‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’

  • rojane
  • 11:26 10 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Parêzer Rojhat Ozgokçe diyar kir ku li Wanê tevî tevdîrên "ewlehiyê" jî bazirganiya madeyên hişbirê zêde dibe û temenê bikaranînê heta 10-12'an ketiye. Ozgokçe, diyar kir ku çareserî, rêxistiniyên bi şêwazê komunê ne.

 
Di salên dawî de li Wanê di navbera ciwanan de bikaranîna madeyên tiryakê zêde dibe. Xwegihandina tiryakê hêsan bûye û xizmetên pêşîlêgirtina bikaranîn kêm bûne ku ev jî dike hejmara wê roj bi roj zêde bibe. Li gorî lêkolînên di demên dawî de hatine kirin, temenê bikaranîna tiryakê ya li Wanê heta 10-12 salan jî ketiye. Ji parêzerên Buroya Wanê Rojhat Ozgokçe ku li dijî tiryakkêşiya li bajar roj bi roj zêde dibe xebatan dimeşîne, ji ajansa me re axivî. 
 
Ozgokçe, diyar kir ku roj bi roj temenê bikaranîna tiryakê dikeve û got: “Hem bazirganiya tiryakê hem jî bikaranîna wê ya li Wanê êdî veguheriye pirsgirêkeke cidî. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl û civak bi xwe li ser vê pirsgirêka cidî bisekine. Lê dema em behsa vê pirsgirêkê dikin, divê mirov li piştperdeya wê ya dîrokî binêre. Di salên 1980’î de herêmeke jê re digotin Hîlala Zêrîn heye. Ev der jî Efxanistan-Pakistan-Îran e ku madeyên tiryakê lê tên hilberandin. Ber bi salên 2000’î ve madeyên sentetîk zêde bûn. Metamfetamîn, bonzaî û hwd. Her wiha rêyên transît ên ji Îranê zêde bûn.” 
 
'TEMENÊ BIKARANÎNÊ DAKET 10-12’AN’  
 
Bi domdarî Ozgokçe anî ziman ku li bajar bi rewşekî gelek cidî re rû bi rû ne û got: “Di salên 2015’ê de li Wanê temenê bikaranîna tiryakê daket 10-12’ê. Li seranserî Tirkiyeyê rewş wiha ye lêbelê li Wanê ev temen heta 10 saliyê jî ket. Krîzên aboriyê yên piştî pêvajoya pandemiyê, kir ku rêjeya bikaranîna tiryakê ji sedî 20-30 zêdetir bibe. Ev daneye jî tenê li gorî daneyên fermî ye. Li gorî min rewş ji vê gelek xerabtir e. Li gorî daneyên NY’ê, ji sedî 15-20’ê bazirganiya madeyên tiryakê yên li Tirkiyeyê li ser ser Wanê çêdibe. Li hêla din hewceye aliyê vê yê hiqûqî jî were nirxandin.” 
 
MEKANÎZMAYA ‘POŞMANIYA KARÎGER’    
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku tevî pergalên şopandina teknîkî (PTS, HTS) û sepana kontrolkirina rêyan jî li Wanê bazirganiya tiryakê zêde dibe. Ozgokçe, got ku têkoşîna dewletê ya li dijî tiryakkêşiyê hem kêm e hem jî bi nakok e. 
 
Ozgokçe, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de rayedarên dewletê yên eleqeya wan bi bazirganiya tiryakê re derketin holê hene. Ev kes hatin darizandin û ceza lê hatin birîn.  Di serdema me ya teknîkê de, li PTS, HTS û noqteyên kontrolê jî bazirganiya madeyên tiryakê zêde heye. Li hêla din bazirganî û firotina madeyên hatin desteserkirin jî çêbûye. Di vê mijarê de jî kesên hatin darizandin û cezakirin hene. Ji hêla hiqûqî ve jî em nikarin bibêjin dewlet û mekanîzmayên wê li dijî bazirganiya madeyên tiryakê û tiryakkêşiyê têkoşîneke bibandor dimeşîne. Ji ber ku gelek aliyên vê meseleyê hene û tenê bi cezayan çareser nabe. Di çarçoveya xala 192’yan a TCK’ê de mekanîzmaya poşmaniya karîger heye. Lê ev mekanîzma di asta bajar de gihiştiye astekî wisa ku madeyên tiryakê yên li Wanê tên bidestxistin, di bin navê ‘tiryaka bêxwedî’ li hin cihan tên danîn, îxbar tê kirin û teslîmî dewletê tê kirin. Kesên îxbarê dikin jî parekî ji sedî 40 werdigirin. Encama vê ya trajîk jî ew e ku di esasê xwe de dewlet bi pereyeke pir mezin madeyên tiryakê yên erzan dikire. Ev jî encameke neyînî ya mekanîzmaya poşmaniya karîger e. Li şûna pêşiya tiryakkêşî û bazirganiya wê were girtin, bareke din li ser pişta dewletê tê zêdekirin.” 
 
'ÇARESERIYA ESASÎ BI XWEDÎDERKETINÊ DIBE’    
 
Di berdewamê de Ozgokçe anî ziman ku bikaranîna tiryakê bi taybet jî di nava ciwanan de gihiştiye astekî xeternak û got: “Ji sedî 40’ê tiryakkêşan ji zarok û ciwanan pêk tê. Ev jî bi aşkerayî nîşan dide ka pergala perwerdeyê û civak ciwanan çawa li derve dihêle. Pergala perwerdeyê ya heyî, derfeta xweîfadekirinê nade ciwanan, biha ye û newekheviya firsendan heye. Veguherandine pergala girtîgehê. Ev jî bi xwe re valahiyê tîne û berê wan dide tiryakê. Divê ev rewşa hesas a ciwanan tenê ji dewletê re neyê hiştin. Di nava dewletê de komên rantxwir û berjewendiyan jî hene. Qada civaka sivîl, biqasî ji wijdana dewletê re neyê hiştin qadekî hesas e.” 
 
Ozgokçe, got: “Ji bo têkoşîneke xurt a li dijî tiryakkêşiyê, divê saziyên civaka sivîl, rêveberiyên xwecihî, zanîngeh û rêxistiniyên taxan mîna seferberiyê tevbigerin. Divê piştevaniya civakî xurt bikin, qadên civakî, hunerî û çandî ji ciwanan re ava bikin. Ev, rêbazekî bibandor e. Dema şêniyên taxê karîn ciwanên xwe ji bazirganên tiryakê biparêzin, dema xwedî li ciwanan derketin, çareserî wê demê dest pê dike.” 
 
'PÊŞÎLÊGIRTINA TIRYAKÊ BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ YE’    
 
Ozgokçe, anî ziman ku pêşîlêgirtina bazirganiya tiryakê di esasê xwe de berpirsyartiya dewletê ye û wiha dom kir: “Dewlet divê bi hemû hêzên xwe pêşiya vê bazirganiyê bigire lê pêşîlêgirtina bikaranîna madeyan û ciwanan jî berpirsyartiya civakê ye. Divê rêveberiyên herêmî, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl di bin sîwanekê de têbikoşin.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 
 
Ozgokçe, bi lêv kir ku tiryakkêşî ne tenê meseleya tenduristî û sûc e lê di heman demê de rêbazekî şerê taybet e û got: “Salên dirêj e li herêmê polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne. Hin hêz naxwazin ciwan polîtîk bibin û hay ji nasnameya xwe hebin. Lewma jî tiryakkêşî veguherandin mekanîzmayekê. Ev jî weke sîxûrkirina ciwanan derxistin pêşiya civakê. Bêyî ku dereng bibe, divê civak bi ruhê seferberiyê tevbigere.” 
 
ROLA KOMUNÊN LI DIJÎ TIRYAKKÊŞIYÊ  
 
Ozgokçe, da zanîn ku avadaniyên burokratîk di têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê de kêm dimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Çareserî ew e ku rêxistiniyeke li ser esasê komunan were avakirin. Çawa ku xelasiya civakê di komunan de be, di têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê de jî divê ev şêwazê têkoşînê esas were girtin. Li her bajarî, li her herêm û taxê dikare komun bên avakirin û têkoşîn were meşandin. Çareseriya rasteqîn, di piştevaniya rêxistinkirî ya gel de ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut   
 
 

Sernavên din

13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê