê Hêviyê bi tu awayî nabe mijara bazariyê. Mafekî bingehîn e û hiqûq derfetê didê. DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî Mafê Hêviyê yê Abdullah Ocalan de biryara binpêkirinê da. Divê hiqûqa Tirkiyeyê jî bi cih bîne û mecbûr e.”
BANG LI CHP’Ê KIR
Bakirhan, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi tena serê xwe ji wijdana îktîdarê re neyê hiştin û ev nirxandin kir: “Di vê mijarê de di serî de CHP, divê hemû muxalefeta civakî, odeyên ked û pîşeyî, hêzên demokrasiyê, nivîskar, rewşenbîr û hwd. divê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê Ozgur Ozel û CHP înîsiyatîfê li xwe bigire û dikarin di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de bandoreke katolîzer bikin. Em helwest û daxuyaniyên birêz Ozgur Ozel ên di demên dawî de girîng dinirxînin. Heke CHP di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya birûmet de bi bernameyeke xurt derkeve pêşberî civakê, dikare îktîdar û dewletê heta astekî pêş bixe. Partiya avaker e û dê bandoreke erênî bike.”
BANGA ABDULLAH OCALAN
Têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî Bakirhan wiha got: “Bi salan piştre bi birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin. Vê jî di hemû aştîxwaz û kesên bi çareseriyê re de hêvî û kelecan çêkir. Ji ber ku her dengê ji Îmraliyê tê mîna kevirê mirov diavêje ava mend e. Ji nişka ve siyaset bilivûtevger dibe, qala çareserî û aştiyê tê kirin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek dewlet û derdor gotinên birêz Ocalan mereq dikin. Birêz Ocalan dibêje ku ji bo têkiliyên dîrokî yên kurd û tirkan veguhêzin ser zemîneke demokratîk, di nava hewldanan de ye. Gotibû ku çareseriyeke li Tirkiyeyê dê bikare rê li ber aloziya li Rojhilata Navîn jî bigire. Hem qada Rojhilata Navîn baş nas dike hem jî ji hêla teorîk ve xurt e lewma xetere û derfetan baş dibîne. Geşedanan ji nêz ve dişopîne. Gotiye ku divê di siyaseta demokratîk de li şûna şer, ruhê muzakereyan were mezinkirin, siyaset karekî cidî ye û divê her kes li gorî vê tevbigere.”
BERTEKA LI DIJÎ QEYÛM
Bakirhan, ji bo girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm jî ev nirxandin kir: “Gelên Tirkiyeyê di hilbijartinên 31’ê adara 2024’an de nîşan dan ku sepana qeyûm îflas kiriye. AKP-MHP’ê tevî vê jî qeyûm li Şaredariya Esenyurtê tayîn kir. Bi vê yekê re feraseta xwe ya darbekar dîsa nîşan dan. Ev, derbeyeke eşkere ye û li dijî gelan komployek e. Yên dibêjin komar a her kesî ye, bi tayînkirina qeyûm re nîşan dan ku vîna gel nas nakin. Em vê darbeya qeyûm nas nakin. Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Xwedîderketina li Şaredariya Esenyurtê, xwedîderketina li îradeya gel û pêkvejiyanê ye. Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin.”