MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî, diyar kir ku sedema gavneavêtina dewletê israra wê ya di polîtîkayên ewlehiyê de ye û got: “Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye.”
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Gazî Încî têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin axivî. Încî, da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tişta dikeve ser milê xwe kiriye lê dewlet gavan naavêje û ev jî dike ku pêvajo hêdî bimeşe.
HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE
Încî, anî ziman ku meseleya Kurd ji nîqaşên niha têkildarî “pêvajoyê” tên kirin gelek kûrtir e û heta dewlet bi rastiya dîrokî hevrû nebe jî dê çareserî pêş nekeve. Încî, got: “Têkildarî dîzayna Kurdan em behsa pêvajoyeke sed salan a komarê dikin. Dîzayna ewil bi lîwayên Harbiyeyê dest pê kir. Dewleta Osmanî cara ewil li ser wê xebatên dîzaynkirina Kurdan meşand. Ev xebata dîzaynê piştre jî di salên ewil ên komarê de veguherî îdeolojiya fermî. Ji salên 1920’ê heta salên 1940'ê, polîtîkayên cidî yên tunekirin û înkarê hatin meşandin. Di esasê xwe de wê demê bingeha meseleyê jî danîn. Anku qetlîamên herî mezin Komkujiya Dêrsimê, Komkujiya Zîlanê yan jî Qanûnên Takrîrî Sukunê, Plana Islehkirina Şerqê ne. Piştre jî di encama polîtîkayên giran de di navbera salên 1940 û 70’an de bi PKK’ê re pêvajoya şer dest pê kir. Ber bi salên 2000’î ve jî lêgerînên çareseriyê dest pê kirin lêbelê ji ber ku dewletê weke ku pirsgirêk bi rêxistinê ve dest pê kiribe girt dest, hevrûbûneke rasteqîn çênabe. Tişta em jê re dibêjin entegrasyon, yekbûn e. Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye.”
NÊZIKATIYA DWELETÊ YA EWLEHÎPEREST
Di berdewamê de Încî diyar kir ku sedema bersivnedayîna dewletê ya pêvajoyê, israra wê ya di polîtîkayên ewlehîperestiyê ye û wiha pê de çû: “Li rexekî gel û avadaniyên siyasî dibêjin hevrû bibin, li rexa din jî polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê heye. Ev polîtîkaye kesan krîmînalîze dike. Ev ne tenê di şexsê Abdullah Ocalan de, di tevahiya daxwazên mafan ên Kurdan de tê dîtin. Sedema gavneavêtina dewletê jî israra wê ya di van polîtîkayan de ye. Dema entegrasyoneke baş çêbû, dema bi bingeha pirsgirêkê re hevrû bûn, wê demê dê çareserî pêş bikeve. Nêzikatiya siyasî demek piştre vediguhere siyaseta bazariyê, lê nabe ser mafên sereke bazarî were kirin. Medyaya muxalîf meseleyê bi zimanekî krîmînal digire dest. Divê fikara têkildarî dengan nekeve pêşiya pêvajoyê. Zimanê aştiyê, berdana girtiyên nexweş, yên cezayê wan xelas bûye û dîlgirtiyên siyasî, rakirina rejîma qeyûm û zagonên vegerê divê bên kirin.”
REFORMA DESTÛRA BINGEHÎN Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Încî, got ku Tirkiye ji hêla biryarên DMME’yê ve di pozîsyoneke îstîsnaî de ye û anî ziman ku çareserî bi reformeke destûra bingehîn û bi hevrûbûneke rasteqîn pêkan e. Încî, axaftina xwe wiha qedand: “Tiştekî sosret e ku ewqas li ser mafê hêviyê nîqaşan dikin. Kesek bizane ku dê di tevahiya jiyana xwe de neyê berdan, ev yek îşkence ye. Ji nêzî 20 biryarên DMME’yê 4 jê der heqê Tirkiyeyê de ne û tevek jî têkildarî meseleya Kurd in. Tirkiye bi temamî vî mafî red dike. Pêdivî bi hevrûbûnê heye. Feraseta netewe dewletê di salên dawî de dîsa xurt bû. Entegrasyona demokratîk jî piştî ev feraset ji holê rabû pêkan e. Li xaka Anatoliyayê mimkûn nîne ku nasnameyeke jêr were avakirin. Ji ber ku hemû gel qedîm in. Reformeke destûra bingehîn şert e. Divê komîsyonên heqîqet û edaletê bên avakirin û bi polîtîkayên tunekirin û înkarê yên 100-150 sal in didomin re hevrû bibin. Xweseriya çandî, perwerdeya bi zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên herêmî, naskirina dewlemendiyên çandî divê bibe. Ev geşedan dê vê pêvajoyê bi temamî bi ser bixe.”
