ENQERE - Lijneya Îdare û Çavdêriyê, daxwaza Rojîn Durmazê ya ji bo sewqkirina Girtîgeha Îmraliyê, weke hinceta taloqkirina tehliyeyê nîşan da û tehliyeya wê ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Amedê, di 24’ê Cotmehê de bi hinceta “nebaşhaliyê”, tehliyeya Hevseroka HDP’ê ya Dêrikê ya berê Rojîn Durmazê cara duyemîn ji bo 6 mehan taloq kir. Daxwaza Rojîn Durmazê ya sewqkirina Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, weke “meyla ji bo rêxistinê” nirxand û weke hinceta taloqkirina tehliyeyê nîşan da.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN HINCET
Di biryarê de her wiha hate gotin ku Rojîn Durmazê heta niha 14 cezayên disiplînê girtiye, ji van du jê cezayên hucreyê ye, cezayê disiplînê yê dawî di 18’ê Çileya 2024’an de ji ber çalakiya greva birçîbûnê hatiye dayin. Hat gotin ku ji ber tevlibûna çalakiya greva birçîbûnê, cezayê “mehekê nikare tev li hinek çalakiyan bibe” lê hatiye birîn. Di biryarê de tevlibûna çalakiya greva birçîbûnê weke “hewl da weke protestoyê bi kar bîne” û “çalakiyekî rêxistinî ye” hate nirxandin.
ÎDIAYÊN RAZBER IN
Di biryarê de ji bo Rojîn Durmazê îdiayên weke “poşman nîne, xwe ji sûc dûr naxe, mafên xwe bi inyeteke baş bi kar nayîne, ji bo tev li civakê bibe hazir nîne û rîska ku dîsa sûcan bike zêde ye” hatin kirin. Lijneyê bi hinceta “nebaşhaliyê”, biryara taloqkirina tehliyeyê ya ji bo 6 mehan da. Nirxandina tehliyeya Rojîn Durmazê dê di 25’ê Nîsana 2026’an de bê kirin.
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî mijarê pêşniyarpirs da Meclisê û xwest Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç bibersivîne. Di pêşniyarpirsê de hat xwestin ku ÎHÎK biryara lijneyê lêkolîn bike. Hat gotin ku biryareke îdeolojîk hatiye dayin, hincetên hatine nîşandan derhiqûqî ne.
