Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin

  • jin
  • 09:15 13 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - TJA’yiyan gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurdan û gelên din hêvîbexş e û jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstiye û ev rol dê bi hêzeke mezin berdewam bike.

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, piştî biryara fesixkirin û bêçekkirina PKK'ê, Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de ragihand ku li hemberî şer û provokasyonên muhtemel hêzên xwe vekişandiye û ev yek nîşana gihîştina qonaxa duyemîn a pêvajoyê ye. Di vê qonaxa gihîştî de, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rol û mîsyona jinan di pêvajoyê de nirxandin û destnîşan kirin ku jin pêşengên pêvajoyê ne.
 
Yildiz Çetînê diyar kir ku pêvajo ji bo Kurdan û gelên din ji aliyê moral û hêviyê ve gelekî girîng e û ev tişt got: "Jinan gelek tekoşîn dan. Me zarokên xwe, malên xwe, qadên jiyana xwe kirin berdêl. Di dîrokê de me gelek êş dît. Rol û mîsyona jinan di pêvajoyê de bi meşa dawî ya TJA'yê re careke din girîngiya xwe nîşan da. Ji bo li Rojhilata Navîn a ku sînorên wê yên nû tên xêzkirin û bûye golek xwînê, aştî çêbibe, hewleke mezin tê dayîn. Em tu carî van têkiliyên berjewendî û desthilatdar ên sîstema emperyalîst rast nabînin. Em ê ji bo aştiyê tekoşîna xwe berdewam bikin."
 
'PÊŞENGÊN PÊVAJOYÊ JIN IN'
 
Yildiz Çetînê bal kişand ser rolên jinan a di pêvajoyê de û wiha pê de çû: "Wekî her dem, pêşengên vê pêvajoyê jî dîsa em in û em ê ji gel re bi berdewamî rave bikin. Di pêvajoyê de hîn jî metirsiya bêbaweriyê û sabotekirinê heye. Em bawer dikin ku pêvajo dê erênî be. Vekişandina dawî ya hêzên PKK'ê bû moralek mezin. Hêviyên jinan ji pêvajoyê îro ew e ku êdî dayik negrîn, mirov wekhev xwedî maf bin, bi zimanê dayika xwe xwe îfade bikin, êdî şahidiya şehadeta zarokên xwe nekin. Ger jineke ku îro zarokê xwe winda kiriye, aştî bixwaze, ev yek gelekî girîng û watedar e. Heke dayikeke çavên wê bi hêsir bi israr aştiyê bixwaze, ev gelekî girîng e. Lê hêzên ku dilê wan neşewitiye û ji bo domandina desthilatdariya xwe hewl didin xwe li ser vê pêvajoyê ava bikin, her tiştên ku ji destê wan tê dikin da ku pêvajoyê têk bibin. Heke pêvajo xera bibe, her kes winda dike."
 
Yildiz Çetînê anî ziman ku desthilatdarî mafên mirovan binpê dike, sepandina mafê hêviyê pêk nayîne û di civakê de rewşeke bêbawerî û bêmoralî diafirîne, divê hemû gel li pêvajoyê xwedî derkeve û jê bawer bikeû wiha pê de çû: "Em ê bi hev re bi ser bikevin û em ê aştiyê bibînin. Bi salan e em hemû bi vê baweriyê têdikoşin, me xwe gihand van rojan. Me tu carî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêtiye û em ê îro bi hev re van rojan bibînin. Qonaxa îro em gihîştînê ji bo me hemûyan gelekî girîng e."
 
'EM HER TIM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Îlknûr Aydinê diyar kir ku jinan di dîrokê de êşên mezin kişandine û tekoşînên mezin dane û got: "Yên ku herî zêde êşê dikişînin dayik û jin in. Di her qadê de yê ku di serî de têdikoşe jin e. Ji ber vê yekê ev pêvajo ji bo me jin û dayikan gelekî bi qîmet e. Rola jinan di her qadê de heye, jiyaneke ku jin tê de tune be nayê fikirîn. Felsefeya me ya 'Jin, jiyan, azadî' jî vê nîşan dide. Em ê wekî pêşengên vê rêyê her tim li ser vê rêyê bimeşin. Herî zêde jin û dayik piştgirî didin pêvajoyê. Ji ber ku ji her du aliyan ve jî gelek êş hatin kişandin. Pêşî dilê dayikan dişewite. Em jî vê naxwazin. Me her tim aştî xwest û naxwazin xwîn birije. Divê di serî de jin vê pêvajoyê xwedî derkevin. Ger em xwedî derkevin, em ê bigihîjin serkeftinê."
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ
 
Îlknûr Aydinê anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurd di derbarê pêvajoyê de her tiştê ku dikeve ser milê wê pêk aniye, lê dewletê gavên pêwîst neavêtiye û ev tişt got: "Lê ji niha û pê ve ya ku em li bendê ne, avêtina gavên şêmber e û pêşvebirina pêvajoyê li gorî pêwîstiyê ye. Jin her tim piştgiriyê didin vê pêvajoyê ne. Daxuyaniyên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên dayîn têr nakin û divê gavên li gorî ruhê pêvajoyê bên avêtin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di serî de jin û dayik, xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji bo me ya girîng paşeroja zarokên me û bidawîbûna şerê sed salî ye. Em ê ji bo vê yekê jî tekoşîna xwe bidomînin."
 
MA / Ozlem Yacan

Sernavên din

10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye