MUGLA – Li navçeya Koycegîzê ji bi navê Ummuhan Korkut rastî tundiya hevserê xwe hat û xwîn çû ser mêjiyê wê.
Li taxa Beyobasi ya navçeya Koycegîz ya Muglayê kesê bi navê Yunus Korkut tundî li hevsera xwe Ummuhan Korkut kir. Piştî ku rewşa Ummuhan Korkut giran bû hevserê wê li Navenda Banga Lezgînî 112 geriya û got ku hevsera wî xeriqiye û kef ji devê wê tê.
Ummuhan Korkut a ku ji aliyê pisporan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Koyceğizê, ji ber rewşa wê giran sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Muglayê hat kirin. Di muayeneyê de li ser laşê jinê birîn hatin dîtin. Ummuhan Korkut ê ku hat tespîtkirin xwînrêjiya mejî heye, birin emeliyatê. Tedawiya Ummuhan Korkut li beşa lênêrîna giran didome.
Yunus Korkutê ku ji ber bûyerê hatibû binçavkirin, piştî karên ku hat kirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê der barê Yunus Korkut de biryara girtinê da.