STENBOL - Şande ji hêla Abdullah Ocalan ve bi moraleke xweş û bicoş hate pêşwazîkirin. Hevdîtin 4 saetan domiya û bi 3 kamerayan dîmen hatin kişandin. Aliyê herî balkêş ê bangawaziyê jî ew bû ku gotina piştî xwendina metnê ya ku Ocalan ji şandeyê re gotibû.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê cara sêyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di şandeyê de cih girtin. Şandeyê piştî hevdîtinê li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da û banga Abdullah Ocalan xwend.
Di dema serdana şandeyê ya li Îmraliyê de gelek geşedan qewimîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Şandeya Îmraliyê saet di 09.00’ê de bi rêya hewayî çû giravê. Şande, saet di 09.30’ê de gihişt Girava Îmraliyê.
OCALAN, ŞANDE BI COŞ PÊŞWAZÎ KIR
Şande, ji hêla Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ve hate pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan û hevalên wî yên girtî, şande bi coş, dilxweşî û bi dilgermî pêşwazî kir.
BI 3 KAMERAYAN DÎMEN HATIN KIŞANDIN
Abdullah Ocalan, girtî û Şandeya Îmraliyê piştre derbasî eywana ku daxuyanî lê hate dayin. Li vir, têkildarî naveroka bangê sihbet hat kirin.
Piştre jî Abdullah Ocalan bangawaziya ku wî bi xwe bi pênûs nivîsandibû xwend. Hat zanîn ku bangawazî bi 3 kamerayan hate kişandin. Abdullah Ocalan, piştî xwendina metna bangawaziyê, tevî şandeyê li çepikan xist û daxuyanî bi dawî kir. Abdullah Ocalan, hem yek bi yek bi tevahiya endamên şandeyê re hem jî komî wêne kişand.
Piştî xwendina metna bangawaziyê, bi hev re xwarin hate xwarin. Di dema xwarinê de têkildarî pêvajoyê û bangê sihbet hate kirin.
Endamên Şandeya Îmraliyê piştî serdanê li Îmraliyê bi hev re li baxçeyê wêneyeke komî kişandin. Li vir wêneyên têkildarî bangawaziyê radestî şandeyê hate kirin. Lê belê dîmen nehatin radestkirin.
Hevdîtin nêzî 4 saetan domiya û şande dîsa bi rêya hewayî vegeriya Stenbolê.
Şande, çawa gihişt STenbolê yekser derbasî hotêla daxuyanî lê bihata dayin bû. Kesên li vir disekiniyan, şande bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin.
Şande bi coş bû û mirûzê wan xweş bû. Saet di 17.00’ê de jî banga “sedsalê” hate xwendin.
ZÊDETIRÎ 300 ROJNAMEGERAN ŞOPAND
Eleqeyeke zêde ji bo daxuyaniyê hebû. Hêj ji bo daxuyaniyê saet mabûn ku rojnamegeran eywan tije kirin. Zêdetirî 300 rojnamegeran û 140 dezgehên çapemeniyê daxuyanî şopandin.
Her wiha gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî li eywanê amade bûn.
Di saeta daxuyaniyê de êdî eywan tije bûbû. Kurdiya banga dîrokî ji hêla Ahmet Turk ve û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan xwend.
Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, tevî Şandeya DEM Partiyê û hevalên xwe banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Piştî daxuyaniyê, gelek kesan nekarîn xwe bigirin û hêsir barandin.
Daxuyaniya Ocalan, ji hêla medyaya alîgir a îktîdarê ve tenê weke “Danîna çekan û fesihkirina PKK’ê” hate ragihandin.
Lê belê aliyê herî balkêş ê bangê piştî xwendina metna Ocalan ji hêla şandeyê ve hate gotin.
Sirri Sureyya Onder, piştî xwendina metnê anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re gotiye: “Bêguman ji bo di pratîkê de PKK çekan berde û xwe fesih bike, hewceye aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî were naskirin.”
MA / Azad Altay