NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku PKK’ê agirbest ragihandiye jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Dewleta tirk, Çiyayê Linkî yê li navçeya Amediyeyê bi helîkopteran bombebaran kir.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duh agirbest ragihand û Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbest hemû hêzên wan dihewîne û xwest her kes li gorî agirbestê tevbigere. Lê tevî biryara agirbestê jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku di saetên direngiya şevê de 01:40’an de, artêşa Tirk bi helîkopteran êrişê Çiyayê Linkî yê ser bi Dêrelok ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê kirine. Osman, da zanîn ku di çarçoveya parastina rewa de, endamên HPG’ê jî bersiva êrişan daye.
Osman, di berdewamê de got ku tiştek bi welatiyan nehatiye lê ji ber ku êriş nêzî Dêrelokê çêbûye, xelkê sînor tirsiyaye. Kameran Osman da zanîn ku piştî banga aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, ev cara heştemîn e ku dewleta Tirk Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran dike.