NAVENDA NÛÇEYAN- Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên heftane de daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
	Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), vê hefteyê jî ji bo aqûbeta windayan li hev kom bûn. 
	AMED
	Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 872'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Hamza Arslanoglû ku di 25'ê Cotmeha 1995'an de li Amedê ji aliyê elemanên JÎTEM'ê ve hat windakirin, hat pirsin. 
	Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Malbata Arslanoglû jî tevlî çalakiyê bû. Her wiha Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî tevlî çalakiya vê hefteyê bû. 
	Çîroka windabûna Hamza Arslanoglû ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Alî Îhsan Demirtaş ve hat xwendin. 
	Piştî daxuyaniyê ji bo kesên hatine windakirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
	ÊLIH
	Li Êlihê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 708'an a çalakiya xwe de kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 15'ê Cotmeha 1994'an de li gundê Taşitliyê yê navçeya Xozat a Dêrsimê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin.  
	Gülmez’in kaybedilme hikayesini İHD yöneticisi Zana Yücel Bozkurt okudu. 
	Çîroka windabûna Gulmez ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Zana Yucel Bozkûrt ve hat xwendin.
	Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
	COLEMÊRG
	Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser ya bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên ku di 27'ê Cotmeha 1995' hatin windakirin hat pirsin. 
	Daxuyanî ji aliyê endamê ÎHD'ê Mûsa Bor ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kiryar bên darizandin û hat gotin ku ew ê dest ji lêgerîna li edaletê bernedin. 
	Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
								


