ENQERE - Şaxa ÎHD’a Enqereyê “Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê” ava kir. Ji endamên damezirîner ên komîsyonê Ercan Îpekçî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li şaxa avahiya xwe daxuyaniyek da û avakirina “Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê” ragihand. Komîsyona ku damezirandina xwe ragihand, her wiha bal kişand ser zextên ser rojnamegeran.
Ji endamên damezirîner ên komîsyonê Ercan Îpekçî bal kişand ser rojnamegerên di meha dawî de hatine girtin. Îpekçî, got ku rojnamegerên qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin hatine girtin û wiha pê de çû: “Bi operasyonên dawî yên li dijî rojnamegeran re hejmara rojnamegerên girtî derket 47’an. Rojnameger ji ber kar û barên pîşeyî tên girtin û ev yek mudaxilekirina azadiya xwedîfadekirinê ye.”
Îpekçî, wiha domand: “Darizandin û girtina rojnamegeran a di çarçoveya sûcê ‘terorê’ de êdî pir zêde bûye û weke rêbazekê cezakirinê tê bikaranîn. Girtina rojnamegeran li Tirkiyeyê bûye amûra cezakirina rojnamegeran.”
AYKOL: ROJNAMEGERIYÊ KRÎMÎNALÎZE DIKIN
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerî bi têgeha “terorê” tê krîmînalîzekirin û ew van polîtîkayan qebûl nakin. Aykol, Aykol, got ku divê civak û rêxistinên rojnamegeran piştgiriyê bidin rojnamegeran û banga hestiyariyê li raya giştî kir.