WAN - Li ber qeraxa Gola Wanê cenazeyê zarokek 15 salî hate dîtin û xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê jî ev rewş protesto kirin. 20 xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li ber qeraxê Gola Wanê cenazeyê zarokek 15 salî hate dîtin. Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê jî şevê din li kampusa zanîngehê ev rewş protesto kirin. Di dema çalakiyê de polîsan êrişî ciwanan kirin û 20 xwendekar bi lêdanê binçav kirin. Xwendekarên binçavkirî hatin berdan.
Xwendekarên li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê îfade dan, bi îdiayên “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 û dijderketina polîsan” hatin sûcdarkirin. Ji xwendekaran pirsên weke “Çima tev li çalakiyê bû?”, “Kê ji we re got tev li bibin?” û “We ji ku zanî çalakî heye?” hatin kirin.
Xwendekar, piştî îfadeyan birin nexweşxaneyê û piştî kontrola tenduristiyê hatin berdan.
