AMED - Polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz bi wesayîtê dabû ser Şahîn Oner û bûbû sedema mirina wî. Dozger xwest bersûc Korkmaz bi sûcê “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin.
Di 10’ê sibata sala 2013’an di çalakiyeke li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de wesayîteke zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) xist û qetil kir. Derheqê ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz de doz hatibû vekirin. Bersûc Korkmaz ji sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” tê darizandin. Dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Danişîna dozê duh hate lidarxistin û dozger ji bo amadekirina mutalaayê dem xwestibû. Dozger, di navbera rûniştinan de mutalaaya xwe pêşkeşî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Di mutalaayê de Oner weke “qisûrdarê sereke” û polîsê bersûc jî weke “qisûrdarê duyemîn” nirxand û xwest polîsê bersûc ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin.
Di mutalaayê de dozger bal kişand ser rapora ji hêla şandeya pispor a ji hîndekarên Fakulteya Veguhestin/Makîneyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê pêk tê. Di mutalaayê de rapor hat bibîrxistin û îdiaya “dema polîs Selahattîn Korkmaz bi wesayîtê ber bi kolana teng ve diçû diviyabû wesayît bi baldarî û hêdî biajota lê wisa nekiriye. Lewma jî di asta duyemîn de qisûrdar e.”
Her wiha di mutalaayê di çarçoveya raporê de ev îdiaye hate kirin: “Di nava mijê, dû û rewşa aloz de ajokar pêşî û paşiya wesayîtê nabîne û qada bizavê bisînor e. Şahîn Oner jî dema wesayît nêz bûyî xwe jê dûr nexist û xetere li ser jiyana xwe çêkir. Lewma di bûyerê de Şahîn Oner qisûrdarê sereke ye.”
XWEST BERSÛC JI SÛCÊ ‘BI QISÛRA XWE BÛYE SEDEMA MIRINÊ’ BÊ CEZAKIRIN
Şahidên bûyerê di îfadeyên xwe de gotibûn; “Polîs Selahattîn Korkmaz bi zanebûn wesayît li Şahîn Oner xist û li erdê kaş kir. Şahîn Oner dereng rakirin nexweşxaneyê.” Lê dozgerî ev îfadeye berevajî wê nirxand û got; “îfadeyên şahidan gotinên şandeya pispor piştrast dike.” Di mutalaayê de dozger ji bo Şahîn Oner got “qisûrdarê sereke” û ji bo polîsê bersûc jî got “Di asta duyemîn de qisûrdar e.” Dozgerî xwest polîsê bersûc ji sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin.
DER HEQÊ DOZÊ DE
Di 10’ê sibata sala 2013’an di çalakiyeke li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de wesayîteke zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) xist û qetil kir. Derheqê ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz de doz hatibû vekirin. Di 23’yê Mijdara 2021’ê de ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya qesdî bû sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê li Korkmaz hate birîn. Polîsê bersûc ji sûcê “Kuştina biqesdî” dihat darizandin lê 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji sûcê “Bi qisûra xwe ya qesdî bûye sedema mirinê” ceza da. Li ser vê yekê parêzeran serî li îstînafê da. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê jî bûyer weke “qezayeke sivik a trafîkê” nirxand. Lê ji ber ku raporên têkildarî bûyerê hatin amadekirin hev negirtin, biryara hatiye dayin ji ber “lêkolîna kêm” betal kir.
MA/ Rûkiye Adiguzel