NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke ji rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran pêk tê li Iraqê “Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan” ava kir.
Komeke ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê pêk tê, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Înîsiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan” ava kirin.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û xwişk û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têdikoş e. Her wiha ji bo mafên jinan têdikoşe. Me jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek ragihandiye. Bi rêya çalakiyên çandî û fikrî ji bo pênasekirin û belavkirina fikrê Ocalan xebat didin meşandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin. Ocalan ji bo doza rewa ya gelê xwe bedelên mezin da û ji bo mirovahiyê ku doza azadî û rizgariya ji lepên neheqî û zilmê ye gelek qurbanî da. Lê prensîbên xwe û pêşengiya Tevgera Azadiyê nekiriye qurban, her tim ji bo serkeftinê têdikoşe.
26 sal in di zindaneke nemirovane de tê ragirtin. Demeke dirêj ji cîhanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr ketiye û zêdetirî 30 sal in ji bo azadiyê têdikoşe. Fikrên Abdullah Ocalan bi têkoşîna alîgir û kadroyên wî yên di nava gelê xwe û gelên azad ên cîhanê de, êdî li qada herêmî û navneteweyî deng vedaye û rêgirî li dagirkeran dike. Heta yên ku ew girtin jî niha bi wî re danûstandinan dikin. Anku çima em yên ku daxwaza azadiyê dikin, parastina wî nekin. Abdullah Ocalan di wateya neteweperestiya şovenîst a kevneperest de ne neteweperwerekî kevneperest û ne jî tundrewekî olî bû, ew çepgirekî adil bû.
Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Înîsiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo nasandin û belavkirina fikrê Ocalan xebat bimeşîne.
Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi vî ramanwerê xwedî wijdan, serokê siyasî û girtiyê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têkoşîn dike, weke mafekî pîroz ê hemû gelan, di hemû civakan de bi azadî û demokrasiya xwe bawer bû, bibin yek. Bawerî bi azadî û demokrasiya hemû civakan heye. Dem hatiye ku ev ramanwerê mezin û gelê wî bi azadî bijîn.”