ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo pirsa “Dê peyama Abdullah Ocalan bidîmen be yan na” wiha got: “Divê formuleke li gorî cidiyeta bangawaziyê bê peydakirin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegeran gotina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku digot “Divê peyama Rêber Apo bidîmen be” ji Bakirhan pirsîn.
Bakirhan, got: “Qendîlê daxuyanî daye. Em jî dibêjin ku ji bo bêhtir bitendurist û bêhtir pêbawer be, hêvî dikin peyam bidîmen be. Dê îktîdar û birêz Ocalan bi hev re biryara vê bidin. Ev, meseleyên teknîkî ne û dikare rêyek jê re bê dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku îktîdar ji bo bêhtir pêbawer be dê di vê mijarê de gavan biavêje.”
‘DIVÊ LI GORÎ CIDIYETA BANGAWAZIYÊ BE’
Rojnamegeran, gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “Peyama bidîmen di mewzûatê de nîne” bi bîr xistin. Li ser vê yekê Bakirhan, got: “Di gelek mijaran de mewzûat tên binpêkirin. Nêzikatiyên cuda jî tên pêşxistin. Em dibêjin ku bangekî dîrokî ye û divê li gorî cidiyeta bangawaziyê jî formûlek bê peydakirin. Li gorî min dê were dîtin.”
SERLÊDAN HATE KIRIN AN NA?
Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî dîroka bangawaziya Abdullah Ocalan jî ev bersiv da: “Dê bangek were kirin û dê di demekî nêz de be. Ji bo dîroka wê ez nikarim niha tiştekî bibêjim.” Pirsa “Gelo ji bo hevdîtinê serlêdan hatiye kirin an na?” jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Dibe ku serlêdan hatibe kirin. Nikarim li ser navê wan tiştekî bibêjim.”
BUROYA ÇAPEMENIYÊ DAXUYANÎ DA
Piştî van gotinên Bakirhan, gelek nûçe hatin weşandin û hat gotin ku ji bo hevdîtina sêyemîn serlêdan hatiye kirin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê jî têkildarî mijarê agahiyek parve kir û got ku serlêdan nehatiye kirin û Bakirhan ev rewş tenê weke “îxtîmalekê” vegotiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku amadekariyên ji bo serlêdanê didomin.