AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dê bi boneya 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixin.
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî, li Buroya Şêwirê ya ya DBP’ê ya navçeya Rezan a Amedê hat dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de axivî. Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser girtin, binçavkirin û komkujiyên jinan û got: “Jinên DBP’î weke jinên bedeldayî dê tu caran destûrê nedin dengê gel bê qutkirin. Em ê bibin dengê wan.”
‘DIVÊ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BE’
Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser nîqaşên têkildarî pêvajoya nû û ev tişt anî ziman: “Cihê ku qala aştiyê lê têkirin nabe ku zarok û jin bên qetilkirin û siyasetmedar bên girtin. Nabe ku kesên ji bo ziman û çandê bedelê didin bên qetilkirin. Lê em bi van kiriyaran re rû bi rû dimînin. Em tevek dibînin ka krîza aborî çiqasî giran e. Li cihê şer lê heye aborî nabe, jin jê tên qetilkirin zarok jî. Civak tê fetisandin. Cihê tecrîd lê hebe ev tevek dibin. Îktîdara AKP’ê van polîtîkayan dimeşîne. Em dibînin ku tecrîda di şexsê birêz Abdullah Ocalan de bandorê li tevahiya civakê dike. Heta birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe, em nikarin qala pêvajoyeke nû bikin. Em jin dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe bidin û ji bedeldayinê em ê xwe paşve nedin. Dema Rêberê Gelê Kurd azad bû wê demê dê aştiyeke birûmet jî bibe.”
‘TÊKOŞÎNA SEDSALÊ YA JINAN’
Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku ji bo sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Jin çiqasî xwe birêxistin bikin, çiqas birêxistinkirî bin dê ewqas destkeftiyan bi dest bixin. Hewceye em jî mîna Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Sara û Sêvêyan rêxistiniya xwe mezintir bikin. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ala Leylayan, Sêvêyan, Sarayan bikeve erdê û dê vê rêxistiniyê mezintir bikin.”
BERTEK NÎŞANÎ TAYÎNKIRINA QEYÛM DA
Di berderwamê de Bêrîvan Bahçecî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “AKP naxwaze gelê Kurd xwe birêve bibe. Pergal her tim dixwaze jinên Kurd û gelê Kurd berdestê wê be. Lewma em careke din tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Ji ber ku qeyûm, dizî û talan e. Em careke din dibêjin, destê xwe ji îradeya gel bikişînin. Em ê sibe dîsa van şaredariyan bi dest bixin. Çima qeyûm talan e; dema tên tayînkirin weke karê ewil êrişî qada jinan dikin. Mafên jinan hedef digirin. Ji ewil van mafan qedexe dikin. Qeyûm, destkeftiyên jinan tune dikin. Zilaman li midûriyetên jinan tayîn dikin.”
DBP DÊ LI 11 NAVENDAN DAKEVE QADAN
Bêrîvan Bahçecî, da zanîn ku ew ê di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Jin li dijî qirkirinê serî hil didin, azadiyê ava dikin” li qadan bin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo jin nemirin û azad bijîn em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Weke Meclisa Jinan a DBP’ê em ê li 11 bajaran li kolanan û qadan bin. Em ê li bajarên Erzirom, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dîlok, Meletî, Semsûr, Mereş, Çewlig, Bedlîs û Stenbolê atolyeyan li dar bixin û rêxistiniya xwe pêk bînin. Banga me ji bo her kesên dibêjin ‘Ez ê li dijî van neheqiyan têbikoşim’ ew e ku bi hemû rengên xwe dengê xwe bilind bikin. Di 8’ê Adarê de em ê li her qadê bibin dengê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî.”