AMED - DBP’ê piştî kongreya xwe MYK’a xwe ya serdema nû diyar kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12’ê Çileyê de 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir careke din ji bo hevserokatiya giştî hatin hilbijartin. Piştî kongreyê jî civîna Meclisa Partiyê (PM) hat lidarxistin. Piştî civînê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) hat diyarkirin.
MYK’a serdema nû ya DBP’ê wiha ye:
* Berdevka Meclisa Jinan: Bêrîvan Bahçecî
* Hevberdevkên Rêxistinkirinê: Narîn Gezgor û Huseyîn Bîrlîk
* Hevberdevkên Perwedeyê: Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Mûrat Kiliç
* Hevberdevkên Jimaryariyê: Mulkiye Esmez û Tarik Zafer Yazigan
* Hevberdevkên Dîplomasiyê: Mûrat Sarisaç û Hafîze Îpek
* Hevberdevkên Hiqûqê: Gulay Koca Ozturkoglû û Mehmet Nûrî Denîz