ENQERE - Komîsyona Meclisê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji Îmraliyê vegeriya.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, piştî ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji giravê vegeriya.
Di şandeya ku ji aliyê Komîsyonê ve hatibû destnîşankirin de, Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman cih digirin.
Têkildarî hevdîtinê daxuyaniya şandeyê tê payîn.
