Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in

img
AMED - Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku  li ser tiryakkêşiyê li qadê lêkolîn kiriye, diyar kir ku li şûna gotin û kirinên populîst, pêwîstî bi planên stratejîk heye. Yuksel Gençê got: "Bandorên tiryakkêşiyê yên civakî, siyasî, çandî û herêmî hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin."
 
Mijara tiryakkêşiyê yek ji mijarên herî zêde bandorê li hemû beşên civakê dike ye lê herî kêm deng ji vir derdikeve. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dem bi dem vê pirsgirêkê tînin rojevê û hin çalakî û bûyeran li dar dixin. Lê tevî van hemûyan, pêşî li zêdebûna tiryakkêşiyê nayê girtin.
 
Em bi Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç a ku li ser tiryakkêşiyê lêkolînê dike re der heqê rewşa li qadê, sedemên zêdebûnê, bandora çalakî û bûyerên hatine kirin û rêyên çareseriyê axivîn.
 
Li gorî Yuksel Gençê, gotin û kirinên populîst li şûna ku hestiyariyê çêbikin, xetereya wê ya rewakirinê tiryakkêşiyê heye. Yuksel Genç, bal kişand ser pêwîstiya planên çalakiyê yên demdirêj.
 
 
Heke hûn lêkolînên xwe yên li qadê yên der barê tiryakkêşiyê bi kurtasî bibêjin, em bi rewşeke çawa re rû bi rû ne?
 
Ev 5 sal in em bi rêkûpêk dixebitin. Dema ku derfet dibînin, em hem li Amedê hem jî li herêmê di formatên cuda de lêkolînan dikin. Me di navbera ciwanên 15-29 salî de, li hin navçeyên Amed û Mêrdînê lêkolînên li ser mijara tiryakkêşiyê kirin. Van xebatan em gihandin gelek daneyên û encamên xemgîn û gelek girîng. Di sala 2015’an de jî me xebatek li Amedê kiribû. Di navbera encamên xebatên me yên wê demê û yên di nava îsal hatin kirin de,ferqên mezin hene. Jimara qatbûna rêjeyên bikaranînê di asteke tirsnak de ye. Di rastiyê de, vedîtinên me bi raporên emniyetê yên di  dema 2020-2024’an de ku li çapemeniyê belav bûne re jî pir li hev têne.
 
 
Jimara qatbûna rêjeyên tiryakkêşiyê di asteke tirsnak de ye. Me dît ku temenê tiryakkêşiyê bi awayekî cidî li gorî 10 sal berê daketiye. 
 
Mînak, li gorî rapora Tora Ewropî ya Têkoşîna li dijî Tiryakê, Tirkiye di nav cîhanê de di bazirganiya yek ji 3 madeyên ewil ên ku bazirganiya wan tê kirin de welatê ku herî zêde bazirganî lê tê kirin e. Dema em li raporên çavkaniyên emniyet û raporên tora navneteweyî ya têkoşîna li dijî tiryakê yên di derbarê M. (cureyê madeya tiryakê) de dinêrin, rêjeyên bikaranînê ji sedî 116 zêde bûne. Mixabin li bajarên Kurdan ev bandor xuya ye. Van raporan nîşanî me didin ku tiryakkêşî pir zêde dibe. Daneyek di destê me de heye ku li hin deverên navenda Amedê ji sedî 40-45 a navîn a bajêr bi tiryakkêşiyê re an jî bi tiryakê bixwe re têkildar e. Herwiha, me dît ku temenê tiryakkêşiyê bi awayekî cidî li gorî 10 sal berê daketiye. Hejmara beşdarên me yên ku gotin cara ewil di 8 saliya xwe de tiryak bikar anîne ne hindik bû.
 
Tiryakkêşî li ku derê zêde dibe, taybetmendiyên van deran çi ne?
 
Em dibînin ku tiryakkêşî herî zêde taxên xizan hedef digire. Em dişopînin navçe û taxan ên ku siyasetên ji DEM Partiyê û kevneşopiya wê tê, bi bandor in û pir deng werdigirin, bi giranî di nava gerîneka tiryakkêşiyê û firotina tiryakê de ne. Avahiyên xerabe, erdên vala û hwd. gelek bi bandor in. Park ji bo bikaranînê gelek bi bandor in. Weke mijareke din a balkêş, li van qadên giştî, tişta xerîb ew e ku sepanên ewlehiyê yên polîs jî zêde ne.
 
 
Malbat, tevî ku dizanin zarokên wan tiryakê bikar tînin, li ser vê yekê gotinên "nizanin" bikar tînin. Zanîn rewşa têkoşîna pêwîst dike. Malbat di vî warî de nezanînê tercîh dike.
 
Yek ji girîngtirîn tiştên ku di tiryakkêşiyê de bala me kişand ser, israra malbatan bû ku tevî zanîna wan a derbarê bikaranîna tiryakê ji aliyê zarokên wan ve, li ser vê yekê gotinên "em nizanin" dibêjin. Ji ber ku zanîn rewşa têkoşîna pêwîst dike. Malbat di vî warî nezanînê tercîh dike. Lewra ew nizanin ku ji bo ji tiryakê dûr bikevin divê çi bikin, dikarin çawa xwedî tora piştgirî û hevgirtinê bin. Kolanên me ji rêbaz û amûrên têkoşîna bi bandor a li dijî tiryakkêşiyê bêpar in.
 
Nexasim li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin û li taxên ku tevgera siyasî ya Kurdî lê herî xurt e, belavbûna tiryakkêşiyê di nav zarokên malbatên xizan û welatparêz de cihê fikaran e. Li cem me daneyên gelek xurt û çavdêrêi hene ku têgihîştinek ku em dikarin jê re bibêjin têgihîştina hilweşandin û rizandina civakê hatiye aktîfkirin.
 
Sedemên zêdbûna tiryakkêşiyê an jî sedemên ku mirovan ber bi vê rewşê ve dibin çi ne?
 
Divê em qebûl bikin ku li herêmê, bi pirsgirêka Kurd re pir têkildar e. Zêdebûna li cîhên ku tevgera siyasî ya Kurd lê xurt e û li navçeyên bi qeyûm e, nîşanî me dide ku ji bo em li ser vê nefikirin tu sedemek tune ye. Ya yekem, ev wekî polîtîkayek li ser civaka Kurd dikare were hesibandin. Hûn ê bibêjin li rojavayê Tirkiyeyê jî pir berbelav e. Li herêmên ku bandora siyaseta Kurdî lê tune ye jî pir berbelav e. Hûn rast dibêjin. Aliyek ji meseleyê bi pirsgirêka Kurd û polîtîkaya Kurd re têkildar e. Aliyek din jî hebûna polîtîkayek civakî ya ku desthilatdarî an jî rejîm dixwaze, ciwan di warên apolîtîkbûnê de bi mijûliyetên cuda re mijûl bibin, piştrast dike. Zêdebûna tiryakkêşiyê di nava 10-15 salên dawî de li Tirkiyeyê, ji rejîma ku tê xwestin were damezrandin ne cuda ye. Ji ber ku ne ev rewş takekesî ye. Em behsa tiryakkêşiyê dikin ku bi awayekî berbelav û sîstematîk pêş ve diçe.
 
 
Bi pirsgirêka Kurd re têkildar e, ji rejîma ku tê xwestin were damezrandin cuda nîne. Tirkiye ji rêya derbasbûnê derket, bû welatek bazara bikarhêner.
 
Tiryakkêşî bi xwe bi çarçoveya azadî û paşeroja siyasî, aborî û çandî ya mirovan re jî têkildar e. Divê bê gotin ku di demên ku maf û hiqûq li gorî hêzê tê sepandin, qadên azadiyê têne sînorkirin, hêviyên paşerojê têne şikestin û fikara paşerojê pir zêde dibe, jîngehek psîkolojîk a ji bo tiryakkêşiyê çêdibe. Herwiha, xizanî jî di vî warî de sedemek pir bi bandor e.
 
Berê Tirkiye rêya derbasbûna madeyên tiryakê bû. Lê niha hem raporên navneteweyî hem raporên emniyetê hem jî lêkolînên me wiha dibêjin: Tirkiye ji welatê derbasbûnê yê madeyên tiryakê derketiye. Di heman demê de bûye welatekî bazara tiryakkêşan ê pir xurt. Zehmet e ku bê gotin ku ev bi siyaseta giştî, bi têkiliyên ku desthilatdarî bi kartelên aborî re ava kiriye re ne têkildar e. Wekî din, niha li Tirkiyeyê baronên herî mezin, ên ku bi tonên zêde firotin û bazirganiya tiryakê dikin, kesên bi siyasetê re têkildar in.
 
We behsa aborî û xizaniyê kir. Heke em mijarê bi taybetî li Amedê binirxînin; şert û mercên xebatê li kargehên tekstîlê, li herêma pişêsaziya organîze, nebaş in. Tê gotin ku bandora van şert û mercan jî di zêdebûna tiryakkêşiyê de heye. Hûn vê qebûl dikin?
 
Di hevdîtinên me yên me bi ciwanan re gelek caran em rastî gotina "heke ez bi mûçeyek herî kêm an kêmtir bixebitim, nikaribim bi hevalê xwe re herim kafeyê an sînemayê, li cihekî kêfê bikim, ez naxwazim wiha bijîm" hat gotin. Hestên "ez bixebitim an nexebitim, kêmasiya min a civakî û çandî zêde nayê guhertin. Ji ber vê yekê çima xwe biwestînim?" di nava ciwanan de pir belav e. Di demên berê de, mirov bi xwendina dibistanê baweriyek xurt bi guherandina jiyan û çarçoveya xwe ya çînî dianîn. Niha mirov di wê baweriyê de ne ku tiştek ji wan re tê pêşkêşkirin di şert û mercên wan ên heyî de wan têr nake. Gelek ciwan hene ku bawer dikin ku perwerde di demên berê de ji bo wan, navendek ji bo bilindkirina çînî bûn. Ji ber vê yekê, em rastî kêmbûnek pir cidî ya rêjeya xwendinê tên. Kêmbûnek pir ecêb heye. Ji bo ku ciwan di van mercan de bi serkevin, pêwîstî bi kar heye ku bikaribin jiyana xwe ya civakî û çandî bi rihetî bidomînin û çavkaniyan peyda bikin.
 
Beşek girîng a malbatên me, hişmendiya dûrxistina zarokên xwe ji pêvajoyên kedê û hilberînê di bin navê "bila zarokê me zilm û zora ku em jiyîn, nejîn" de pir zêde ye. Di heman demê de, wekî encamek ku ji ber torên gihîştina hêsan ên cîhana dîjîtal derketiye holê, beşek girîng a ciwanan di derbarê konsantrekirina û tevlîkirina pêvajoyên kedê de bêdil xuya dikin. Ji ber vê yekê, heke em di rewşa heyî de li ser ciwanên bêkar û bêperwerde tiştek bipeyivin, aliyek jê bi aboriya bazarê bixwe û rastiyên maddî yên hawîrdora qeyranê ya li Tirkiyeyê re têkildar e. Mijareke din jî bi hilberîna nebaş a vê şêwaza derbasbûna sosyo-çandî bixwe re têkildar xuya dike.
 
Hûn dibêjin ku berpirsiyarî hem li ser cihênn kar hem jî li ser malbatan e?
 
Berpirsiyariyek wiha dikeve ser cihê kar. Divê ew demên karkirina ciwanên ku ew ê kar bikin li ber çavan bigirin. Vê yekê di xwe de demjimêrên xebata kurt jî dihewîne. Em dikarin avakirina qadên çavkaniyên maddî û manewî yên ku dê piştgiriyê bidin pêvajoya. Mînak, gelek cihên kar dikarin ji bilî xebata li gorî danasîna kar a ciwanê ku wan kar kiriye, performansek zêde hêvî bikin. Mûçeyek pir li binê kêmtirîn mûçeyê didin. Gelek kar hene ku kêmtirîn mûçeyê jî nadin. Gelek kar hene ku qadên ewlehiya civakî yên wekî sîgortayê dabîn nakin. Pêwîst e ku ev hemû bên çareser kirin. Divê bê gotin ku ew hewce ne ku qadan ji bo rêgehên geşepêdana çandî vekin, çavkaniyan vekin û qadên motîvasyonê ava bikin. Ji ber vê yekê, fikirîna pêvajoyên kedê yên ku dê di şert û mercên mirovane de hebûnek mirovane hebe, yek ji berpirsiyariyên cihên kar e.
 
 
Cihên kar divê pirsgirêkên ewlehiya civakî yên wekî kêmtirîn mûçeya û sîgortayê çareser bikin. Malbat jî divê zarokên xwe bi kedê re mijûl bikin, zarokên ku dikarin ji bo xwe jiyanek ava bikin perwerde bikin.
 
Malbat divê asta têkiliyên xwe yên bi zarokên xwe re binirxînin. Dema ku zarokên xwe hem ber bi cîhana perwerdehiyê ve hem jî ber bi cîhana kar ve rê ve dibin, divê ew karibin vê yekê wekî beşek ji pêvajoya serxwebûn û kesayetiyê ya zarok vebêjin. Malbat berî her tiştî divê zarokên xwe bi kedê re mijûl bikin, bidin perwerdekirin, divê zarokên bikaribin ji bo xwe jiyanek ava bikin, perwerde bikin. Nêzikatiya ku dibêjin "em jiyîn bila ew nejîn" pêvajoyên berxwedan û hişyariya zarokan asteng dike. Malbat divê bi teqez ji vê dûr bikevin.
 
Li dijî tiryakkêşiyê dem bi dem çalakî û kampanya têne lidarxistin. Ev çiqas bi bandor in?
 
Elbette çalakî û kampanya ji bo têkoşîna li dijî rewşek neyînî girîng in. Deng derxistin, axaftin, wê îtîrazê di qada giştî de bicîh kirin. Ev gelek girîng e, lê mixabin di mijarên wekî têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê de, çalakî û kampanya ne afirîner in û di çarçoveyên sînorkirî de dimînin. Ev nagihîjin mexdûrên rastîn û tiryakkêşn rastîn. Heya ku tiryakkêşên rastîn, mexdûr û yên ku ji bo têkoşîna bi vê re li hêzê digerin, ji hêza ku van çalakî û kampanyayê feyde nestînin, ew pir watedar nabe. Lidarxistina meşê û raya giştî agahdarkirin di qadên têkoşîna bi vî rengî de gelek bi qîmet e. Lêbelê, karibe ku kolan di vî warî de bibe xwedî gotin û helwest, dê gelek bi qîmettir be. Ji ber vê yekê, ez nikarim bêjim pir bi bandor e. Hewce ye ku tiştên bi bandortir werin kirin.
 
Çi dikare were kirin?
 
Pêşî, ji bo têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê divê xebatek tespîtê ya gelek girîng were kirin. Gelek kes dibêjin "tiryak li herêma min, bajarê min, taxa min pir zêde tê dîtin", lê di vî warî de xebatek tespîtê ya rast û durust nakin. Çend kes, bi kîjan kategorî û profîlan tiryakê bikar tînin, bi kîjan profîlan zêde dibe? Heke hûn nikaribin van bipeyivin, hûn nikarin çareseriyên wan jî bipeyivin. Li aliyê din, ji bo têkoşîna li dijî tiryakê, pêwîst e hin plansazî werin kirin ku torên hevgirtinê bi awayekî ku bigihîje tax û kolanan derxe holê. Li gorî fikra mi li hemberî tiryakê du şêwaz şaş in; yekem, wê wekî meseleyek sûcdarî (krîmînal) dibîne ku ev yek rewşê çareser nake. Rastiya kar, pîvana wê vedişêre. Ya duyemîn jî wê wekî nexweşiyê dibîne. Wekî rewşek ku divê were tedawî kirin tê dîtin.
 
 
Têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê hin encam û bandorên bi polîtîkayên civakî, siyasî, çandî, herêmî û giştî re têkildar hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin. Tiryakkêşî mijarek kesane nîne, mijarek civakî ye.
 
Têkiliya tiryakê bi bandorên civakî û sosyolojîk re nayê danîn. Ev hemû şaşiyên pir mezin in. Têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê hin encam û bandorên bi polîtîkayên civakî, siyasî, çandî, herêmî û giştî re têkildar hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin. Em terapiya psîkolojîk bidin, em ji bo têkoşîna bi tiryakê re hin piştgiriyên tenduristiyê yên tibî ava bikin. Berî van, em hawîrdora siyasî, civakî û çandî ya ku domandina tiryakkêşiyê piştrast dike biguherînin û cuda bikin. Girîng e ku yên ku çalakî û bûyerên bi vî rengî dikin, plan û bernameyek çareseriyê ya tevahî hebe.
 
Ji bo têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê, divê hem siyasetmedarên herêmî, hem siyasetmedar û civaka sivîl ên li asta navendî stratejiyek têkoşînê diyar bikin. Heke polîtîkayên ji herêmê ber bi navendê ve çênebin, hewildanên takekesî dê encamên takekesî bihêlin. Ew jî pir serkeftî nabin. Tiryakkêşî mijarek kesane nîne, mijarek civakî ye, meseleyek polîtîk e.
 
Ez ji gotinên we fêm dikim ku siyasetmedarên herêmî û rêxistinên civakî ne xwediyê armancek stratejîk in.
 
Erê. Mixabin, di derbarê têkoşîna li dijî tiryakê de, me ne li ser bingeha siyaseta sereke ya li Enqereyê ne jî li şaredariyan rastî plan, polîtîka û xeta çalakiyê ya stratejîk nehatin. Ji ber vê yekê hewildan bi niyeta baş in, lê ji encamdayînê dûr in.
 
Hûn dibêjin ku bi çalakî û kampanyayên heyî ve encam nayê wergirtin, bi tevahî pêwîstî bi planên stratejîk heye?
 
Bê guman. Têkoşîna bi mijarên wekî tiryakkêşiyê re gotinên populîst nabe. Gotinên populîst, berevajî, carinan dibin sedem ku tiştek di civakê de rewa bibe. Dibe ku bibe sedem ku tiryak bixwe bêtir berbelav û rewa bibe. Ji ber vê yekê, gotinên populîst ên bi vî rengî, li şûna ku hişmendiyê çêbikin, metirsiya rewakirinê dihewînin. Pêwîstî bi planên çalakiyê yên demdirêj heye ku malbat û kesan di nav xwe de bigire û helwestên kesane dikarin bi hev re tevbigerin û piştgirî bidin hev. Gotinên populîst dikarin bibin sedem ku tişta ku hûn li hember wê radiwestin rewa bibe û berbelav bibe. Mixabin her gotinek ku bi stratejiya polîtîk û çalakiyê ya xwedî binesaziyeke zexm re ne lihevhatî ye, bi vî rengî encam dibe.
 
Sibe: Jin û zarok çi dijîn?
 
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan

Sernavên din

10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye