AMED - Nûnerên saziyên girêdayî Înîsîyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî diyar kirin ku divê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û gotin divê dewlet bi Kurdî re li hev were.
Li Amedê, bi pêşengiya Înîsîyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî, 750 saziyên cuda, platform, înîsîyatîf, partî û civak, bi dirûşma "Statûya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” di 18'ê Mijdarê de "Deklarasyona Daxwazên Kurdan ên ji bo Zimanê Kurdî" ragihand. Di deklarasyonê de ev daxwaz hatin gotin: Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û statûyeke destûrî bi dest bixe, Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê, di her qonaxa perwerdehiyê de bibe zimanê perwerdehiyê, hemû navên cih û tiştên ku eslê wan Kurdî ne, lê bûne Tirkî, cardin li Kurdî werin vegerandin, hemû astengiyên hiqûqî/qanûnî û fîîlî yên li pêşiya Kurdî werin rakirin û ji bo ku zimanê Kurdî bi awayekî mayînde azad û serbest be, nasnameya Kurdî di destûrê de bê misogerkirin.
BILA ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA KURDÎ BÊN RAKIRIN
Koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar ê ku beşdarî daxuyaniya deklarasyonê bû, diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Kanîwar destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û ev tişt got: "Astengiyên li pêşiya Kurdî yê ku zêdetirî sedsalekê ye tê înkarkirin, divê bên rakirin. Em jî dixwazin wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê bijîn. Ji bo aştiyeke bi rûmet, divê ji bo Kurdî gav werin avêtin. Em ê ji bo bicîanîna daxwazên xwe yên ku me anî ziman, têbikoşin."
'DIVÊ DEWLET BI KURDÎ RE LI HEV WERE'
Helbestvan û nivîskar Mûsa Şanak ê ku piştî 30 sal cezayê girtîgehê di 17'ê Tebaxa 2023’an de hat berdan û di xebatên ziman de cih digire, diyar kir ku divê 5 daxwazên di deklarasyonê de hatine gotin, di çarçoveya pêvajoyê de bên qebûlkirin û wiha axivî: "Ziman û nasnameya Kurdî divê bi awayekî fermî bê nasîn û bi teminata qanûnî were qebûlkirin. Kurdî divê bibe zimanê perwerdehiyê û statûyê bi dest bixe. Heke dewlet di aştiyê de bibiryar be, divê di serî de bi zimanê me re li hev were û di vî warî de gav biavêje."
MÎNAKARA AFRÎKAYA BAŞÛR
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê Duygu Ozbay diyar kir ku yek ji şertên aştiya mayînde, perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û divê dewlet vê bibîne û Kurdî di destura bingehîn de misoger bike û got: "Wekî Egîtîm Sen, daxwaza me ya sereke perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Li Afrîkaya Başûr a ku xwedî tecrubeyên aştiyê ye, yek ji şertên pêkhatina aştiya mayînde ew bû ku 11 ziman bibin zimanên fermî. Ev hat bicîkirin û ev biryar bû pêşengiya aştiya civakî. Temînata destûra bingehîn a zimanê dayikê gaveke girîng bû ji bo aştiya civakî."
MA / Fethî Balaman
