AMED - TJA’yê têkildarî mirina biguman a Dîlan Karamanê daxuyanî da û got: “Em ê nehêlin mirina biguman a rêhevala me Dîlanê di tariyê de bimîne.” Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî got: “Em ê bûyerê bişopînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) û NAvenda Mafên Jinan a Baroya Amedê têkildarî mirina biguman a Dîlan Karamanê daxuyaniyên nivîskî dan.
TJA’yê di daxuyaniya xwe de got: “Em gelek xemgînin ku me yek ji kirdeyên çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman winda kir.”
Daxuyaniya TJA’yê wihaye: “Hevala me Dîlan, ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte têkoşîna jiyanê dida. Weke Tevgera Jinên Azad, ji roja ewil heta niha me rewşa wê ji her alî ve ji nêz ve şopand. Weke TJA’yê me çawa heta niha dev ji întîhar, mirinên jinişkave û mirinên biguman ên jinan bernedabe, em ê destûrê nedin ku mirina biguman a rêhevala me Dîlanê jî di tariyê de bimîne. Em, tundiya sîstematîk û necezakirinê qebûl nakin. Li hemberî her cureyên gefan ên li ser jiyana jinan, em ê têkoşîna xwe bi heman biryardariyê bidomînin. Em ê vê pêvajoyê jî heta dawiyê bişopînin.”
Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî bi daxuyaniyekê got ku heta rewşa nediyar ji holê radibe dê bûyerê bişopînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Mirinên biguman ên jinan ne bûyerên şexsî ne, encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkayên necezakirinê ne. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin bibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in.”
NAVENDA MAFÊN JINAN A BAROYA AMEDÊ: EM Ê BIŞOPÎNIN
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî têkildarî mirina biguman a Dîlan Karamanê daxuyanî da. Navendê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mirina Dîlan Karamanê mirineke biguman e. Bi domdarî wiha hate gotin: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku rojnameger û kirdeya çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. Ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte dihat tedawîkirin. Her çend mirina wê weke ‘krîza dil’ bi raya giştî re hatibe parvekirin jî, tê zanîn ku gelek mirinên biguman ên jinan di bin navê ‘întîharê’ û ‘mirinên ji nişka ve’ tên qeydkirin. Vê jî yekser eleqeya xwe bi polîtîkaya necezakirinê û dijminatiya li jinan re heye.
Mafê jiyanê yê jinan, bitûniya bedenê û mafê ewlehiyê, di bin berpirsyartiya dewletê de ye. Lewma jî divê lêpirsîna têkildarî mirina Dîlan Karamanê demildest, bi şefafî û bi hûr û kûr were kirin. Heke xemsarî, berpirsyarî yan jî bandora kes an jî avadaniyan hebe, divê ev lêpirsîn bibandortir, bi berfirehî û serbixwe were kirin.
Em bi bîr dixin ku mirinên biguman ên jinan ne şexsî ne; encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkaya necezakirinê ye. Di vê çarçoveyê de, em careke din dibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in.
Weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, em ê heta dawiyê pêvajoya têkldarî mirina Dîlan Karamanê bişopînin. Ji bo lêpirsîn bi awayekî çalak were meşandin jî em ê piştgiriya hiqûqî ya pêwîst bidin. Bila were zanîn ku dê têkoşîna me ya li dijî mirinên biguman ku li ser mafê jiyanê yê jinan gefek e û hemû binpêkirinên mafan, bi biryarî bidome.”
